​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-10-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-10-2022`YAN
19 cotmeh, 2022   23:00

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ku bi çekên kîmyawî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, Komîteya Çalakiyan a Hesekê çalakiya konvedanê li qada Suryan a taxa Nasra ya kantona Hesekê li dar dixe saet di 09:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Qamişlo bi xwepêşandekê êrişên bi çekên kîmyawî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi dirûşma Nebin hevkarên qetilkirina me û dagirkirina herêmên me şermezar dike saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Reqayê salvegera 5`an a rizgarkirina bajêr ji DAIŞ`ê bi şahiyekê li stada beledî ya bajêr pîroz dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê merasîma sersaxiyê ji bo şehîdên di encama êrişên bi çekên kîmyawî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, li qada şehîd Egîd ya Kobanê li dar dixe saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Zanîngeha Kobanê şahiyek ji bo xwendekarên hemû beşên zanîngehê yên derçûne, li hola Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê û endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê destnîşan kirin ku hedefgirtina Mihemed Bozan hewldana têkbirina aramiya herêmê ye û bang li gelê herêmê kirin ku ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li kêleka hêzên ewlehiyê bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên herêma Firatê teqezî bi pêwîstiya pêkanîna yekitiyê li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kurdan û gelên herêmên din kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cemal Şêx Baqî helwesta rêveberiya Silêmaniyê ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ku li vî bajarê pêk tîne, rexne kir û got: “Helwesta wan lawaz e, pêwîste bûyeran zelal bikin. YNK’ê dema borî  helwesta tundtir nîşan dida.” Şêx Baqî bêdengiya partinên din ê Başûr û rêveberiya Iraqê jî rexne kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskar û siyasetmedarê Sûrî Mihemed Îsa destnîşan kir ku êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk ên li dijî gerîla ji ber binketina wê ye û bang li gelên herêmê kir ku piştgiriyê bidin gerîla ji ber ku ew ji bo projeyeke mirovî û cîhanî şer dike û xwe ji bo gelên azadîxwaz kiriye mertal. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Îlham Ehmed, êrîşên dewleta Tirk a dagiker ku bi balafirên bêmirov ên bi çek heta 42 kîlometre nava axa Suriyeyê pêk tîne, wekî encama “Guhertina peymana Edeneyê” nirxand. Îlham Ehmed got; “Xûya dibe ku di gruba Astana de ev çêbûye” û bal kişand ku hewldanên çêkirina têkiliyên Tirkiye-Suriye jî girêdayî wê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kirin ku piştgiriya serhildana Rojhilatê Kurdistanê erka hemû jinên cîhanê ye û pêwîstiya meşandina têkoşînê li hember sîstemên çewisandinê destnîşan kirin û gotin: “Maf tên stendin nayên dayîn.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

Bajarê Reqa di gelek pêvajoyan re derbas bûye û ya herî zehemt dema ku çeteyên DAIŞ`ê ew dagir kiribû û dîroka wê tune hesiband, rastiya wê ya heyî înkar kir û hewl da siberoja wê jî xirab bike. Lê belê Reqayê ew tarîtiya çeteyan zû ji ser xwe rakir û nefesa azadiyê kişand. Reqa îro bûye navendeke pêşeng ji bo mayîndekirina projeya neteweya demokratîk.

RAPOR

Gelê Sûriyê encamên dan û standinên ên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de dişopîne. Ev yek hemwextî salvegera îmzekirina Lihevkirina Edeneyê ya 1998`an pêk tê. Gelo vê lihevkirinê çi bi xwe re anî? Armanca dewleta Tirk ji hewldana nûjenkirina vê lihevkirinê çi ye?

ANHA