​​​​​​​Ebdulkerîm Omer: Xebatên me yên sereke pêşxistina têkiliyên bi welatên Ereban re ne

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku Rêveberiya Xweser dê dema bê de girîngiyê bide têkiliyên bi welatên Ereban re û got Rêveberiya Xweser di radeya yekemîn de girîngiyeke mezin dide têkiliyên bi gelan re.

​​​​​​​Ebdulkerîm Omer: Xebatên me yên sereke pêşxistina têkiliyên bi welatên Ereban re ne
20 cotmeh, 2022   23:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Omer di hevpeyvînekeke li gel ajansa me de diyar kir ku geşedanên li herêmê hişt ku têkiliyên dîplomatîk bi hemû hêzên navneteweyî, ewropî û dewletên din wekî Kanada, Awistralya, Amerîka, Rûsya û gelek welatên din re bi pêş bikevin, bi taybet ji ber serdanên şandeyên dîplomatîk ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Rêveberiya Xweser hewl dide têkiliyên xwe bi saziyên civaka sivîl, rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî û rêxistinên mirovî û alîkariyê, her wiha saziyên Yekitiya Ewopayê û Neteweyên Yekbûyî re berfireh bike. Omer îşaret pê kir ku heta niha Rêveberiya Xweser di gelek waran de bi ser ketiye.

Têkildarî têkiliyên Rêveberiya Xweser bi welatên Rojhilata Navîn re Omer got: "Rêveberiya Xweser heta niha nikare têkiliyên xwe bi awayekî fermî bi dewletên Rojhilata Navîn û Ereban re xurt bike. Her wiha di xebatên me yên dîplomatîk de hin kêmasî hene. Me beşek mezin ji vê berpirsyariyê ranekiriye. Van dewletan jî beşeke mezin ji vê berpirsyariyê ranekiriye."

Omer diyar kir ku ji xebatên wan ên pêşîn ên dîlomasî de pêşxistina têkiliyên dîplomasî bi awayekî fermî û civakî re bi derdora erebî re ye.

Di nava salên dawî de, gelek şande ji wezaretên derve, parlamento û saziyên civaka sivîl, rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî û şandeyên ragihandinê yên navneteweyî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir da ku Rêveberiya Xweser û xebatên wê ji nêzîk ve bişopînin. Li ser vê mijarê Ebdulkerîm Omer wiha got: "Em di Rêveberiya Xweser de li ser van serdanan teşwîq dikin da ku şande rastiya Rêveberiya Xweser û projeya wê û pêşketinên li ser erdê, astengiyên di warê siyasî, aborî, civakî, xizmetguzarî û ewlehî de, her wiha xetereya çeteyên DAIŞ’ê û gefên Tirkiyê yên li pêşiya Rêveberiya Xweser nas bikin."

Ebdulkerîm Omer îşaret pê kir ku hin şande serdana kampên li herêmên Rêveberiya Xweser dikin, hin ji wan welatiyên xwe yên di nava çeteyên DAIŞʹê de, bi taybet jin û zarok werdigirin.

Omer di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya serdana şandeyên derve ji bo herêmên Rêveberiya Xweser û got: "Ev serdan gelekî girîng in, da ku şande projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser û pêkvejiyana pêkhateyan û rola jinan di qadên siyasî, ewlehî, civakî, xizmetguzarî û leşkerî de di nava Rêveberiya Xweser de nas bikin."

Têkildarî xebatên wan ên li derve piştî ku wekî nûnerê Rêveberiya Xweser ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Ewropayê hat erkdarkirin, Omer wiha got: "Piştî ku ji bo vê xebatê hatim erkdarkirin, me gelek serdan ji bo dewletên Ewropayê pêk anîn. Me hevdîtin bi wezaretên derve yên van dewletan re pêk anîn. Her wiha me hevdîtin bi saziyên civaka sivîl û Kurdên li derve re li dar xistin. Her wiha me komxebat li dar xistin, girîngiya van komxebatan li ser geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser, bi taybet astengiyên siyasî, ewlehî û aborî, teror û gefên Tirkiyê û bandorên wê li îstiqrara herêmê û çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re bûn."

Girîngiya xebatên dîplomatîk ên Rêveberiya Xweser li ser pêşxistina têkiliyên bi civak û saziyên ne hikumetê re, her wiha hewldanên pêşxistina têkiliyên bi saziyên fermî re bûn. Li ser vê mijarê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Omer ev tişt got: "Dîplomasiya raya giştî û civakî ji bo me dîplomasiya stratejîk e. Ji ber ku raya giştî, civak û sendîqe hevalbendên me yên sereke ne. Ev destekê didin Rêveberiya Xweser. Dewlet her tim li gorî ajandeyên xwe yên taybet tev digerin, tecrubeyên me di vî warî de hene. Mînak di destpêka 2018ʹan de Rûsyayê bi Tirkiyê lihevkirineke pêk anî û li gorî wê Tirkiyê Efrîn dagir kir. Her wiha di Cotmeha 2019ʹan de serokê Amerîkayê yê berê destûra dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî da Tirkiyê. Dewlet her tim li ser hesabên komên nedewlet û li gorî berjewendî û ajandeyên xwe yên taybet peymanan çêdikin."

Omer diyar kir ku tecrubeya wan di warê dîplomasiya raya giştî û civakî de heye û wiha pê de çû: "Dema ku serokê berê yê Amerîkayê destûr da Tirkiyê ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, raya giştî, parlamenter, endamên Kongreya Amerîkayê û çapemenî li dijî vê biryarê derket. Ji ber zexta giştî ya di hundirê Amerîkayê û derve de Trump neçar ma ku biryara xwe di ber çavan re derbas bike. Her wiha dema ku çeteyên DAIŞʹê êriş li ser Kobanê dest pê kir, hin dostan rojeke cîhanê ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê ragihand. Me dît ku hemû civak li cîhanê daketin qadan û piştgiriya xwe bi berxwedana Kobanê re nîşan da.”

Ji destpêka danîna bingeha avakirina Rêveberiya Xweser ve di 21ʹê Çileya 2014ʹan de, Rêveberiya Xweser gelek hevdîtin bi dewletan, bi taybet ên Ewropayê re pêk anîn. Lê ev hewldan li gorî dihat xwestin, bi ser neketin. Rêveberiya Xweser bi têkoşîn û berxwedana xwe hewl dide têkiliyên bi piraniya dewletên Ewropayê re bi pêş bixe. Ebdulkerîm Omer îşaret bi hevdîtinên di wê pêvajoyê de kir û ev tişt parve kir: "Em bi dîplomatên di radeya sêyemîn û çaremîn de diciviyan, hevdîtinên derveyî wezaretên derve re pêk dihatn. Lê niha anku piştî pêşketinên li ser erdê, pêşketinên herêmî û navneteweyî û têkbirina DAIŞ’ê di aliyê erdîngarî de, piraniya dewletên Ewropayê bi awayekî fermî bi Rêveberiya Xweser re dan û standinan dikin. Hevdîtin di hundirê avahiyên wezaretên derve de tên kirin. Her wiha li ser astên bilind wekî wezîr û cîgirên wezîran, nûnerên navneteweyî yên taybet bi dosyaya Sûriyê de pêk dihatin. Niha piraniya van dewletan bi awayekî fermî bi nûnertiya me dan û standinan dikin."

Ebdulkerîm Omer da zanîn ku piraniya saziyên civaka sivîl û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û got: "Hevdîtinên me bi piraniya saziyên Yekitiya Ewropa û saziyên NYʹyê re bûn. Bi rastî qebûlkirin û danûstandinên fermî bi me re heye."

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer di dawiyê de got: "Naskirina Rêveberiya Xweser li gorî qanûna navneteweyî girêdayî geşedanên li Sûriyê, bi taybet çareseriya siyasî û siberoja Sûriyê ye. Dema ku em sûrî li ser sîstemeke nû li Sûriyê li hev bidin wê Rêveberiya Xweser di destûra Sûriyê ya nû de were qebûlkirin û Rêveberiya Xweser li gorî qanûnên navneteweyî were qebûlkirin."

ANHA