​​​​​​​Lihevkirina Edeneyê çi bi xwe re anî û dagirker bi nûjenkirina wê dixwazin çi bikin?

Gelê Sûriyê encamên dan û standinên ên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de dişopîne. Ev yek hemwextî salvegera îmzekirina Lihevkirina Edeneyê ya 1998`an pêk tê. Gelo vê lihevkirinê çi bi xwe re anî? Armanca dewleta Tirk ji hewldana nûjenkirina vê lihevkirinê çi ye?

​​​​​​​Lihevkirina Edeneyê çi bi xwe re anî û dagirker bi nûjenkirina wê dixwazin çi bikin?
20 cotmeh, 2022   04:45
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL HEBÎB

Di 20`ê Cotmeha 1998`an de hikumeta Şamê bi serokatiya Hafiz Esed bi dewleta Tirk a dagirker re “Lihevkirina Edeneyê” îmze kir, ev lihevkirin li dijî Kurdên Sûriyê bû.

Ev lihevkirin piştî nakokî û dijminahiya di navbera her du hikumetan de pêk hat. Dewleta Tirk a dagirker wê demê bi bihaneya hebûna rêber Abdullah Ocalan li Sûriyê gef li hikumeta Şamê xwarin û hêzên xwe li ser sînorên bi Sûriyê re bi cih kirin, her wiha dosyaya avê bi kar anî.

ŞAM TESLÎMÎ BIHANEYÊN DEWLETA TIRK DIBE

Piştî ku Şamê di 1996`an de gefa koalîsyona Tirkiye-Îsraîlê hîs kir, her wiha ji ber ku debara xwe bi ava Firatê dike û ji ber zextên Misir, DYA, Brîtanya û Îsraîlê, li hember zexta dewleta Tirk teslîm bû. Piştî wê yekê rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê derket.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya yekemîn de dibêje: “Hevkêşeya rê li ber pêvajoya derketina min a ji Sûriyê vekir, balkêştir e. Feraseta ez ji Sûriyê derxistim, ye rastî xwe dispêre şerê nakokiya di navbera payedana min a dostaniyê û siyaseta Kurdan a Îsraîlê de ye. Nemaze Îsraîl piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn di pirsgirêka Kurd de bi patroniyê rabûye. Ji lew re di şexsê min de li çareseriya duyemîn a pirsgirêka Kurd nikarîbû xwe ragire. Li hemberî vê rewşê gelekî nazik bû. Ji sedî sed ev rewş li hesabê wê nedihat. Divê ez heqê wê nexwim; MOSSAD yekser nebe jî ji bo ez rêya wê qebûl bikim, ez vexwendim. Lê ji bo vê jî ez ne ji aliyê exlaqî ve û ne ji alî siyasî ve vekirî û amade bûm.

Rêveberiya Ereb a Sûriyê nexwest em ji têkiliyeke giranî taktîk bibihur in. Jixwe rêbertiya Hafiz Esed bi saya şerê hegomonîk ê DYA û Sovyetê peyda bûbû. Piştî ku Sovyet ji hev du ket ji Sûriyê nedihat ku tu têkiliyeke taktîk di vê qonaxa nazik de biparêze. Sûriyê bi min re –bi PKKê re- tewazunek bi Tirkiyê re datanî. Mîna ku ji bo gefxwarina Komara Tirkyê ya di sala 1958’an de li ser Sûriyê û meyla wê ya zêde ji bo têkiliyan bi Îsraîlê re dixwest bersivekê bide. Ji bo têkiliyeke taktîk a demdirêj PKK wek amûreke baş rê û derfet dida. Nedixwestin bibînin ku dê ev têkilî rê li ber polîtîkayeke duyemîn a Kurdan veke. Bi tevahî hewldanên rêveberiyên Tirk nikarîbûn pêşî li vê yekê bigirin.”

Ruxmî ku rêber Ocalan ji Sûriyê derket jî, lê belê piştî wê bi 11 rojan ev lihevkirin hat îmzekirin. Tirkiyê ew lihevkirin bi awayekî sereke ji bo şerê li dijî Kurdan bi kar anî, her wiha dixwest bi rêya wê timayên xwe yên qutkirina herêmên Sûriyê û tevlêkirina wan ji xaka xwe re, pêk bîne.

BENDÊN LIHEVKIRINÊ: HIKUMETA ŞAMÊ DEV JI MAFÊN SÛRIYEYIYAN BERDA

Naveroka bendên lihevkirinê û pêvekên wê wiha bû; dûrxistina rêber Ocalan ji Sûriyê (ku beriya çend rojan ji vê lihevkirinê ji Sûriyê derketibû), jiholêrakirina baregehên PKK`ê yên li Sûriyê û li ser sînor, amadekirina lîsteyeke navên çalakvan û siyasetmedarên Kurd û alîgirên tevgera rizgariyê ya Kurdistanê yên li hundir Sûriyê ji aliyê hikumeta Şamê ve.

Di pêveka sêyemîn a peymanê de, dawî li nakokiyên têkildarî sînor ên her du welatan tê anîn. Ev yek tê wateya ku hikumeta Şamê dev ji mafê Sûriyê yê daxwazkirina Lîwa Îskenderûn ku Tirkiyê dagir kiriye û tev li wîlayeta Hatayê kiriye, berdide.

Her wiha di pêveke din de rê ji hêzên dewleta Tirk a dagirker re tê dayîn ku heta 5 kîlomtreyan bikevin xaka Sûriyê û tê de wiha tê destnîşankirin: “Aliyê sûrî fem dike ku negirtina tedbîrên ewlekariyê yên di heman peymanê de, maf dide Tirkiyê ku hemû tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst heta kûrahiya 5 kîlomtreyan di hundirê xaka Sûriyê de bigire.”

LI ŞÛNA 5 KM’YAN DAGIRKERIYA TIRK AXA SÛRIYÊ DAGIR DIKE

Bi hatina Beşar Esed a ser desthilatê re, pêwendiyên Sûriyê û Tirkiyê geş bûn, wê demê bi dehan çalakvanên Kurd girt û tedbîrên ewlehiyê tundtir kir. Di navbera Beşar Esed û Erdogan de têkiliyeke şexsî ya xurt hebû û bi serdanên di navbera her du aliyan de xuya dikir. Beşar Esed jî ji bo ku Erdogan razî bike, dev ji gelek berjewendiyên Sûriyê berda, bi taybet vekirina bazarên Sûriyê li pêşiya kelûpelên Tirkiyê, vê jî bandoreke neyînî li ser pîşesaziyên Sûriyê û bi taybetî yên Helebê kir.

Di 22'yê Kanûna 2010'an de, Wezîrên Karên Derve yên Şamê Welîd El Muelim û yê dewleta Tirk Ahmet Davutoglu peymaneke ewlehiyê îmze kirin. Destpêkê weke "sererastkirina" Lihevkirina Edeneyê hatibû nirxandin, ew jî bi tundkirina tedbîran û berfirehkirina hevkariyê li dijî Kurdan û komên din ên ku wan ew terorîst bi nav dikirin.

Nermiya hikumeta Beşar Esed a bi dewleta Tirk re, bû alîkar ku dewleta Tirk derbasî nava civaka Sûriyê bibe. Ev yek jî di sala 2011'an de bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, bi kar anî. Hevalê berê yê Beşar Esed, Receb Teyib Erdogan yekem kes bû ku ji bo rûxandina rêjîma wî û dagirkirina xaka Sûriyê kar kir.

Bi piştgiriya dewleta Tirk a ji komên çete yên li Sûriyê re, hikumeta Şamê nekarî hebûna xwe îspat bike û herêmê biparêze, ji bo wê vekişiya herêmên ku girîngtir û kêrhatîtir dibîne. Li vir Kurdan xwe bi rêxistin kirin, partiyên siyasî û hêzên leşkerî ava kirin, pêşve çûn heya avakirina dendika Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku niha hemû pêkhateyên herêmê dihewîne.

Erdogan ev peyman ji bo rewakirina destwerdana xwe di nav axa Sûriyê de bi kar anî, lê piştre ev peyman berovajî kirin, ji ber ku di van peymanan de hemahengî û hevkariya hevbeş di navbera Tirkiye û Şamê de hatiye destnîşankirin. Lê belê dewleta Tirk şerê hemû kesên ku li pêşiya pêkanîna armancên wê bûn, kir, di nav de artêşa Sûriyê. Berevajî rêkeftinên ku kontrolkirina artêşa Sûriyê li ser sînorên Sûriyê şert kiribûn, artêşa dewleta Tirk herêmên Idlib, Bab, Cerablus, Ezaz, El Raî, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Li gorî van peymanan divê artêşa Tirk ji van herêman vekişe.

Têkildarî mijarê serokê Forûma Almanî-Kurdî Yûnis Behram wiha axivî: "Mixabin, şansê Kurdan e ku cîranê rejîmên dîktator û nîjadperest in ku tenê ji zimanê şîdet û înkara yên din fêm dikin. Prensîba demokrasî û jiyana hevbeş û qanûna wekheviyê di ferhengên wan de çi li Sûriyê, çi li Tirkiyê, çi li Îranê û çi jî li Iraqê be, cihê xwe nîne."

Yûnis Behram wiha domand: "Lihevkirina Edeneyê ya ku di 20'ê Cotmeha 1998'an de li bajarê Edeneyê di navbera rejîma Şam û Enqereyê de bi navbeynkariya Misirê pêk hat, roleke mezin di bûyerên heyî yên li qada şerê Sûriyê de lîst."

Yûnis Behram wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev peyman çiqas dişibe Peymana Cezaîrê ya Adara 1975'an a di navbera Tehran û Bexdayê de, ku lehengê navbeynkariya wê serokê Cezaîrê Houari Boumédiène bû. Di Peymana Cezaîrê de, Sedam Husên yê baesî di berdêla lêdana tevgera Kurdî ya wê demê de, beşek ji Şat El Ereb radestî Şah Riza Pehlewî kir. Bi heman rêbaz û armancê jî Lihevkirina Edeneyê ya 1998'an pêk hat, ku armanca wê peymanê bi giranî çawaniya lêxistina tevgera Kurd bû. Bi vê peymanê jî rejîma Şamê bi temamî dest ji beşek erdnîgariya Sûriyê wek Îskenderûn û Antakyayê ji bo rejîma Enqerê berda. Her wiha maf da Enqereyê ku bêyî destûr û dema ku bixwaze 5 km derbasî nava axa Sûriyê bibe.

HILWEŞÎNA SIYASÎ, ABORÎ Û LEŞKERÎ

Der barê encamên nerênî yên vê rêkeftinê jî Behram wiha got: "Peymana Cezaîrê heya îro jî sedema sereke ya hemû derdên Iraqê ye ji sala 1975'an heta şerê 8 salan di navbera Îran û Iraqê de. Ji ber ku Îran, Iraqê wek parêzgeha xwe ya dawî dibîne. Her wiha Lihevkirina Edeneyê jî, ji bilî hilweşîna aborî, siyasî û leşkerî tiştekî din neanî. Bûyerên bi êş ên ku em îro li Sûriyê dibînin, wek qonaxa yekem a rêzeencamên Lihevkirina Edenayê tê dîtin. Li vir, divê ku mirov bi bîr bixe ku herdû welat û rejimên wan ên baasî bi peymanên xwe ji xeynî wêrankirin û hilweşandinê, ti destkeftî ji gelê xwe re neanîn."

Yûnis Behram wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tevî ku Beşar Esed di sala 2010'an de Lihevkirina Edeneyê nû kir û tê de dest ji mafên Sûriyê yên Îskenderûn û Antakyayê berda, her wiha berfirehkirina şert û mercên peymanê yê şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê ji bo sê salan, her wiha zêdekirina 23'ê bendên din, ev hemû bûn sedema têkçûna aboriya Sûriyê û bazara kar di demeke kurt de. Rejîma Şamê, Sûriyê veguherand bazareke muteq a berhemên dewleta Tirk."

PIŞTÎ TÊKÇÛNA LEŞKERÎ, LÊGERÎNA LI PEYMANÊN NÛ YÊN QIRÊJ

Piştî ku dewleta Tirk hewl da hemû herêmên Sûriyê dagir bike, Erdogan gef xwarin ku ew ê piştî rûxandina "rejîma Sûriyê" li Mizgefta Emewî nimêj bike. Bi derbasbûna Rûsya û Îran a li ser xetê û piştgirîdana hikumeta Şamê, armancên dagirkeriya Tirk ji rûxandina rejîmê veguherî şerê li dijî Kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Bûyeran îspat kir ku timakariyên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê vedigere qonaxa serxwebûna welat û beriya wê, ji wê demê ve dewleta Tirk li fersendekê digeriya ku van timakariyan pêk bîne. Di wê demê de, carnan bi zorê û carnan jî bi xapandina rejîmên desthilatdar ên Sûriyê, hewl dida vê yekê pêk bîne, ew jî bi rêya danîna peywendiyan û çêkirina peymanên xerab ên ku dema derfet didît, destwerdan dikir."

Niha bi binketina dewleta Tirk a hilweşandina hikumeta Şamê, her wiha astengkirina Rêveberiya Xweser a projeya wî ya piştgirîkirina Îslama siyasî û terorîstan, dewleta Tirk a dagirker hewl dide peymaneke nû çêbike û sererastkirin be ji Lihevkirina Edeneyê re. Bi rêya vê peymanê dixwaze dagirkeriya xwe ya li herêmên Sûriyê bidomîne, weke ku li Lîwa Îskenderûnê qewimî. Her wiha dixwaze Îtîlafê û komên çete derbasî nava pêvajoya siyasî bike."

Behram her wiha behsa van xalan jî kir: "Armanca dewleta Tirk ji îmzekirina peymaneke Edeneyê ya duyemîn bi desthilatdarê Şamê re, di warê siyasî û erdnîgarî de berfirehkirina daxwaz û timakariyên Tirkiyê li Sûriyê ye. Ger em li erdnîgariya Sûriyê binêrin, em ê bibînin ku dewleta Tirk, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablus, Bab û Idlib dagir kiriye û bi rêya çeteyên xwe komên Artêşa Nîştimanî daxwaza rûxandina Esed dike. Daxwazên Tirkiyê ne xerîb bûn."

Di vê çarçoveyê de Behram wiha got: "Wê dewleta Tirk ji daxwaza rûxandina Esed paşde vegere û li beramberî çend şert û mercan, wê wî weke cîran û dostê Tirkiyeyê bihesibîne."

Şert û merc li gorî Behram ev in; (tawîzdayîna Esed ji bajarên ku niha ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û tev li Tirkiyê bên kirin, wek Lîwaya Îskenderûn û Antakyayê – şerkirina li dijî YPG'ê û binavkirina wê rêxistineke terorîst-  destûr ji dewleta Tirk re bê dayîn ku penaberên sûrî vegerîne Sûriyê û wan li sînorê bi firehiya 32 km bi cih bike -Şîrketên Tirk erkên avakirina binesaziya van avahiyên mêtingehiyê û avakirina xaniyan ji bo zêdetirî 3 milyon sûriyan bigire- Dewleta Tirk bi destê Cebhet El Nusra komên çete ji nav bibe - Esed wê şêwazê muxalefeta Sûriyê ya ku Enqereyê pêşkêşî dike qebûl bike û Cebhet El Nusra (Heyet Tehrîr El Şam) dê bibe modelek a şirîkê di hukim de, ev pêşniyar ji aliyê rejîma Şamê ve tê pejirandin, ji ber ku Cebhet El Nusra di eslê xwe de ji aliyêm rejîma Şamê ve hatiye çêkirin- Redkirina rejîma Şamê ya daxwazên Rêveberiya Xweser û hewldana hilweşandina wê."

Yûnis Behram wiha lê zêde kir: "li vir, piştî lêvegereke kurt ya li Peymana Cezaîrê û Lihevkirina Edenayê, em dibînin ku ji bo Sedam Husên di wê demê de baştir bû ku li şûna peymana wî ya bi Îranê re ya li dijî gelê xwe, di nav Iraqek e yekgirtî de peymana aştiyê di navbera xwe û Kurdan de çêkiriba. Hêjayî gotinê ye ku beşa dawî ya rêzefîlma Peymana Cezaîrê, hatina stûyê dîktator Sedam Husên bo darvekirinê ye. Lê Lihevkirina Edenayê ya duyemîn, ew ê fikrên Vladîmîr Pûtîn û pêşniyarên wî yên li Civîna Soçiyê ye. Vê yekê jî hişt ku Erdogan bendên timakariyên xwe yên berfirehkirinê, zêde bike."

BAZARÊN WÊRANÎ Û HILWEŞÎNÊ

Têkildarî encamên wêranker ên ku wê ev peymana plankirî di pêşerojê de ji bo gelê Sûriyê bi xwe re bîne, Behram wiha got: "Dewleta Tirk dê bi rêya Cebhet El Nusra di desthilatdariya Şamê de bibe xwedî hêza mezin û serweriya siyasî û aborî ya herî mezin (desthilata Îranê li ser Iraqê wek model). Koalîsyona Navneteweyî rejîma Şamê wek terorîst dibîne û beşdarbûna wê bi Cebhet El Nusra (El Qaîde) di desthilatê de, wê mijarê zêdetir aloz bike."

Behram wiha domand: "Wê Sûriya mayî bi gendeliya siyasî, leşkerî û aborî ji hal bikeve, belengaz bibe û bibe navenda terorê, wê mîna Iraqê bibe bazareke mutleq ya kel û pelên Tirkiyê."

Serokê Forûma Almanî-Kurdî Yunis Behram di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Li gorî çarenûsa Peymana Cezaîrê û trajediyên wê, ya herî baş ji bo rejîma Şamê ew e ku bi gelê xwe re dan û standinan bike û zemîneke demokratîk ku her du alî xwe bispêrinê ava bike da ku li şûna temamkirina bazarên xirabî û hilweşînê, Sûriyeke ji bo hemû Kurd, Ereb, Keldan û Asûran ava bike.”

(hs)

ANHA