​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-10-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-10-2022`YAN
20 cotmeh, 2022   23:00

Meclisa malbatên şehîdan parka Şehîdan li taxa Cûdî ya Qamişlo vedike saet di 15:00`an de. (BI WÊNE Û DÎNEM)

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro Akad Hena da zanîn ku ew ê bi hevkariya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dijî dewleta Tirk a dagirker têkoşînê geş bikin. (BI WÊNE Û DÎNEM)

Nivîskar û rojnamevanê ji Mexribê Ebdulnebî El Şerat got êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayên banga edalet û mafên xwe dikin, bêçarebûna wê nîşan didin. Her wiha bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî bikaranîna çekên qedexekirî wek nîşaneya erêkirinê bi nav kir. (BI WÊNE)

Şêniyên bajarê Hesekê destnîşan kirin ku hebûna çeteyên DAIŞ’ê û şaneyên wan ên veşartî li herêmê, metirsiyê çêdikin û gotin parastina herêmê ji wan berpirsiyariya hemiyan e. (BI WÊNE Û DÎNEM)

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku Rêveberiya Xweser dê dema bê de girîngiyê bide têkiliyên bi welatên Ereban re û got Rêveberiya Xweser di radeya yekemîn de girîngiyeke mezin dide têkiliyên bi gelan re. (BI WÊNE)

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Ebdo El Şêx got: “Em ê li hember hemû êrişên li dijî destkeftiyên şehîdan bisekinin û dê destkeftiyên wan û axa xwe bi hemû rêbazan biparêzin.” (BI WÊNE Û DÎNEM)

Guman li ser pêkanîna daxuyaniya serokê Lubnanê Mîşêl Ewn a têkildarî proseya vegerandina penaberên sûrî bo welatê wan ku dewleta Tirk qadeke berfireh jê dagir kiriye, heye. Di heman demê de komên çekdar li deverên di bin kontrola hikumeta Şamê de belav bûne û pêdiviyên jiyanî di warê aborî û ewlehiyê de hema hema lê tune ne. (BI WÊNE Û DÎNEM)

JIN

5 sal in ku bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin, vê jî têrê dikir ku jin mafên xwe yên di dema dagirkirina bajar ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve ku ji wan hatibû standin, dîsa bidest bixe. Jin di hemû qadan de xwe pêş dixin. (BI WÊNE Û DÎNEM)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Hîndekarê Zanîngeh Şînşî ya Çînê Sîvan Seîd, destnîşan kir ku hegemonyaya DYA’yê ji salên 2000’î ve paş dikeve, şerên serweriyê yên di navbera hêzên hegemon de kûr dibin û di encamê de jî cîhanek pirserî pêş dikeve. (BI WÊNE)

ANHA