Akad Hena: Em ê bi pêkhateyên herêmê re li dijî êrişan têkoşînê bidomînin

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro Akad Hena da zanîn ku ew ê bi hevkariya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dijî dewleta Tirk a dagirker têkoşînê geş bikin.

Akad Hena: Em ê bi pêkhateyên herêmê re li dijî êrişan têkoşînê bidomînin
21 cotmeh, 2022   00:51
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÎ

Bi rêya Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku çirûska wê ji Rojava di 2012’yan de bi pêşengiya Kurdan hate vêxistin û piştî rizgarkirina herêman ji destê çeteyan, ew çirûsk li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû. Pêkhateyan rêveberiya xwe ya xweser, meclisên xwe yên leşkerî û hêzên ewlehiyê ava kirin.

Yek ji berhemên vê şoreşê, damezirandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro ye ku berpirsiyariya parastina ewlehiya gelê xwe li kêlek hêzên ewlehî û leşkerî yên din hilgirt.

Ev hêz di gelek hemleyên ewlehiyê de yên ji bo têkbirina çeteyên DAIŞ’ê, heta bi êrişên rojane yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û hewldana wê ya têkbirina projeya demokratîk, beşdar bûn.

GIRÎNGIYA DAMEZIRANDINA HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN-SUTORO

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro Akad Hena da zanîn ku pêdiviya rewşa ewlehî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li herêma Cizîrê bi damezirandina hêzên ewlehiyê yên suryanî li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn hebû ku gelê herêmê biparêzin, nemaze jî pêkhateya Suryan ku rastî êrişên çandî û fîzîkî hat.

Bi destpêkirina şoreşê re, pêkhateya Suryan rastî êrişên qirkirinê yên çandî û dîrokî ji hêla çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker ve hat ku rojane gundên vê pêkhateyê dikin hedef. Li ser wê yekê Akad Hena diyar kir ku damezirandina hêzên Sutoro di 1’ê Cotmeha 2013’yan de gaveke girîng ji bo parastina herêmê ji terora DAIŞ’ê bû.

HÊZÊN SUTORO-JIN

Jin di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de hêmaneke bingehîn bû û ji ber rola wê ya girîng di hemû qadên siyasî, civakî û leşkerî de navê şoreşê bû “şoreşa jinan”. Jinan saziyên xwe yên taybet ava kirin; ji wan Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro Jin ku roleke aktîf di parastina ewlehiya herêmê de lîst.

Akad Hena li ser vê yekê wiha got: "Girîngiya Hêzên Sutoro-Jin li ser çawaniya xweîsbatkirina jinên Suryan di mecalên ewlehî û leşkerî de bû û karê wê ji karê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro ya giştî ne cuda bû."

BEŞDARIYA DI PÊNGAVÊN RIZGARKIRINÊ DE

Hêzên Sutoro di gelek pêngavên rizgarkirinê de li kêlek Meclisa Leşkerî ya Suryan, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî çeteyên DAIŞ’ê, beşdar bû. Hena da zanîn ku ew di pêngava yekemîn ku ji Til Koçer heta bi pêngava dawî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Baxozê ya li Dêrazorê de di 2019’an de beşdar bûn û wiha domand: "Xebata Hêzên Sutoro ne tenê di pêngavên leşkerî de bûn, lê belê rola wan a girîng di parastina ewlehiya hundirîn a herêmê de jî bû; mîna dewriyeyên ewlehî yên li nava tax, bajar û beşdariya di operasyonan de."

Hena li ser armancên Hêzên Sutoro eşkere kir ku bi demê re keç û xortên ji pêkhateyên din ên li herêmê; Kurd, Ereb û Ermen tev li vê hêzê bûn û wiha pê de çû: "Hemû jî di gelek pêngavan de li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên piştgir beşdar bûn."

HEDEFGIRTINA ENDAMÊN HÊZÊN SUTORO JI HÊLA DEWLETA TIRK A DAGIRKER VE

Hena bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê û ev tişt anî ziman: "Dagirkeriya Tirk di êrişên xwe de cudahiyê naxe navbera pêkhateyên herêmê. Armanca wê têkbirina ewlehî û îstîqrara li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derbekirina projeya Rêveberiya Xweser ku pêkhateyên herêmê damezirandiye."

Hena got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide tecrubeya serkeftî ya Rêveberiya Xweser bi rêya êrişên xwe yên ketober li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe. Ji ber wê divê civata navneteweyî, bi taybet Amerîka û Rûsya van êrişan bi dawî bikin."

Di êrişa dawî ya bi rêya balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li nêzî Kampa Newroz a li bakurê rojhilatê navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê de di 12’ê vê mehê de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro Îbrahîm Mîxaîl (Aryo) şehîd bûbû.

‛JI BO ŞEHÎDAN TOLHILDAN’

Hena diyar kir ku ev êriş vîn û baweriya wê ya dewamkirina têkoşîna ji bo gelê herêmê naşikînin û wiha got: "Berovajî wê israra me zêde dike ku rêça şehîdên xwe ku di oxira parastina vê xakê de canê xwe daye bişopînin. Em parastina xak, gel û hemû dêrên xwe dikin."

Akad Hena wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji bo tolhilanîna fedekariyên şehîdên me, em ê tokoşîna xwe ya parastina gelê xwe dewam bikin. Divê gelê me yê li herêmê desteka hêzên xwe yên ewlehî û leşkerî di parastina ewlehiay herêmên me de bikin. Em bang li civata navneteweyî dikin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bidawîkirina êrişên dewleta Tirk bigire.”

(fr)

ANHA