​​​​​​​Cemal Şêx Baqî sistbûna rêveberiya Silêmaniyê rexne kir

Cemal Şêx Baqî helwesta rêveberiya Silêmaniyê ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ku li vî bajarê pêk tîne, rexne kir û got: “Helwesta wan lawaz e, pêwîste bûyeran zelal bikin. YNK’ê dema borî  helwesta tundtir nîşan dida.” Şêx Baqî bêdengiya partinên din ê Başûr û rêveberiya Iraqê jî rexne kir.

​​​​​​​Cemal Şêx Baqî sistbûna rêveberiya Silêmaniyê rexne kir
20 cotmeh, 2022   03:38
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED SEMÎR – CÎHAN BÎLGÎN

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (P.D.K.S) Cemal Şêx Baqî derbarê armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, bi taybet jî li bajarê Silêmaniyê dijî şoreşger û kesayetên têkoşer pêk dîne, her wiha derbarê helwesta partiyên Kurd û rêveberiya Irapê ya li hemberî êrîşan de ji ajansa me re axivî.

Cemal Şêx Baqî bibîr xist ku dewleta Tirk a dagirker di êrîşên ser bajarên Rojava û Başûr de balafirên bêmirov ên biçek in bikar tîne û got: "Eger Rûsya û Amerîkayê çavên xwe negirtibana, êrîş nedigihîştin vê astê. Rewşa herêmî û navneteweyî destûrê nade ku Tirkiye êrîşeke berfireh a dagirkeriyê pêk bîne, lewma bi van rêbazên qirêj dixwaze aramiya herêmê têk bibe û têkoşîna Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê asteng bike."

YNK LI GORÎ TÊ XWESTIN BI ERKA XWE RANABE

Derbarê helwesta partiyên Kurd a li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li Silêmaniyê de jî Şêx Baqî got ku divê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) weke rêxistineke Kurdistanî bi erkf xwe rabe û wiha dom kir: “YNK li gorî tê xwestin bi erka xwe ranabe. Şaneyên ku amadekariya van çalakiyan dikin li ku ne û kî ne? Ev sûcên ku diqewimin ne tenê bi balafirên bêmirov ên biçek tên kirin. Kesayetên bi guleyan şehîd dibin jî hene. Saziyên ewlehiyê li hemberî van tiştên diqewimin li ku ne, çima li hemberî vê bêdeng in? Helwesta YNK’ê di dema borî de tundtir bû. Xuyaye ku di bin bandora zexta dewleta Tirk de maye. Divê helwesta xwe li hemberî dagirkerî û kujeran nîşan bide. Ji ber ku ew di vê dozê de berpirsyar in. Ew berpirsiyarên parastina serweriya Silêmaniyê ne, ev serwerî bi kiryarên dewleta Tirk tê parçekirin."

Şêx Baqî hêvî kir ku saziyên ewlehiyê van bûyeran bişopînin, zelal bikin û nêrîna xwe wiha domand: "Pêwîst e helwesta xwe ya li hemberî dagirker û kujeran zelal bikin ku diyar bikin ew li dijî van kiryaran e û dengê xwe bilind bikin. Me heta niha helwesteke xurt ji wan nedîtiye, helwestên wan qels in."

PIRANIYA PARTIYAN DI BIN BANDORA PDK'Ê DE NE

Der barê helwesta hêzên siyasî yên din ên li Başûrê Kurdistanê de jî Şêx Baqî wiha axivî: “Piraniya wan hêzan di bin bandora Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de ne û nêrîna wan lawaz e. Li gorî helwesta PDK’ê ya li hemberî êrişên dagirkeriya dewlet Tirk tevdigerin.

‘HELWESTA IRAQÊ LAWAZ E’

Şêx Baqî helwesta lawaz a Iraqê jî bi van gotinan rexne kir: "Dewleta Tirk bi dehan baregehên leşkerî û MÎT'ê li Kurdistanê ava kirine, çima tên qebûlkirin? Balafirên Tirk bi kûrahiya 150 kîlometre xaka Iraqê binpê dikin, Şengal û Mexmûrê bombebaran dikin. Piştre jî berpirsên Iraqê tenê daxuyaniyekê didin. Lê bi awayekî rast tevnagerin û naçin Konseya Ewlekariya Navneteweyî û nabêjin ku ev êriş binpêkirina serweriya Iraqê ye."

(hs)

ANHA