​​​​​​​Siyasetmedarên jin: Divê jinên cîhanê destekê bidin serhildana jinên li Rojhilatê Kurdistanê

Siyasetmedarên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku piştgiriya serhildana Rojhilatê Kurdistanê erkeke li ser hemû jinên cîhanê ye û got berdewama têkoşînê li hember desthilatên çewsîner pêwîstiyek e.

​​​​​​​Siyasetmedarên jin: Divê jinên cîhanê destekê bidin serhildana jinên li Rojhilatê Kurdistanê
20 cotmeh, 2022   07:50
NAVENDA NÛÇA – SILAVA EBDUREHMAN

Ruxmî siyasetên çewsîner ên berdewam, jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serî ji rejîma Îranê re netewand.

Têkildarî mijarê endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – Rojava (KNK) Derya Remedan wiha got: “Bi navê pêkanîna şerîeta îslamê jinên li Rojhilata Navîn di bin bandora ol û dewletê de dijîn. Ev dewlet olê wek hincet li dijî mafên jinan bi kar tînin. Îran parçeyek ji Rojhilata Navîn e û li gel wê berjewendiyên siyasî û aborî hene ku deweta îslamî ya şîe ava bike û li ser herêmê ferz bike."

Derya Remedan wiha domand: "Ev zîhniyet xwe li ser qirkirina civakan û hewldana bêdengkirina ava dike da ku desthilata xwe dirêj bike. Rejîmên li Rojhilata Navîn ji vîna jinan ditirsin, ji lew re her tim êrişî jinan dikin ku civakê felc bikin û wê ji maf û azadiyê mehrûm bikin."

Derya Remedan bal kişand ser ku jinên mafên xwe nas kirine xwedî vîn e û ne tenê şerê wê tê kirin û wiha pê de çû: "Lê tên kuştin û darvekirin, bi tawana şerefê rastî tundiya malbatî tê. Ji hêla rejîma siyasî ve rastî tundiya zihniyeta mêrên desthilatdar tê. Ew her du xwedî daxmaya baviksalar e û li dijî mafên jinan in. Ji lew re bi tundiyeke mezin ji aliyên siyasî û civakî ve li dijî jinan disekinin."

Li gorî saziyên tenduristiyê rojane li Rojhilatê Kurdistanê 15 rewşên xwekuştinê hene. Li ser vê yekê Derya Remedan ev tişt anî ziman: "Ev diyarde vedigere sedemên siyasî û aborî, nexasim 38 milyon kes di bin xeta xizantiyê de dijîn."

‛REJÎM JI BIRÊXISTINBÛNA JINAN METIRSÎDAR E’

Li ser siyasetên Îran yên bikaranîna olê, Derya Remedan got: “Îran ji bo hegemonkirina Rojhilata Navîn olê bi kar tîne da ku projeya Hîlala Şîe pêk bîne. Ev rejîm ji jinên birêxistinkirî ku maf û azadiya xwe dixwazin metirsîdar e. Ji ber bidestxistina jinan ji mafên xwe re rizgarkirina civakê ye û bi rizgarkirina civakê re dê zihniyeta rejîm û dîktatoran werin guhartin."

Derya Remedan bal kişand ser ku armanca qetilkirina Jîna Emînî metirsiyara rejîmên Rojhilata Navîn ji rêxistinên jinan e û wiha domand: "Li gorî peyman, qanûn û mîsaqên ji bo parastina mafên mirovan, mafên jinan, zarok, gel û mafên pêkhateyan jin banga pêkanîna mafên xwe dikin, lê her çendî ev xwestek bilind bûn, tundiya zihniyeta desthilatê zêde dibe."

Derya Remedan diyar kir ku gelê Rojhilat û cîhanê giştî bi Jîna Emînî bandor bû û êdî bû sedema destpêkirina serhildanê ya ji bo guhartina zihniyetê û gel mafên xwe bistînin; ji wan jî gelê Kurd ku rojane tên bidarvekirin. Dewleta Îranê bi siyaseta xwe ya darvekirinê tê nasîn.

‛MAF TÊN STANDIN’

Li ser xwepêşandanên gel ên berdewam li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên li dijî zihniyeta li dijî mafên jinan Derya Remedan pesna serhildana berdewam ku bala hemû cîhanê kişandiye kir û ev tişt got: "Tevgerên jinan li cîhanê û Rojhilata Navîn bi pêş dikevin. Ev jî bandora gavên ku jinên Kurd ji bo pêkanîna mafên xwe avêtine, ye. Bi wê re bandor li tevgerên jinan ku banga maf, azadî, xebat û têkoşînê dikin."

Derya Remedan destnîşan kir ku ji bo lawazkirina van tevgerên jinan rejîm hewl didin bi rêya tirsandin û qetilkirina wan bin perdeya şerefê de, wan qir bikin. Ji lew re divê tevger û têkoşîn berdewam bikin. Ji ber maf tên standin nayên dayîn.

Derya Remedan bang li hemû jinan kir ku piştgiriya şoreşa li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bikin û wiha lê zêde kir: “Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgirya vê şoreşê dikin , heman demê jî zilam piştgiriya jinên Rojhilatê Kurdistanê dikin."

Diyar Remedan da zanîn ku ji 2013’yan û heta niha ve 4 hezar û 13 kes hatine darvekirin û ev tişt anî ziman: "Ev tê wateya ku, ji hezaran salan ve civak û jin azarên zulm û tundiya vê rejîmê dikişînin. Ji ber zextê teqînê bi xwe re tîne. Îro jî Jîna Emînî û gelê serhildêr ev tundiya li dijî wan tehemûl nekir û serî hildan."

Derya Remedan da zanîn ku dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bû sembola jinên li Rojhilata Navîn û ev tişt got: "Bi bangkirina van dirûşman û qutkirina keziyên xwe, jinan peyamek da rejîman ku êdî ew vê zihniyeta desthilat a dîktator qebûl nakin."

‛DIXWAZIN JINAN BINDEST BIKIN Û VÎNA WAN BIŞIKÎNIN’

Li aliyekî din jî Seroka Şepêla Pêşeroj a Kurdistan (Ş.P.K) Narîn Metînî qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir û bang li gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê kir ku destekê bidin doza Jîna Emînî û gelê li Rojhilatê Kurdistanê.

Narîn Metînî wiha got: "Desthilatên Îranê Jîna Emînî ne ji bo laçika wê qetil kir, lê belê ji bo berdewama desthilatiya xwe li ser gel û tirsê bixin dilên wan û peyamekê ji gelê Kurd re bişînin ku ew ê desthilatiya xwe li wî ferz bikin, qetil kir."

Narîn Metînî wiha domand: “Di dîrokê de û piştî ku desthilatdarî kete destê zilaman, desthilatdariya xwe li ser jiyanê û hemû cîhanê ferz kir. Jin ji aliyê kesayetên olî ve rastî zordestî û koletiyê hatine, da ku berjewendiyên xwe yên takekesî û desthilatdariya xwe li ser civakê ferz bikin. Ji ber vê yekê her tim dixwazin jinê bixin bin kontrola xwe û vîna wê bişkînin.” .

‛DEM DEMA GEL AZADIYA XWE BI DEST BIXIN’

Narîn Metînî destnîşan kir ku gelê kurd aşîtîxwaze û banga maf û azadiya xwe dike û wiha pê de çû: "Ji ber jin bingeh û dengê civakê ye, tundî û lêdana li dijî Jîna Emînî peyama desthilatan bû û gel bersiva wê peyamê bi banga azadiyê da."

Narîn Metînî bang li gelê kurd yê li hemû deveran kir ku piştgiriya serhildana Rojhilata Kurdistanê bikin û ev tişt got: "Dema ku em piştgiriyê didin wan, em piştgiriyê didin xwe, ji ber vê yekê dem hatiye ku gel azadiya xwe bi dest bixe.”

Narîn Metînî wiha dawî li gotina xwe anî: "Jina Kurd ji kevn de dev ji parastina civak, gel, malbat û zimanê xwe berneda. Ji ber wê destekdayîna serhildana li Rojhilatê Kurdistanê erka li ser milê me û li ser milê hemû jinên cîhanê ye."

ANHA