​​​​​​​Bombebarana Rûsya ya li ser gundewarên Helebê di rojeva rojnameyên erebî de ye

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa zêdebûna êrişên Rûsyayê li herêmên dagikirî yên Sûriyê, rewşa Iraqê û hilbjiartinên parlamantoya nû ya Tûnisê kir.

​​​​​​​Bombebarana Rûsya ya li ser gundewarên Helebê di rojeva rojnameyên erebî de ye
17 cotmeh, 2022   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

RÛSYA DI VÊ MEHÊ DE BI DIJWARÎ ÊRIŞÎ HERÊMÊN OPERASYONAN ÊN TIRKIYÊ KIR

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: “Balafirên şer ên Rûsyayê roja yekşemê bi moşekan rêzeêrişên hewayî pêk anîn. Êriş li derodra bajarên Efrîn û Ezazê û baregeheke leşkerî ya girêdayî komên çekdar ên alîgirên Enqereyê li herêma operasyonan a Tirkiyê (Çiqilê Zeytûnê) ya li bakur rojavayê Helebê pêk hatin. Di encamê de hejmareke endamên wan koman hatin kuştin û birîndarkirin. Ev êriş piştî rojekê ji agirbesta di navbera hevbeniya Feyleqa Sêyemîn û hevbendiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) de pêk hatin.

Ev bombebarana Rûsyayê li dijî herêmên li gundewarê bakurê Helebê yê di bin serweriya komên opozîsyonê de, di vê mehê de ya herî dijwar bû.

Çalakvanên ji gundewarê Helebê ragihandin ku êrişên bi moşekan li dijî herêmên nêzî bajarên Ezaz û Efrînê, derdora rêya di navbera wan de pêk hatine. Her wiha baregeheke koma Siqûr El Şam yên girêdayî Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ya destekê ji Enqereyê digire, li nêzî herêmên Kefer Cenê û Qitmê yên li bakurê rojavayê Helebê hatiye hedefgirtin. Di encama êrişan de heta kêliya amadekirina vê nûçeyê 7 endam hatine kuştin û hejmareke din birîndar bûye, her wiha ziyanên mezin di baregehê de pêk hatine.

HTŞ`ê karwanên xwe yên leşkerî ji bajarê Efrînê ber bi Idlibê ve vekişandin,, lê beşekî ji hêzên xwe yên ewlehiya giştî ji bo rêveberirina herêma Efrînê û kontlorkirina ewlehiyê, hişt. Ev yek piştî destpêirina pêkanîna agirbestê pêk hat.

Têkildarî herêmên operasyonan ên Tirkiyê (Çiqilê Zeytûnê) ku herêmên Efrîn, Raco, Ezaz, Mobeta û bi dehan gundên li bakurê rojavayê Helebê digirin nava xwe, nêrînên sûriyeyiyan ên têkildarî êrişên dawîn ên Rûsyayê cuda ne. Hinek dibêjin ku bi van êrişan Rûsya dixwaze vê peyamê bide, ku ew di zêdekirina êrişan de bi israr e, ew girîngiyê nade lihevkirinên agirbestê û aramiyê yên bi Tirkiyê re, nexasim ku herêm berê jî gelek caran ji aliyê Rûsyayê ve hatibû bombebarankirin. Lê belê hin dijberên HTŞ`ê jî dibêjin ku êrişên hewayî yên Rsûyayê wekî refleksa wê li hember ketina HTŞ`ê ya herêmên serweriya Tirkiyê ye û ev yek bihaneya bombebarana Rûsyayê ye. Di heman demê de texmîn kirin ku ev êriş berdewam bikin.”

BANGÊN JI BO HIKUMETA BÊ YA RAQÊ KU ZEMÎNA HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT AMADE BIKE

Têkildarî rewşa Iraqê jî rojnameya El Itîhad a Îmaratê wiha nivîsî: “Piştî ku Şepêla Sedr beşdarî hikumeta ku Mihemed Şiya El Sûdanî ji bo avakirina wê hatiye erkdarkirin nebû, metirsî hene ku hêrsa gelê Iraqê vegere. Di heman demê de hêzên siyasî bang kirin ku erka hikumeta ku tê çaverêkirin zemînê ji bo hilbijartinên pêşwext û destpêkirina diyaloga nîştimanî ji bo guhertina destûrê û bidawîkirina aloziyan bi çavdêriya NY`yê, amade bike.

Berdevkê serokê Şepêla Sedr, Salih Mihemed El Iraqî hewldanên Çarçoveya Hemaheniyê bi tundî rexne kiribû û hikumeta tê çaverêkirin bi hikumeta “îtîlafê û milîsan” bi nav kir û car din din beşdariya tê de red kir.

Hevbendiya Weteniyê ya bi serokatiya Iyad Elawî jî duh goti ku erka hikumeta bê divê amadekirina zemînê ji bo hilbijartinên pêşwext û vekirina girêkên ku di encama aloziyên berê de derketine be.

Mamosteyê zanistên siyasî yê Zanîngeha Bexdayê û serokê Navenda Fikrên Siyasî Îhsan Şemerî jî pêşbîn kir ku hikumeta bê di avakirina xwe de wekî hikumetên berê sîstema parvekirinê esas bigire.

Her wiha destnîşan kir ku Sedr dê destgirêdayî nemîne û dê beşdarî opozîsyona gelêrî bibe ku dê pêl bi pêl mezin bibe û dê hilweşandina vê hikumetê bixe nav hesabên xwe.”

LI TÛNISÊ DERIYÊN NAMZETIYA PARLAMANTOYA NÛ HATIN VEKIRIN

Rojnameya El Beyan jî têkildarî rewşa Tûnisê wiha nivîsî: “Îro li Tûnisê deriyên namzetiya Meclisa Nûneran a nû tê vekirin, ,ku dê di 17`ê Kanûna bê de were hilbijartin. Serokê Tûnisê Qeys Seîd tekez kir ku dê heman xeta hilbijartiye dewam bike û destnîşan kir ku dê welatê xwe ji pençên ên aramiyê têk dibin û hewl didin bi xêr û bêrên gel bilîzin, rizgar bike.

Gelê Tûnisê li bendê ye ku bi awayekî fermî guhertinên ku serok Qeys Seîd li ser qanûna nû ya hilbijartinan çêbike, bê ragihandin.”

(cx)