​​​​​​​Li herêma Cizîrê ecac rabû

Li deverên cuda yên herêma Cizîrê ecac rabû. Pispor destnîşan dikin ku kesên nexweşiyên bêhnkişandinê pê re hene, divê baldar bin û dernekevin derve.

​​​​​​​Li herêma Cizîrê ecac rabû
17 cotmeh, 2022   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê li herêma Cizîrê ecac (bagera tozê) rabû. Ecac herî zêde bandorê li kesên ku nexweşiyên bêhnkişandinê pê re hene, dike.

Çavkaniyekî ji nexweşxaneya gel a Hesekê ragihand ku heta niha ji ber hecacê rewşa hin nexweşên “rebû” yên ji navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê giran bûye û rakirine nexweşxaneyê.

Li herêma Cizîrê her sal ecacên demsalî yên sivik-navîn rû didin, bi taybet di demsalên bihar û payîzê de. Lê belê îsal ji ber hişkesaliya li herêmê, ecac dijwar bûn.

(cx)

ANHA