TEV-DEM: Derxisina şewatê li Girtîgeha Evîn tolhilanîna ji îradeya gelan e

TEV-DEMʹê derxistina şewatê ya li Girtîgeha Evîn a Tehranê şermezar kir û got: "Rejîma molla a Îranê li şûna ku ji bo dîtina çareseriyên bingehîn û aştiyane yên gundaw  diyaogên civakî yên demokratîk ava bike tolê ji îradeya gelan hiltîne."

TEV-DEM: Derxisina şewatê li Girtîgeha Evîn tolhilanîna ji îradeya gelan e
17 cotmeh, 2022   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê derxistina şewatê li Girtîgeha Evîn a li bakurê paytexta Îran Tehranê şermezar kir û banga xwedîderketina li serhildana li Rojhilatê Kurdisatnê û Îranê kir.

TEV-DEMʹê diyar kir ku li seranserî bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêla xwepêşandan û çalakiyan berfireh dibe û bi pêşengiya jinan û bi dirûşmeya (Jin, Jiyan Azadî) ev xwepêşandan veguherîn şoreşa civakî, demokratîk û exlaqî ya nûjen.

TEV-DEM`ê daxuyand ku şoreşê rihekî manewî da tevahî pêkhateyên Îranê ku tev li vê şoreşa dîrokî bibin ku rêya ber bi serkeftineke tekûz li dijî zilm û despotiya rejîma molla ya nûjen a Îranê ve hilbijart û wiha got: " Êdî ev rejîm ji bo rawestandina têkoşîna şoreşgerî ya bi pêşeniya jinan bêçare ma ye. Jin bûye sembola îradeya azad û pîroz û asta bandoriya wê ya mirovî li herêmê û cîhanê, nemaze li tevger û rêxistinên jin û ciwanan belav bû."

TEV-DEM`ê her wiha îşaret bi zextên rejîma Îranê yên li ser xwepêşanderan kir û wiha pê de çû: "Ruxmî hemû hewldan û rêbazên tepisandinê û bikaranîna guleyan, ruxmî ku artêş û hêzên ewlehî yên rejîma molla li kolanên bajaran belav bûn da ku careke din serweriya xwe li dijî nirx û exlaqên gel û pêkhateyên hevgirtî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ferz bike lê bi bin ket, ji ber ku rejîmê xeta tundiya plankirî hilbijart û sûcên zêdetir li ser jin û zarokan pêk anîn da ku îradeya wan bişkîne.

TEV-DEM`ê da zanîn ku rejîma Îranê bi derxistina şewatê li girtîgeha Evînê hewl dide tolê ji îradeya gelan hilîne û wiha gomand: "Li şûna ku diyalogên civakî yên demokratîk ji bo dîtina çareseriyên bingehîn û aştiyane yên guncaw ava bike, lê dîktatoriyê nîjadperest a rejîma molla şoreşa azadî û edaleta civakî tehemul nake, ji ber vê yekê agir berda girtîgeha Evîn, di encamê de bi dehan girtiyên siyasî hatin qetilkirin û gelek jî birîndar bûn. Ev dide îsbatkirin ku rejîma molla ya Îranê êdî li bajar û bajarok û girtîgehan tolê ji îradeya gelên demokratîk hiltîne. Dibe ku berî bide karkerên înşa û kargehan. ʹʹ

TEV-DEM`ê di beşeke din a daxuyaniyê de hişyarî da ku rejîma molla ya Îranê siyasetên îdamkirina komî berfireh bike.

Her wiha derxistina şewatê li Girtîgeha Evîn bi tundî şermezar kir û got: "Ev yek bi serê xwe sûcek li dijî mirovahî û li dijî îradeya şoreşa gelan a bi serkêşiya jinanên wêrek e, heman demê bi serê xwe siyasetên bi armanca wêrankirina çanda exlaqî ya civakî ye."

TEV-DEMʹê di dawiya daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî û yên jinan û tevahî rêxistinên civaka sivîl û hêzên demokratîk û siyasî yên li herêmê kir ku destek û piştgiriyê bidin îradeya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û zext li desthilata molla a Îranê bikin da ku binpêkirinên xwe rawestîne.

Roja Şemiya borî li girtîgeha Evîn a Tehranê şewat derket.

Li gorî daneyên fermî, di encamê de 4 girtî hatin qetilkirin û 61 kes birîndar bûn û rewşa 4 birîndaran giran e.