Çalakiya konvedanê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk, dest pê kir

Komîteya çalakiyan a Hesekê, ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, çalakiya konvedanê li dar xist.

Çalakiya konvedanê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk, dest pê kir
19 cotmeh, 2022   18:38
HESEKÊ

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyaniyek di 17'ê Cotmehê de weşand û  tê de bîlançoya şeş mehan a êrişên dewleta a dagirker û berxwedana gerîla li Zap, Avaşîn û Mtîna, eşkere kir. Navendê diyar kir ku dewleta Tirk 2 hezar û 476 caran bi çekên kîmyawî û bombeyên qedexkirî êrişî wan herêman kiriye.

Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) duh bi daxuyaniyekê ragihand ku 17 gerîl di êrişên kîmyawî yên dewleta Tirk de şehîd bûne û nasnameyên wan eşkere kirin.

Li ser vê esasê, Komîteya Çalakiyan a Hesekê li qada Suryan a taxa Nasira ya Hesekê çalakiya konvedanê dest pê kir ku bi dehan endamên saziyên sivîl û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye tev lê bûn

Beriya çalakî dest pê bike, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye bi meşelayan heta konê çalakiyê meşiyan.

Çalakî dê heta siba dewam bike, tê payîn ku gelek şênî tev li çalakiyê bibin,

(dm)

ANHA