​​​​​​​Ji lingê xwe bû lê bi kameraya xwe têkoşînê didomîne

Şervanê QSDʹê Îsa Şihaze tevî ku ji lingekî xwe bûye û nikare çekê rake, lê têkoşîna xwe didomîne. Îsa rahiştiye kameraya xwe û wateya rasteqîn a fedakariyê îsbat dike.

​​​​​​​Ji lingê xwe bû lê bi kameraya xwe têkoşînê didomîne
18 cotmeh, 2022   04:43
TEBQA – EBDUREHMAN SALIH

Mîna gelek ciwanên Tebqayê, Îsa Şehaze (23) jî beşdarî QSDʹê dibe da ku bajarê xwe ji çeteyên DAIŞʹê rizgar bike.

Gelek sedem hene hişt ku Îsa çekê rakê û cihê xwe di nava refên QSDʹê de bigire. Fedakariyên ku şervanan di oxira rizgarkirina bajar de dane, bandoreke mezin li Îsa dike, her wiha zilm û terora çeteyên DAIŞʹê û azarên ku di nava 4 salan de bi serê gelê herêmê de anîn, hêzekê di hundirê Îsa de çêdike. Li ser vê yekê biryarê dide ku di cenga azadî û rûmetê de bibe şervan.

Îsa Şehaze piştî 5 mehan ji tevlêbûna xwe ya nava QSDʹê de, di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞʹê de ku sala 2017ʹan pêk hatibû, ji ber teqîna mayinekê ji lingê xwe yê çepê birîndar dibe û lingê wî tê jêkirin.

/kr/uploads/files/2022/10/17/183724_-.webp

Îsa Şehaze diyar dike ku di destpêka birîndarbûna xwe de gelek zehmetî kişandine û wiha axivî: "Destpêkê rewş ne hêsan bû. Tiştên ku min di Mala Birîndaran de dîtin, birînên şervanên ku ji birîna min girantir in û israr û morala wan hêz in, hêz û îrade dane min."

Piştî ku birîna Îsa baş dibe û lingekî çêkirî datîne, dikare bimeşe, lê nikare mîna berê karê xwe di nava hêzên leşkerî de dewam bike. Tevî vê yekê piştî 6 mehan pêşniyar dike ku wekî rojnamevan di Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê de kar bike. Pêşniyara wî ji aliyê Rêveberiya Mala Birîndaran ve tê qebûlkirin.

Li ser vê mijarê Îsa Şehaze dibêje: "Min qada ragihandinê di Meclisa Malbatên Şehîdan de hilbijart, ji ber ku şehîdên me her tiştên giranbuha dane. Ji ber vê yekê min dît divê fedakariyên wan û armancên wan ji tevahî cîhanê re ragihînim. Ne tenê rakirina tivingê girîng e, dibe ku pênûs û kamere ji çekê bi hêztir bin dema ku fikrekî azad û îradeyeke azad li gel mirov hebe.”

Şehaze di karê xwe de girîngiyê dide parvekirinên malbatên şehîdan ên li ser jiyan û fedakariyên zarokên wan ên şehîd û sedemên fedakariyên ku didin. Her wiha hewl dide lehengî û hestên welatparêziyê ji mirovahiyê re ragihîne. Îsa Sehaze dibêje "Ez ê nesekinim heta ku serkeftin misoger bibe, hêzên tarî li ser xaka me tune bibin û ewlehî û aramî pêk were."

Îsa Şehaze bi rêya ajansa me ev peyam da hevalên xwe yên şervan: "Doza ku hûn ji bo wê şer dikin doza gel e. Gel bi salan ji ber sîstemên despot azar kişand. Ji ber vê yekê divê em berdêlên giran bidin heta ku azadî û rûmetê misoger bikin."

ANHA