​​​​​​​Şehîd Yilmaz guh da banga têkoşînê ya welat û di oxira vê bangê de şehîd bû

Şehîd Yilmaz ê li ser banga rizgariya welat kete ser rêya têkoşînê û şehîd bû, ne navê wî û ne jî çeka wî li erdê ma. Têkoşîna azadiyê ya Yilmaz heta serketinê wê bidome.

​​​​​​​Şehîd Yilmaz guh da banga têkoşînê ya welat û di oxira vê bangê de şehîd bû
22 cotmeh, 2022   04:26
QAMIŞLO – SILAVA EBDUREHMAN

Bi destpêka Şoreşa Rojava re, ciwan û malbatên welatparêz ref bi ref cihê xwe di nava şoreşê de girtin û berdêlên giranbuha ji bo welat dan.

Şehîd ew in ku bi berxwedana destanî ya ku bi xwîna xwe nivisandine dengê Şoreşa Rojava di qadên nevneteweyî de vedan û destkeftiyên mezin bi dest xistin.

Ev destkeftî li gorî xweşiya hêzên hegemonîk, di serî de dewleta Tirk a dagirker nehat. Ji ber vê yekê  bi rê û rêbazên cûda hewl dide  destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser têk bibe. Yek ji van rêbazan jî hedefkirina pêşengên şoreşê ye.

Di 27ʹê Îlona borî de dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov a biçek erebeya hevserokên Nivîsgeha Dad û Çeksaziyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero kir hedef û ew şehîd xistin.

Yilmaz Şero (Şêro) sala 1988ʹan li taxa Qenat Siwês a dikeve rojhilatê bajarê Qamişlo jidayik bû.

Yilmaz Şero di nava malbateke welatparêz de mezin dibe ku di sala 1986ʹan de tevgera rizgariya Kurdistanê û ramanê rêber Abdullah Ocalan nas dike û ji kadroyên tevgerê bi bandor dibe. Li ser vê yekê Yilmaz Şero soza têkoşînê dide û bi belavkirina belavokan gel bi armanc û rêgezên tevgerê dide nasîn.

Yilmaz birayê mezin yê 7 xuşik û birayn e. Ji ber rewş û mecên madî yên malbatê nikarî xwendina xwe temam bike û bi bavê xwe re barê malbatê hildigire. Yilmaz di gelek qadan de wekî avahîsazî û ajokariyê kar dike. Di sala 2015ʹan de dizewice û dibe bavê du zarokan.

Yilmaz Şero ji zarokatiya xwe ve bi rihê xwe yê têkoşîn, hezarkirina welat û çalakbûna xwe dihat nasîn. Bi malbat û hevalên xwe yên zarokatiyê re gelekî girêdayî bû. Ji ber van taybetmendiyên xwe hezkirina xwe di dilê derdorê de ava kir.

Bi destpêka Şoreşa 19ʹê Tîrmeha 2012ʹan ve, bi gelek kesan re Hêzên Ewlekariya Hundirîn ava dike û 7 salan xebatên rêxistinkirina vê hêzê didomîne. Piştre di rêvebirina girtîgehên Elaya, Til Marûf û Navkurê de dixebite. Herî dawî dibe hevserokê  Nivîsgeha Kar û Barên Dad û Çeksaziyê ya Herêma Cizîrê û derbasî gelek dewreyên perwerdeyê yên bîrdozî dibe.

Bavê şehîd Yilmaz, Şêro Mihemed li ser taybetmendiyên kurê xwe wiha dibêje: "Gelekî ji xwendinê hez dikir, balder bû. Hemû erkdên diketin ser milan hewl dida bê kêmanî bi cih bîne. Dema ku girtîgeh bi rêve dibir hewl da ku girtiyan jinûve perwerde bike. Ji ber vê yekê derdor jê hez kir û li hemberî wî rêzdar bû.

Dema ku Şoreşa Rojava destpê kir şehîd Yilmaz ciwan li ser girîngiya şoreşa gel perwerde kir. Ji min re digot, we em ji biçûkaniyê ve fêrî girêdana bi xaka welat ve û parastina wê kir, îro welat bang li me dike em banga wê bi cih bînin."

Bavê şehîd Yilmaz kesên ku li dijî welatê xwe bi dijmin re dibin hevkar şermezar kir û got: "Çawa kesek ji bo pereyan xiyanetê li welatê xwe bike û bibe sîxûr û sebeba şehadeta zarokên gelê xwe. Ev yek nayê qebûlkirin. Her  yek wê berdêla kiryarên xwe bide. Em ê bixebitin heta ku wan kesan keşif bikin û hesab ji wan bixwazin."

ʹHÊVÎ JI SERKEFTINÊ MEZINTIR Eʹ

Bavê şehîd Yilmaz, Şêro Şero di dawiya axaftina xwe de soza têkoşîn û şopandina rêya kurê xwe da û ev tişt anî ziman: "Dema em dibêjin şehîd namirin divê em wateya vê gotinê baş fam bikin. Bi domandina rêya wan û bi bîrxistina navên wan di dîrokê de, her wiha bi rakirina tola wan, şehîd zindî ne. Bila dilê gelê me rihet be, bila şehîdên me rihet razên, em dev ji wan bernadin, em ê rêya wan bişopînin, em ê tola wan hilînin heta ku serkeftinê misoger bikin. Bila em di wê baweriyê de bin ku hêvî ji serkeftinê mezintir e."

ʹLI ASÎMANÊ WELAT BÛ STÊRKEKʹ

Dayika şehîd Yilmaz, Mewlûda Şero behsa girêdana kurê xwe bi malbata xwe ve û got: "Dema ji bo nexweşiya min bi min re hat Şamê, got, çawa ciwan malbata xwe terik dikin û diçin dewletên Ewropa. Heger ez bikaribin ez ê bibim fedayê te û bavê xwe."

Dayika şehîd diyar kir ku ji malbata wê 9 kes di oxira azadiya welat de şehîd bûne û got: "Yilmaz da pey wan û bû stêrkeke li asîmanê welatê me.”

Malbata şehîd destnîşan kir ku wê bi serbilindî û serferazî agahiyên şehadeta Yilmaz bihîst. Birayê wî, Dijwar Şero jî ev tişt got: "Rêya ku Yilmaz û hemû şehîdan hilbijartiye rêya heqîqet, azadî û rûmetê ye. Em bi vê yekê serbilind in. Ez ji şehîd Yilmaz fêr bûm ku hewcedariya welat bi fedekariyê heye. Ez soz didim ku bidim ser vê rêyê da ku daxwazên gelê xwe yê azadî û bersivdayîna êrişên dijmin bi cih bînim."

Dijwar Şero diyar kir ku piştî şehadeta Yilmaz apê wî û xalê wî du zarok anîn û navê Yilmaz dan wan û wiha axaftina xwe bi dawî kir "Rêya ku Yilmaz daye ser wê bimîne û wê çeka wî li erdê nemîne, her wiha wê navî wî neyê jibîrkirin."

Bi hezaran şêniyan roja 28ʹê Îlonê bi merasîmekî girêseyî cenazeyî şehîd Yilmaz Şero li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veşart.

ANHA