​​​​​​​​​​​​​​'Şehîd Mihemed Bozan xwedî fikrê neteweya demokratîk bû'

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê û endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê destnîşan kirin ku hedefgirtina Mihemed Bozan hewldana têkbirina aramiya herêmê ye û bang li gelê herêmê kirin ku ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li kêleka hêzên ewlehiyê bin.

​​​​​​​​​​​​​​'Şehîd Mihemed Bozan xwedî fikrê neteweya demokratîk bû'
20 cotmeh, 2022   00:40
HESEKÊ – ARAM EHMED

Di çarçoveya sûcên şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê yên bi armanca derxistina fitneyê û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser de, di 13’ê vê Cotmehê de endamê Komîteya Parastina ya Meclisa Navçeya Şedadê û endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Bozan ji aliyên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ve dema ku vedigeriya mala xwe ya li gundê Elos, hat hedefgirtin

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El Ebdullah sûcên çeteyên çeteyên DAIŞ’ê şermezar kirin û got: “Hedefgirtina endamê Komîteya Parastinê ya Meclisa Navçeya Şedadê Mihemed Bozan bi awayekî dûrî mirovahiyê hat pêkanîn, ev hedefgirtin wek berdewamiya komployên li dijî herêmê me ye.”

Semer El Ebdullah wiha domand: “Sedema sereke ya pêkhatina van sûcan êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ew jî bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya herêmê û tirsandina gelê wê û têkbirina projeya biratiya gelan e.”

Semer El Ebdullah bang li gelê herêmê kir ku ji bo parastina destkeftiyên herêmê li kêleka hêzên ewlehiyê bisekinin û got: “Di xebatên xwe de, me plan û komployên ku li dijî me tên kirin û tirsandina karmendên Rêveberiya Xweser baş nas kirin, ji ber wê jî ji bo têkbirina wan û parastina herêmê divê gel li kêleka hêzên ewlehî û leşkerî bisekinin.”

Her wiha, endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê ya Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso wiha axivî: “Hêzên terorîst ên ku şehîd Mihemed Bozan hedef girtine dixwazin aramiya herêmê têk bibin, ji ber ku şehîd Mihemed Bozan yek ji rewşenbîrên xwedî fikrê neteweya demokratîk bû û di rûniştandina têgîna biratiya gelan de di herêmê de xwedî bandor bû.”

Oso wiha li axaftina xwe zêde kir: “Tiştê ku komên terorîst li herêmê dike hewldana peydakirina fitneyê di nav civakê de ye, îro ew Suryan, Kurdan û Ereban hedef digirin, me ev tişt jî di hedefgirtina endamê Sutoro yê Suryanî de dît, ji ber wê jî em dibêjin ev hedefgirtin bi armanca derxistina fitneyê di nav civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye.”

Di 12’ê cê Cotmehê de, erebeyek li nêzî kampa Newroz a bakurê rojhilatê navçeya Dêrikê ya Qamişlo hat hedefgirtin, di encamê de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Sutoro Mîxaîl Îbrahîm (Aryo) şehîd bû.

Di dawiya axaftina xwe de, Oso bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li herêmê, li kêleka hêzên ewlehî û leşkerî bisekinin.

(mh)

ANHA