Mehmûd Hebîb: Tevî dijwariya êrişan jî em bûn hêzeke bibandor li Sûriyê

Berdevkê Lîwa El Şemal El Demokratî Mehmûd Hebîb bal kişand ser rola QSDʹê ya parastina herêmê û gelên wê û got QSD xurtbûna xwe ji piştevaniya gel digire.

Mehmûd Hebîb: Tevî dijwariya êrişan jî em bûn hêzeke bibandor li Sûriyê
18 cotmeh, 2022   00:41
REQA – EHMED EL ESAF

15'ê Cotmehê salvegera 7'emîn a damezirandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ye.

Der barê salvegerê û rola QSDʹê ya li ser asta herêmî û navneteweyî de, berdevkê Lîwa El Şemal El Demokratî a di bin sîwana QSDʹê de Mehmûd Hebîb ji ANHAʹyê re axivî.

Mehmûd Hebîb di destpêka axaftina xwe de îşaret pê kir ku ewlehî, aramî û rewşa aboriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên keda QSDʹê ne ku di sala 2015'an de hatiye avakirin. Mehmûd Hebîb diyar ku QSDʹê di nava refên xwe de hemû pêkhateyên gelê Sûriyê kom kir û ji bo armanceke bi rûmet ku ew jî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê û parastina herêmê ji her gefekê ye, ew kirin yek.

Mehmûd Hebîb wiha axivî: "Van hêzan ji destpêka damezrandina xwe ve encamên baş pêk anîn. Bajarê Reqa jî di nav de Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rêxistina terorîst a DAIŞʹê û bandora wê ya neyînî ya li tevahî gel rizgar kirin. Ev hêz cihê rêzê ne, ji ber ku li herêmeke gelekî xetere û hestiyar a erdnîgariya Sûriyê guhertinek çêkir."

‘QSD'Ê PÊKHATEYÊN GELÊ SÛRIYÊ KIRIN YEKʹ

Hebîb diyar kir ku QSDʹê dikarîn hemû pêkhateyên gelê Sûriyê kirin yek û li dijî DAIŞ'ê şer bikin. Lê hemû komên leşkerî yên li herêmê nekarîn gelê Sûriyê li ser tiştekî ji wê hêsantir bikin yek, ev jî wek taybetmendiyek a QSD'ê tê hesibandin.

Hebîb destnîşan kir ku pêwîstiya her hêzeke leşkerî dema ku nû tê avakirin bi piştgiriya girseya gel heye, ji ber ku gel hevalbenda rastîn a hêzan e û wiha pê de çû: "Ev yek jî serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya pêkhateyên li hundirê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li derveyî wê piştrast dike. Em jî Hêzên El Şemal El Demokratî ji Heleb, Idlib, Hema û Şamê ne û di nava QSD’ê de cih digirin ji ber ku karîbû gelê Sûriyê ji bo armanceke birûmet bike yek. Dema ku pêwîst dike, girseya gel piştgiriya van hêzan dike, nemaze dema pêwîstiya wan bi şervanan hebe. Ji wê zêdetir jî em dibînin ku gelek kes dixwazin tev li QSD’ê bibin."

Hebîb bi boneya salvegera 7'emîn a damezirandina QSDʹê ev peyam da gelê Sûriyê: "Hûn gelê me ne. Hûn dikarin di rojên pêş de pişta xwe bidin QSDʹê, ji ber ku van hêzan li ser vê xakê destkeftiyên rast bi dest xistine. QSDʹê ya herî nêzîkî hişê sûriyan e, lewma li bendê bin ku QSD`ê û Rêveberiya Xweser li tevahiya Sûriyê werin çesipandin û em ji dikatroan û hemû awayên çewisandin û zilmê xilas bibin.”

ʹQSD DI HEVSENGIYA ROJHILATA NAVÎN DE BÛYE HÊZEKE GIRÎNGʹ

Mehmûd Hebîb axaftina xwe wiha dom kir: "Berjewendiyên navneteweyî û siyasetên ku li giştî Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên pêkanîn, hene. Bi hişmendiya siyasî û pozîsyoneke leşkerî ya bihêz me dikarîbû heta niha herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin."

Hebîb her wiha got: "Li dora me tijî hût in, di serî de jî dewleta Tirk a dagirker e dixwaze qadeke zêdetir a axa Sûriyê daqurtîne, her wiha welatên cîhanê yên ku berjewendiyên wê bi wan re heye. Tevî vê yekê jî me dikarîbû di hevsengiya Rojhilata Navîn û dosyaya Sûriyê de bibin hêzeke bibandor.”

ʹDI DEMEKE KURT DE QSD'Ê SERKEFTINEKE MEZIN BI DEST XISTʹ

Hebîb bang li hevalbendên xwe, Komkara Erebî û aştîxwazên cîhanê re kir ku di şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî Rêveberiya Xweser de bi mentiqî nîzîk bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ti dewletekê li şûna me şer nekiriye û em naxwazin ti kes li şûna me şer bike, lê em dixwazin ku di dan û standina bi me re mantiq hebe. Em vê yekê ji hevalbendên xwe, aştîxwazên cîhanê, Komkara Erebî û hemû gelên birûmet ên cîhanê dixwazin ku di şermezarkirina êriş û destdirêjiyên dagirkeriya Tirk ên li dijî Rêveberiya Xweser de, mentiqî bin."

Hebîb her wiha got: "Ev cara yekem e ku rêxistineke cîhadîst ya îslamî tê têkbirin. Me dît çawa ev yek bi salan li Cezaîr, Efganistan û Somalê dom kir û çawa li Iraq û Sûriyê belav bû. Ya her xetere jî li Sûriyê bû."

Mehmûd Hebîb diyar kir ku ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve piştgirî çi hewayî an jî îstixbaratî heye û got: "Lê li ser erdê pêwîstî bi hêzên xwedî ezmûna leşkerî yên ku bi doza xwe ve bawer hebû. Me dît çawa welatên cîhanê bi taybetî li herêmeke wek Rojhilata Navîn li ber van rêxistinan şikestin. Mînak, binêre ka li Sîna ya Misirê çi diqewime, hinek kom hene artêşa Misirê westandine, ji bo ku artêş jî bikaribe wan kontrol bike gelek tedbîqatên leşkerî û ewlehiyê pêk tînin."

Berdevkê Lîwa El Şemal El Demokratî Mehmûd Hebîb di dawiyê de got: "Em dibînin ku paşketin û qelsî di operasyonên li hember van rêxistinan de hene. Lê Hêzên Sûriya Demokratîk dikarîbûn di demeke rekor de van rêxistinan ji holê rakin. Mesele ne propagandaya medyayî ye, lê belê rastiyek li ser erdê ye ku hişt aliyên navneteweyî wê wekî rewşek rastîn a nû qebûl bikin û bikaribin li ser wî bingehî pêşeroja Sûriyê ava bikin."

(hs)

ANHA