Dema civîna parlamentoya Iraqê di rojeva rojnameyên erebî de ye

Rojnameyên erebî yên îro derketine behsa civîna hikumeta nû ya Iraqê, têkiliyên tevgera Hemas û hikumeta Şamê û rewşa Lîbyayê kir.

Dema civîna parlamentoya Iraqê di rojeva rojnameyên erebî de ye
20 cotmeh, 2022   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

‘AGAHIYÊN CUDA LI SER DEMA CIVÎNA BAWERÎDAYÎNA BI HIKUMETA NÛ YA IRAQÊ HENE’

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: “Hevbendiya Rêveberiya Dewletê ragihand ku ew di vexwendina parlamentoyê ji bo ku civînê du sibe li dar bixe, bi israr e, da ku baweriyê bidin hikumeta Mihemed Şiya Sûdanî. Di heman demê de têkildarî dema civînê de agahiyên ji hev cuda hatin parvekirin. Serokatiya parlamentoyê hîna ranegihandiye ka dê şemiyê parlamento bicive yan na. Tevî ku hevbendiya Rêveberiya Dewletê piraniya kursiyên parlamentoyê girtine, nexasim piştî vekişîna bloka Sedr ku 73 kursiyên wan hebûn. Her wiha li gorî agahiyan, nakokiyên di navbera blokên siyasî de dewam dikin, bi taybet piştî ku behsa lihevkirina li ser hilbijartina 3 kesayetan ji bo peywira cîgirên serokkomar û 3 kesayetên ji bo peywira cîgirên serokwezîr hat kirin.

Çavkaniyekî nêzî hêzên hevbendiya Rêveberiya Dewletê ji rojnameya Şerq El Ewsat re wiha got: “Tê texmînkirin ku civîn şemiya bê were lidarxistin da ku baweriyê bidin kabîneya nû. Nakokî di rastiyê de ne di navbera serokwezîr û blokên siyasî de ye, lê belê di navbera wan blokan bi xwe de ye, li ser peywirên wezaretê û hin mijarên din e.”

Li gorî daxuyaniyên hin rayedarên hêzên Çarçoveya Hemahengiyê, Mihemed Şiya Sûdanî yê ji bo avakirina hikumetê hatiye erkdarkirin, rastî zexta blokên siyasî tê.

Hîna tu nîşaneyên beşdariya Sedriyan di hikumeta Sûdanî de tune ne, lê belê endamê parlamenter Refîq Salihî daxuyand ku Sûdanî dan û standinên ne eşkere bi fermandarên Tevgera Sedr re dike da ku wan îqna bike ku beşdarî hikumeta bê bibin, ji ber ku Sedr di proseya siyasî de xwedî hêzeke sereke û girîng e.”

‘LI KÊLEKA QETER, ÎRAN Û TIRKIYÊ, HEMAS NIHA DIXWAZE ESED JÎ RAZÎ BIKE’

Têkildarî rewşa Filistînê jî rojnameya El Ereb wiha nivîsî: “Tevgera Hemasê serokê Sûriyê Beşar Esed li lîsteya ku hewl dide wan razî bike, zêde kir. Ev lîsteyeke berfireh e ku tevî Sûriye, Îran, Qeter û Tirkiye jî di nav de ne. Ev yek dihêle ku têkiliyên wê li ser nakokiyan, girêdana pir aliyan bin. Di demekê de ku wê girîngiyê nade razîkirina komên din ên filistînî ne jî bi desthialta Filistînê re hevkariyê dike.

Aliyên filistînî dibêjin Hemasê hewl da têkiliyên bi Esed re vegerîne û dixwaze daîreya yên ku dê wan razî bike, berfireh bike ku xuya ye ev yek ji ber nakokiyên ajandeyên hevalbendên wê, zehmet e. Ev yek jî dihêle ku Hemas daxuyaniyên cuda ji bo pesndayîna her dewletekê bide. Ev tişt dê dirêj neke, ji ber ku her hevalbendekî wê dixwaze vê têkiliyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne û bixe xizmeta ajandeyên xwe. Her wiha berdewamkirina vê ferasetê dibe ku tevgera Hemasê parçe bike û di nav de gelek komên girêdayî aliyên derve bên avakirin.

Hemas dixwaze têkiliyên xurt bi Qeterê re biparêze da ku piştevanî û alîkariyên ji bo Xezayê tên şandin bidomin, her wiha Doha peywendiyên tevgerê bi Îsraîlê re bi awayekî ne yekser be jî, hêsan dike.

Hemas her wiha naxwaze Tirkiye hêrs bike, ya ku îslama siyasî ya îxwanî bi rêve dibe, ku di rastiyê de Hemas jî girêdayî wê ye. Ev jî kaxizeke ku Tirkiye li dijî HEmasê bi kar tîne, nexasim ku fermandariya Yekitiya Giştî ya Zanyarên Misliman li Stenbolê ye, ev jî rûyê eşkere yê koma Îxwan Mislimîn e. Ev jî dihêle ku Hemas dema behsa Tirkiyê dike, li gotinên xwe baldar be, sedeman ji bo guhertina hewlestên xwe nîşan bide û her tim hewl bide têkiilyên xwe bi Îsraîlê re normalize bike.

Meyla Hemasê van rojan bi aliyê Îranê ve bû, li gel serweriya şepêla radîkal a HEmasê ku dibîne ku Doha û Enqere tiştekî zêde nadin Hemasê û divê têkilyên bi Tehranê re bên xurtkirin.

Serokê buroya têkiliyên erebî û îslamî ya Hemasê Xelîl El Heye, piştî hevdîtina wî bi serokê Sûriyê di nav şandeyeke ji hejmareke rayedarên komên Filistînê, got: “Em bawer in ku ev rojeke girîng û pîroz e. em car din hatin Sûriyê û karê hevbeş bi Sûriyê re ji nû ve destpê dikin.

Tu karekî ferdî li vir, yan li wir şaş e, fermandariya Hemasê jî nas nake. Me bi serok Esed re li hev kiriye ku em titşê borî derbas dikin û ber bi siberojê ve biçin.”

‘LÎBYA BI ASTENGIYA HIBIJARTIN Û EWLEHIYÊ RE RÛ BI RÛ YE’

Rojnameya El Beyan jî li ser rewşa Lîbyayê ev tişt nivîsîn: “Li Lîbyayê tevgerên siyasî yên hundirîn û derve hene ku dikevin xizmeta birêxistinkirina hilbijartinên parlamentoyê û serokatiyê ku dê gaveke girîng di rêya çareseriya siyasî de be. Li gorî ku faktorên sereke yên herêmî û navneteweyî pêşniyar kirine. Niha jî astengiyeke din heye, ew jî mîsogerkirina îstiqrara ewlehiyê ye.

Nûnerê navneteweyî yê nû Abdullah Batîlî tekez kir ku dê şande û civaka navneteweyî piştgiriya hilbijartinên Lîbyayê dewam bikin.

Çavdêr dibêjin ne tenê ji ber nakokiyên di navbera serokên Meclisa Nûneran û Meclisa Dewletê de, lê belê ji ber hewldana hin hêzên siyasî yên ku astengiyan derdixin û dixwazin di navendên biryarê de bimînin. Her wiha çavdêr diyar dikin ku di rojên pêş de dê helwestên çarenûsî têkildarî hilbjiartinan derkevin. Lê belê divê mercên guncaw bên amadekirin.”

(cx)