​​​​​​​Vekişîna şeklî ya çeteyên El Nusra ji Efrînê di rojeva rojnameyên erebî de ye

Rojnameyên erebî yên îro derketine, behsa encamên şerê di navbera komên çete yên dagirkeriya Tirk li bakurê Sûriyê, geşedanên siyasî yên li Iraqê û rewşa Ukraynayê kir.

​​​​​​​Vekişîna şeklî ya çeteyên El Nusra ji Efrînê di rojeva rojnameyên erebî de ye
22 cotmeh, 2022   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN

'EL NUSRA JI EFRÎNÊ ŞEKLÎ VEDIKIŞE, LÊ ÇAVÊ WÊ LI MERTALÊ FIRATÊ YE'

Têkildarî encamên şerê di navbera çeteyên dagirkeriya Tirk de, rojnameya El Weten a Sûriyê wiha nivîsî: “Çavkaniyên muxalîf ên nêzî milîsên Erdogan, vekişîna El Nusrayê ji Efrînê wek şanoyeke eşkere ji bo hiştina serweriya El Nusrayê li Efrînê, bi nav kir. Ew vekişîn piştî civîna îstixbarata Tirkiyê li Bab El Hewa pêk hat û di encamê de milîsên Tevgera Saîrûn li şûna El Nusrayê (şaxê rêxistina El Qaîde li Sûriyê) bi cih bûn.

Çavkaniyan tekez kir ku vekişîna El Nusrayê ji hin deveran li Efrînê vekişîneke şeklî ye, tenê li pêş dezgehên ragihandinê hin karwanên leşkerî vekişandin Idlibê, lê belê hebûna xwe ya fîîlî li herêmê kêm nekiriye. El Nusra bi rêya saziya ewlekariyê ya giştî dest daniye ser bendên kontrolê yên li hundirê Efrînê û hemû saziyên din.

Çavkaniyan her wiha destnîşan kir ku ewlehiya El Nusrayê tu bendên kontrolê li Efrînê radestî Feyleqa Sêyemîn nekirine, her wiha rê nedayê ku li gorî lihevkirina îna borî di navbera her du aliyên şer de, vegere baregehên xwe yên berê. Ew lihevkirin pêr dema ku El Nusrayê bajarokên Qitmê û Kefer Cenê kontrol kirin, bi bin ket. El Nusra ji aliyê rojava ve xeta yekemîn a parastina bajarê Ezazê çêdike.

Çavkaniyan da zanîn ku tiştê li ser erdê bi destê Enqereyê li Efrînê tê sazkirin, hewldanek e ku nefesê bidin şaxê El Qaîde yê li Sûriyê da ku berê xwe bide herêma operasyonan a bi navê “Mertalê Firatê” li  bakurê rojhilatê Helebê. Her wiha ji bo ku kolanê li bajar û bajarokên gundewarên bakurê rojhilatê Helebê aram bikin ku li dijî ketina El Nusrayê xwepêşandan kiribûn.

Her wiha diyar kirin ku armanca El Nusrayê ya ragihandiye bi erêkirin û plana rejîma Erdogan e, ew jî ferzkirina rêveberiyeke yekbûyî ji bo rêvebirina bakurê Sûriyê yê dagirkirî di aliyê leşkerî, rêveberî û aborî de bi serkêşiya El Nusrayê ye. Piştî ku milîsên Erdogan nekarîn wan herêman bi rêve bibin û ji ber binpêkirinên mezin ên li dijî şêniyan û şerên berdewam ên di navbera wan de yên li ser pereyan û serweriyê dîmenekî neyînî li ser xwe û li ser rejîma Erdogan nîşanî derve da.”

‘EL SÛDANÎ PEYWIRÊN WEZARETÊ LI GORÎ PARVEKIRINÊ BELAV DIKE’

Rojnameya El Ereb jî têkidarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: “Serokê hikumeta Iraqê yê erkdarkirî Mihemed Şiya El Sûdanî pîvanên avakirina hikumetê parve kirin, bi rêya razîkirina blokên parlamentoyê ku bikarin peywirên dixwazin bi dest bixin. Bi taybet blokên mezin û ya sereke jî Çarçoveya Hemahengiyê. Di demekê de ku aliyên siyasî yên iraqî dibêjin El Sûdanî lawaz e, fermandariya fîîlî dide serokwezîrê berê Nûrî El Malikî, ev jî dihêle ku di pêvajoya pêş de ji piştperdeyê de hikum bike.

Heman alî destnîşan dikin ku Çarçoveya Hemahengiyê ku hevbendiya partiyên Îranê û milîsên hevalbendên wê ye, guh nade refleksên hundir û derve yên rexnekirina parvekirinê, guh nade wê yekê jî ku bibe sedema vegera xwepêşandanan. Lê belê tiştê girîngiyê didiyê, ew e ku destê xwe deyne ser wezaretan ku dê xwedî budçeyên mezin bin, çi wezaretên wekî maliye û petrolê yan jî wezaretên xizmetguzariyê ku dê pir sûdê ji wergire.

Aliyên siyasî her wiha dibêjin ku hikumeta El Malîkî lê serwer be, nabe ku derveyî sîstema parvekirinê be.

Hêzên Çarçoveya Hemahengiyê, serokwezîr erkdar kir ku ew azad e ku kîjan navên hatine pêşniyarkirin ji bo peywirên wezaretan hibijêre, çi ji blokên parlamentoyê çi jî namzetên din pêşniayarr bike. Tenê wezaretên parastinê û hundir ji parvekirinê dûr xistin.

Li gorî lihevkirinên blokên parlamentoyê, wezareta karên derve para Kurdan e, wezareta hundir para şîeyan e, wezareta parastinê jî para erebên sunnî ye.

Daneyên fermî li ser hejmara wezaretên her pêkhateyekê ji pêkhateyên sereke yên civaka Iraqê tune ye, lê belê şopdarên rewşê dibêjin ku şîe di her koma hikumetê de di navbera 11-12 wezaretan bi dest dixin, erebên sunnî 6 an 7 wezaretan distînin, Kurd jî ji 4 heta 5 wezaretan bi dest dixin, wezaretek jî ji bo nûnerên hindikahiyan tê dayîn.”

‘UKRAYNA NÊZÎKÎ ‘KELEHA RÛSYAYÊ’ YA LI KHERSONÊ DIBE’

Têkildarî rewşa Ukraynayê jî rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: "Rûsya duh derxistina bi deh hezaran hezaran sivîlan ji aliyê rojava yê çemê Dnipro yê ku bajarê stratejîk Kherson ê li başûrê Ukraynayê dabeş dike dewam kir da ku ber bi bajar ve bi pêş bikeve û vegerîne. Berpirsên rûsî eşkere kir ku rewş li bajar ʹgelekî aloz eʹ. Moskovê soz da ku bi rêya xurtkirina parastinê dê bajar veguherîne kelehê.

Cîgirê berpirsê herêma Khersonê Kirill Strimosov yê ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye erkdarkirin, hêzên Ukraynayê bi kuştina 4 kesan bi bombebarana pira Antonovsky ya li ser çemê Dnipro tawanbar kirin û li ser Telegramê got: "Bajarê Kherson, mîna kelehekê parastina xwe amade dike.”

Hikumeta Ukraynayê destwerdana xwe ya di bombebarankirina pirê de derewand, lê ragihand ku 88 bajarokên Khersonê ji hêzên Rûsyayê vegerandine.

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin roja Înê di pêwendiyeke telefonê li gel hempîşeyê xwe yê Rûsî Sergey Şoygu de teqezî li ser "giringiya vekirina kanalên pêwendiyên (vekirî) bi Moskovê re li gel şerê li Ukraynayê kir. Ji destpêka şerê li Ukraynayê ve ev pêwendiya duyemîn a di navbera wan de her du aliyan de ye. Pêwendiya yekemîn di 13ʹê Gulana borî de pêk hatibû.

Pentagonê hûrgiliyên li ser vê pêwendiyê eşkere nekirin, lê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku her du kesan "çend mijarên heyî yên girêdayî ewlekariya navneteweyî, di nav de rewşa Ukraynayê gotûbêj kirin. Li gorî aliyê amerîkî, Austin her wiha bi wezîrê parastinê yê Ukraynayê Oleksîy Reznîkov re axivî û jê re got Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê panbendî destekdayîna bi hêzên Ukraynayê be."

Her wiha tekez kir ku pabendiya DYA’yê di piştgirîdayîna Ukraynayê ya li hember dijminahiya Rûsyayê de nayê guhertin.”