Dadgehê 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li Leyla Guven birî

Dadgehê der barê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de bi îdiaya “propaganedeya rêxistinê” kiriye, 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê birî.

Dadgehê 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li Leyla Guven birî
17 cotmeh, 2022   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûniştina doza ku bi hinceta “propagandaya rêxistinê” li dijî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû vekirin, li  Dadgeha Cezayên Giran a 9’emîn a Amedê hat dîtin.

Leyla Guven ji bo parastina xwe bike, bi rêya pergala SEGBÎS’ê beşdarî rûniştinê bû.

Dadgehê bi îdiaya ku di 3 axaftinên cuda de “propaganadaya rêxistinê” kiriye 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li Leyla Guven birî.

Dozger di rûniştina berê ya 7’ê Îlonê de der barê Leyla Guven de bi giştî 43 sal û mehek û 15 roj cezayê girtîgehê xwestibû.

Leyla Guven li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê dîlgirtin.