​​​​​​​Reqa; ji paytexta tarîtiyê bû navenda mayîndekirina neteweya demokratîk

Bajarê Reqa di gelek pêvajoyan re derbas bûye û ya herî zehemt dema ku çeteyên DAIŞ`ê ew dagir kiribû û dîroka wê tune hesiband, rastiya wê ya heyî înkar kir û hewl da siberoja wê jî xirab bike. Lê belê Reqayê ew tarîtiya çeteyan zû ji ser xwe rakir û nefesa azadiyê kişand. Reqa îro bûye navendeke pêşeng ji bo mayîndekirina projeya neteweya demokratîk.

​​​​​​​Reqa; ji paytexta tarîtiyê bû navenda mayîndekirina neteweya demokratîk
20 cotmeh, 2022   01:25
REQA- CÛMA MIHEMED

Beriya sedsalan li bajarê Reqayê pêvajoyên geş hebûn, bi taybet di serdema Ebasiyan de dema ku xelîfe Harûn Reşîd girîngiyek zêde da vî bajarî, ji ber xweşikbûna xwezaya wê û cihê wê yê li ser çemê Firatê.

Lê belê, li gorî gelek dîrokzanan sedemên girîngîdayîna zêde ya Reqayê ji hestiyariyê zêdetir bûn. Harûn Reşîd girîngiyeke taybet dida cihê stratejîk ê Reqayê ji ber ku li ser rêya di navbera Împaratoriya Bîzansê û Şamê û Mezopotamyayê de bû. Lê belê piştî ku Moxolan di sala 1258`an de herêm dagir kir, tiştê ku Reşîd ava kiriye hilweşiya.

Reqayê careke din hewl da li ser lingên xwe bisekine. Vê yekê demeke dirêj ajot. Di salên dawîn de dema ku Partiya Baasê hat ser desthilata Sûriyê, piştî gelek serdsalan li ser dagirkirina herêmê ji aliyê gelek hêzan ve, girîngiya mezin nema ji bo bajêr hat dayîn û ne wekî bajarên din ên Sûriyê bû jî.

Rejîma Baasê pir hewl da ku nîjadperestiyê û cudakariyê mayînde bike. Reqayê jî para mezin ji vê siyasetê girt. DAIŞ jî hat û hewl da şaristaniya wê tune bike.

'PAYTEXTA XÎLAFETÊ' Û NAVENDA FIKR Û ZÎHNIYETA DAIŞ`Ê

Bajarê Reqayê bi taybet beriya ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve di 2017`an de were rizgarkirin, di hedefa çeteyên DAIŞ`ê de bû. Bajar ji bo çeteyan bû cihekî aktîf, tê de girtîgeh belav bûn û di rêvebirina çalakiyên dagirkirina herêmên Sûriyê û Iraqê de xwedî roleke sereke bû.

Di 2014`an de, bajarê Reqayê ket destê çeteyên DAIŞ`ê. Beriya wê jî ji aliyê komên “Artêşa Azad” ve hatibû dagirkirin, ku yekemîn herêmên Sûriyê yên ji bin serweriya hikumeta Şamê derketibû. Piştre û bi lez Reqa bû paytexta DAIŞ`ê.

Di 3 salên dagirkeriya DAIŞ`ê de, çeteyan girîngiyek zêde da bajêr û bi rêya wê karibûn li Sûriyê belav bibin, hêza xwe kom bikin û gefan li cîhanê bixwin.

Piştî ku Reqa ket destê DAIŞ`ê, êdî bajarok û bajarên Sûriyê yek bi yek ketin destê çeteyan. DAIŞ`ê herêmên berfireh ên Sûriyê û Iraqê dagir kirin.

Dagirkirina Reqayê ku nifûsa wê 944 hezar bû, hişt ku hejmara çeteyên di nava refên DAIŞ`ê de zêdetir bibe. Li gorî cihê wê yê stratejîk ê li kûrahiya xaka Sûriyê û yê di navbera rojhialt, rojava, bakur û başûr de, Reqa bû “paytexta xîlafetê” ya DAIŞ`ê.

Piştî demeke kurt ji dagirkirina Reqayê, DAIŞ`ê ji wir êrişî herêmên derdorê jî dikir. Êrişa sereke jî li ser bajarê Kobanê bû ku ji Reqayê dest pê kir.

Ji wê zêdetir, Reqa navendeke sereke ya piştgiriyê bû ku bi rêya sînorên Tirkiyê digihîşt çeteyan, ku sînor li pêş DAIŞ`ê heta dawiyê vekirî bûn. Ji Girê Spî ya bakurê Reqayê, Cerablus û Rayî yên bakurê Helebê, piştevaniya Tirkiyê ji DAIŞ`ê re bi rêya herêmên Sûriyê digihîşt Reqayê. Ji wir jî li “wîlayetên” din ên DAIŞ`ê belav dibû, heta bigihêje xaka Iraqê ku tu dergehên peywendiya DAIŞ`ê bi Tirkiyê re li wir tune bûn û tenê sînroên Sûriye-Tirkiyê dihatin bikaranîn.

Her wiha çeteyên biyanî li Reqayê bi cih dibûn, li wir rêveberî dikirin û perspektîf didan, her wiha bikaranîna çapemeniyê ku rêbazê sereke ya DAIŞ`ê yê tirsandin û kişandina çeteyan nava refên xwe ji welatên cuda yên cîhanê bû.

Şêniyên Reqayê bi çavên xwe û tevahî cîhanê hovîtiya DAIŞ`ê li hember şêniyên resen bi kar aniye dît, wekî şewitandina mirovan bi saxî, serjêkirin û daliqandina wan li qadên giştî da ku şêniyan bitirsîne.

Wan faktoran hemûyan hişt ku çeteyên DAIŞ`ê Reqayê bikin navenda pêkanîna paşverûtî û zîhniyeta djiberî rastiya civakê.

REQA BER BI NAVENDA MAYÎNDEKIRINA NETEWEYA DEMOKRATÎK Û RÊVEBERIYA XWESER VE

Di 6’ê Mijdara 2016’an de Hêzên Sûriya Demokratîk bi awayekî fermî Pêngava "Xezeba Firatê" ji bo rizgarkirina Reqa û gundewarên wê ji DAIŞ’ê, dest pê kir.

Di operasyona têkbirina DAIŞ’ê li baregeha wê ya mezin a li Reqayê de QSD’ê bi hemû welatiyên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şervanên enternasyonalîst hebûn.

Piştî nêzî salekê ji şerên tund li taxên bajêr û bajarokên derdorê QSD’ê di 20’ê Cotmeha 2017’an de Reqa bi temamî rizgar kir.

/kr/uploads/files/2022/10/19/175221_-.webp

Têkildarî salvegera rizgarkirina Reqayê, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Reqa û Gundewarên wê Xalid Berkel ji ajansa me re axivî û wiha got: "DAIŞ bi rêya destwerdanên li kar û barên welatiyan û pêkanîna siyasetên paşverû li ser civakê ku ew siyaset vedigerin sedsalên navîn, binesazî wêran kir. Di serdema serweriya DAIŞ’ê û komên din li ser Reqayê de bi rêya binpêkirinên wan ên krîmînlîzakirinê li ser welatiyan nerazîbûneke mezin a gel hebû.”

Berkel li ser destpêka guhartinên piştî rizgarkirina Reqayê jî wiha axivî: "Dema rizgarkirina Reqayê, jinên Reqayê yên esîl laçikên reş, bi hatina QSD’ê û kêfxweşiya xwe, avêtin. Ev dîmen îşaretê bi mîraseya Reqayê ji aliyê civakî ve dike. Ev bajar, hemû beşên wî yên civakî hevgirtî û hevkar bûn û bi hev re dijîn. Ev bajar ji kevn de xwedî çanda jiyana hevbeş e. Lê DAIŞ’ê bi rêya siyasetên xwe ku di çarçoveya xizmetkirina aliyên derve de xwest mozaîka vê civakî têk bibe û çandên cuda derbasî vê civakî bike.”

Di dirêjahiya salên borî de Reqa xwedî jiyana hevbeş a Kurd-Ereb, misliman û xiristiyanan bû. Ew jî rastiya civakê ku di dîroka kevn a Reqayê de ye misoger dike. Lê ruxmî lîstina bi wan rastiyan, lê Reqa heta radeyeke mezin hevgirtî ma. Lê DAIŞ’ê lez da ku belavbûyînekê çêke, kurd dan koçberkirin û şerê xiristiyanan kir, tovê jihevbûnê, tundrawî û nefretê çand.

Lê belê bi van hemû guhartinan re, dema QSD’ê bajar rizgar kir, welatiyên wê ji nû ve bi hev re jiyan li bajarê xwe vegerand û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ava kir. Îro Reqa bû meqseda hemû sûriyan.

Xalid Berkel ev tişt got: "Li vir divê em hevrûkirinekê di navbera serdema serweriya terorîstn li ser vî bajarî û serdema herêmê li gel tecrûbeya Rêveberiya Xweser a niha de bikin. Şêniyan wêranî û salên tundiyê ji nû ve, dûrî hêzên tarîtî, vegerandin jiyaneke nû. Li herêmê ronasanseke avahîsazî heye û xwedî hemû hêmanên jiyanê ye, tê de eşîr bi hevkariyeke ewlehî dijîn. Êdî ev bajar, hemwextî alîkariya bi sed hezaran ji şêniyan di xebata ji nû ve jiyan li bajêr vegere de ranaze. Bê guman ev yek bi saya keda Rêveberiya Xweser a Demokratîk e ku xizmetguzarî ji bo îstîqrarê pêşkêş kirin."

Berkel li ser salên borî axivî û wiha pê de çû:"Pêkhateyên Reqa azar ji siyasetên dûrxistin, paşguhkirin û ferzkirina siyasetên paşverû yên li dijî mafên jinan û civakî kişandin. Ev siyaset dûrî vê qonaxê û dûrî rêgezên bilind ên mirovahiyê, binpêkirina urf û adatên Reqayê ne. Lê Rêveberiya Xweser hêza xwe ya dan û standina bi hemû beşên civakê re îsbat kir, ji ber rêveberî di bingeh de ji gel bi hemû pêkhateyên wî ye.”

Berkel destnîşan kir ku mirov dikare rewşên li Reqa, asta debarê û şêweya rêveberiya li herêma Reqayê û hevrûkirina wê bi berê re lêkolîn bike û ev tişt anî ziman: "Bê guman guhartinên mezin çêbûne. Lê ev jî nayê wê wateyê ku rêveberî nakeve şaştî û kêmasiyan, lê ew şaştî ferdî ne û tê cezakirin.”

Xalid Berket got: "Rêveberiya Xweser îro bi hemû saktor, meclisên herêmê û saziyên xwe hewl dide erk û berpirsiyarên xwe yên dîrok bi rêya kesên tev li vê rêveberiyê bûne pêk bîne. Bê guman neyên vê yekê jî çêdibin. Lê em mezinahiya fedekarî û lehengên dîrokê ku şervanên sûrî ji bo rizgarkirina Reqayê dizanin, ji lew re divê em vê amanetê hilgirin û vê rêyê bi perwerî li hember fedekariyên keç û xortên me temam bikin.”

Reqa piştî rizgarkirina wê gelekî hate guhartin, ji navenda tires û hovîtiyê veguherî navenda demokrasî, jiyana hevbeş, edalet û azadiyê. Welatiyên wê rêvebirina bajêr radest birin. Îro jî bû meqseda bi hezaran kesên ji şerê li herêmên Sûriyê derevin. Li gorî serjimariya berpirsên herêmê, niha hejmara şêniyên li bajêr ji ya beriya şer zêdetir e.

ANHA