Malbatên şervan û şehîdan êrişên dewleta Tirk û xiyaneta PDK`ê şermezar kirin

Malbatên şehîd û şervanên HPG û YJA-Star êrişên hovane yên dewleta Tirk li dijî Kurdan û xiyaneta PDK`ê şermezar kirin.

Malbatên şervan û şehîdan êrişên dewleta Tirk û xiyaneta PDK`ê şermezar kirin
3 mijdar, 2022   03:25
HESEKÊ

Dewleta Tirk ji Nîsana 2022`yan ve êrişan li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne.

Ji dema kun dewleta Tirk êrişan li dijî Zap, Avaşîn û Metîna pêk tîne, zêdetirî 2 hezar û 476 caran çekên kiymawî û bombeyên qedexekirî bi kar anîne ku di encama wê de 17 gerîla şehîd bûne.

Li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker, gelê Kurdistan û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet malbatên gerîla nerazîbûn nîşan da.

Dayika du şehîdên YJA-Star Tolhildan Hesekê û Raperîn Tolhildan, Sehera Sîno têkildarî wê diyar kir ku dewleta TIrk komkujiyan li dijî gelê Kurd pêk tîne, ji ber ku naxwaze Kurd hêzeke hevgirtî be.

Sehera Sîno xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hevkariya wê bi dewleta Tirk re şermezar kir û got malbata Barzanî bi saya gerîla û fedakariyên wê li Başûrê Kurdistanê aram û ewleh dijî.

Xwişka şehîd Memo Zefer, Necme Şêxo da zanîn ku êrişên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kiymawî li çiyayên Kurdistanê şermezar kir û anî ziman ku dewleta Tirk şerekî sexte dimeşîne û divê hêzên navneteweyî destwerdana bikin û rê li ber êrişên  dewleta Tirk ên ku Kurdan dike hedef, bigire.

PDK`Ê NEHÎŞT MASK BIGHÎNIN GERÎLA

Di gel êrişên domdar ên dewleta Tirk de, PDK`ê rê li ber şandeyên biyanî girt ku serdana herêmê bikin û der barê bikaranîna çekên kiymawî ji aliyê dewleta Tirk ve lêkolîn bikin. Her wiha di 17`ê Nîsana 2022`yan PDK`ê ragihand ku hezar û 200 maskên pêşîlêgirtina gazê, destser kirin ku ji gerîla re dihatin şandin.

Bavê şehîd Rustem reşo û Agirî, Xelîl Abdullah ev kiryara PDK`ê û desteserkirina maskan, xiyanet bi nav kir ku di encamê de di vê dawiyê de 17 gerîla şehîd bûn.

Xelîl Abdullah lê zêde kir ku piranî gerlîa li ser destê PDK`ê şehîd bûn, ji ber ku PDK`ê hevkariya dewleta TIrk dike.

Abdullah di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku ew dê rêya zarokên xwe bişopînin heta ku armancên wan pêk bînin.

(dm)

ANHA