​​​​​​​Jinên Reqayê: Piştî 5 salan ji rizgarkirina Reqayê, di rewşa jinan de guhertinên bingehîn çêbûn

5 sal in bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin, ev jî têrê dikir ku jin mafên xwe yên di dema dagirkirina bajêr de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve, dîsa bidest bixe. Jin di hemû qadan de xwe bi pêş dixin.

​​​​​​​Jinên Reqayê: Piştî 5 salan ji rizgarkirina Reqayê, di rewşa jinan de guhertinên bingehîn çêbûn
21 cotmeh, 2022   01:49
REQA – ALA EL ELÎ

Bajarê Reqa di 20'ê Cotmeha 2017'an de ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve, ji destê çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Bi vê yekê re jî guhertineke bingehîn di rewşa jinan de çêbû ku nêzî 4 salan di bin dagirkerî, koletî û çewsandinê de bû û ji mafên herî bingehîn bêpar mabû.

Welatiya bi navê Meryem El Ebdullah wiha behsa kiryarên çeteyên DAIŞ'ê kir ku di nîvê sala 2014'an de dema dagirkirina bajarê Reqayê pêk dianî: "Hukmên herî xirab li ser gel ferz dikirin. Çeteyên DAIŞ di bin navê Îslamê de ketin bajêr, lê ti eleqeya wê bi Îslamê re nîne."

Li ser rewşa jinan a wê demê jî Meryem El Ebdullah wiha got: "Ya herî zêde zirar di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de, dîtiye jin bû. Ji derketina ji malê bê par ma. Ger derketiba derve jî divê cilên ku DAIŞ li ser wan ferz kiribû, li xwe bikira. Ev yek di bin çavdêriya "Hesba Jinan" de bû û yek ji erkên wê jî "hesab ji jinan bipirsin ku şert û pergala DAIŞ`ê binpê dikin. Çi bi rêya celdkirina wan yan jî girtina wan."

Meryem El Ebdullah wiha behsa dema piştî vegera xwe ya Reqayê kir: "Me wêraniya ku hat serê me dît, em wisa difikirîn ku jiyan bi salan jî venagere Reqayê. Lê di demeke kurt de û bi hewldana şêniyên bajêr û Meclisa Sivîl a Reqayê, jiyan vegeriya û tevgereke bilez a jinûveavakirinê çêbû. Meclisa Sivîl a Reqayê di nava 5 salan de bajar hema bi temamî ji nû ve ava kir."

Jinan jî dest bi rêxistinbûna xwe kir û tev li saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn. Weke lêvegereke bingehîn, rêxistina xwe ya jinan "Kombûna Jinan a Zenûbya" ava kirin. Nivîsgehên wê li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrezorê hene. Di yekemîn konferansa damezrîner ku 1'ê Hezîrana 2021'an de hate lidarxistin de, hat ragihandin.

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Sewsen El Mihemed jî wiha got: "Ji ber sûcên DAIŞ'ê malek nema ku zarokek xwe winda nekiriye, çarenûsa gelek ji wan jî ne diyar e. Bajarê me niha ewle ye, em dikarin bi awayekî azad nerînên xwe bînin ziman."

Welatiya bi navê Şîrîn El Xelef a ji gundê El Selhebiyê yê rojavayê Reqayê jî bal kişand ser sîstema hevserokatiyê û nûnertiya jinan di saziyên Rêveberiya Xweser de û wek "gaveke nû" bi nav kir ku jin bi rêjeya ji sedî 50 beşdarî Rêveberiya Xweser dibin.

Berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê Xewla El Îsa bi boneya 5'emîn salvegera rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê, li şêniyan pîroz kir.

Xewla El Îsa wiha lê zêde kir: "Piştî rizgarkirinê, jinan di nava fikrê demokratîk de cih girt, xwe bi xwe ava kir û di qada leşkerî, saziyên sivîl û saziyên taybet ên jinan de gelek destkeftî bi dest xistin."

Xewla El Îsa tekez kir ku jin bi rêya xweperwerdeyê û dewreyên perwerdekirinê di akademiyên taybet û giştî de, bi taybet di warê hişyarkirinê û jiholêrakirina zihniyetê de bi pêş dixe ku li ser wan hatiye ferzkirin.

(hs)

ANHA