​​​​​​​Şandeyeke fransî serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Duh 18’ê Cotmehê, şandeyeke Wezareta Derve ya Fransayê bi seroketiya balyoz û rêveberê navenda rêveberiya û piştgiriya kirîzan a Wezareta Derve ya Fransayê, Stephane Romate, serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

​​​​​​​Şandeyeke fransî serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir
19 cotmeh, 2022   18:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Şande ji aliyê hevseroketiya Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd û cîgirê hevserokatiyê Fener Giêt û endamên Desteya Rêveber Robîl Beho û Xalid Îbrahîm ve, hat pêşwazîkirin.

Herdu aliyan behsa gelek mijarên girîng nexasim zehmetiyên li pêşiya şerê li dijî terorê û pêşxistina herêmê di aliyê xizmetguzarî, aborî û mirovî de, kirin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku Fransa di hevsengiya navneteweyî de xwedî roleke mezin e û bang li wê kir ku di peydakirina çareseriyeke siyasî xwedî li erka xwe derkeve.

Her wiha, balyozê fransî Stephane Romate diyar kir ku Fransa bi baldarî rewşa Sûriyê û geşedanên wê ber çavan re derbas dike.

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku kontrolkirina Efrînê ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra) ve planên dewleta Tirk in ku di çarçoveya siyaseta lihevhatinê de ku Tirkiyê bi Şamê re pêk tîne. 

Romate destnîşan kir ku Fransa bi Rêveberiya Xweser re di heman fikarê de ye di mijara guhertinên leşkerê yên li deverên dagirkirî de rû didin û hewldanên Rêveberiya Xweser bi civata navneteweyî re di têkoşîna li dijî terorê de bi erênî nirxandin.

Çiya Kurd teqezî bi girîngiya destekdayîna Rêveberiya Xweser di aliyên siyasî, aborî û ewlehî de kir.

Romate destnîşan kir ku Fransa dixwaze têkiliyan bi Rêveberiya Xweser re di aliyê siyasî, leşkerî, ewlehî, xizmetguzarî, aborî û tenduristî de xurttir bike.

Stephane Romate diyar kir ky hikumeta Frans dê ji bo çareserkirina pirsgirêka kampên malbatên DAIŞ’ê û vegerandina hemwelatiyên fransî, bi Rêveberiya Xweser re nîqaş bike.

(mh)

ANHA