Gerîlayên azadiyê 10 helîkopterên dagirkeran xistin 75 jî derb kirin

Gerîlayên azadiya Kurdistanê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, di çarçoveya operasyonên şoreşgerî de, di 6 mehan de 10 helîkopter xistin, 75 jî derb kirin.

Gerîlayên azadiyê 10 helîkopterên dagirkeran xistin 75 jî derb kirin
17 cotmeh, 2022   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê, bîlançoya şerê 6 mehan ku 14’ê Nîsanê bi êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk re destpê kiribûn, eşkere kir. Di bîlançoyê de yek ji xalên herî zêde balê dikişîne jî derbeyên ku gerîlayên azadiyê li hêzên hewayî yên dagirkeran xistine ye.

Di daxuyaniya têkildarî mijarê de hat destnîşankirin ku gerîlayên HPG’ê ji 14’yê Nîsanê heta 14’yê Cotmehê di çarçoveya pêngavên şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de derbeyên giran li artêşa dagirker hatine xistin.

Di beşa têkildar a daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn 7 helîkopterên Skorsky û 3 helîkopterên êrîşê hatine xistin-tunekirin. Her wiha derbe li 43 helîkopterên Skorsky û 32 helikopterên êrîşê hatine xistin.