Şêniyên Til Birakê nerazîbûn nîşanî şewitandina Girtîgeha Evîn da

Şêniyên navçeya Til Birakê nerazîbûn nîşanî şewitandina Girtîgeha Evîn a Tehranê da û banga rawestandina sûcên rejîma Îranê yên li dijî jinan û gelên Îranê kir.

Şêniyên Til Birakê nerazîbûn nîşanî şewitandina Girtîgeha Evîn da
17 cotmeh, 2022   09:37
QAMIŞLO

Meclisa Kongra Star a navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina şewitandina Girtîgeha Evîn a Tehranê meşek li dar xist. Bi dehan şênî tev li meşê bûn û bang li hêzên navneteweyî kirin ku erkên xwe pêk bînin û kiryarên dermirovî yên rejîma Îranê yên li dijî gelan rawestînin.

Meş ji çerxerêya Firinê ya başûrê navçeyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan û Jîna Emîn hatin hildan. Her wiha diruşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Na ji dîktatoriyê re" hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Şehîdan a naverasta navçeyê sekinî. Li vir ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endama rêveber a Kongra Star a Til Birakê Alya El Iwês axivî, qetilkirina Jîna Emînî û tundiya li ser jinan şermezar kir.

Alya El Iwês diyar kir ku piştî çend hefteyan di ser qetilkirina Jîna Emînî re rejîma Îranê bi rêbazekî hovane Girtîgeha Evîn şewitand û wiha domand: "Ev rêbaz berdewama siyasetên desthilata dîktator e ku tirs û xofê bixe belav bibe û hegemoniya xwe ferz bike"

Alya El Iwês bang li hêzên navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bînin û kiryarên hovane yên li dijî mirovahiyê rawestînin.

Çalakî bi berzkirina diruşmeyan bi dawî bû.

ANHA