ʹTevî rapora IPPNW, civata navneteweyî li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk bêdeng eʹ

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Emîn Elîko destnîşan kir ku divê hêzên navneteweyî li gorî peymana IPPNWʹê tev bigerin û li hember bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve yên li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê bisekinin.

ʹTevî rapora IPPNW, civata navneteweyî li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk bêdeng eʹ
17 cotmeh, 2022   07:28
HELEB – NESRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên qirkirin û dagirkirinê yênli dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) li çiyayê Kurdistanê didomîne. Dewleta Tirk bi van êrişan hemû pîvan û nirxên navneteweyî û qanûnên şer bin pê dike. Lê piştî ku nikarî tu gavan pêşde biavêje berê xwe da bikaranîna çekên kîmyewî û yên atomî.  Ev yek bi raporeke fermî ji aliyê Yekitiya Bijîşkên Navneteweyî yên li Dijî Şerê Atomê (IPPNW) ve hat piştrastkirin.  IPPNW  bang vekirina lêpirsîneke serbixwe der barê bikarnîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve kir.

Şandeya IPPNW’ê di 20-27’ê Îlona borî de serdana Başûrê Kurdistanê kiribû û destnîşan kir ku wê gelek delîl li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi dest xistine.

Her wiha şandeyê diyar kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xebatên lêpirsînê û hevdîtina bi mexdûrên êrişên kîmyewî re asteng dikirin.

Der barê vê yekê de, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emîn Elîko axivî. Emîn Elîko  di destpêka axaftina xwe de berxwedana gerîla û têkoşîna wan a ji bo mirovahî û gelên bindest silav kir û got, dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina berxwedana Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) serî li rêbazên qirêj wek bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dide.

ʹBÊDENGÎ CESARETÊ DIDE DEWLETA TIRKʹ

Elîko bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker wek pejirandina bikaranîna çekên kîmyewî  bi nav kir û diyar kir ku ev bêdengî dide diyarkirin ku berjewendiyên hevbeş di navbera wan de hene.

Emîn wiha lê zêde kir: “Mexdûrên van êrişan kesên sivîl ên ji Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, êdî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker zêdetir bûye ku li ser mirov û keviran xetere ye.”

GAVEK TENÊ NE BES E

Elîko bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Mixabin rapora IPPNW’ê negihîşt tu encaman, ji ber ku hêzên navneteweyî heta niha jî bêdeng in. Heta hikumeta Başûrê Kurdistanê ya ku bi kurdiyetiyê bang dike jî karê IPPNW’ê yê di dema serdana wê ya ji bo Başûrê Kurdistanê de asteng kir.”

Elîko îşaret bê kir ku divê helwesteke cidî ji aliyê hêzên navneteweyî ve û tevgerîna li gor rapora IPPNW’ê hebe û got: “Gava ku IPPNW’ê avêtiye ne bes e, divê civata navneteweyî jî rola xwe bilîze û ji wê bêdengiya xwe derkeve û sûcên dagirkeriya Tirk rawestîne.”

ʹBI TÊKOŞÎNA GERÎLA WÊ XEYALÊN DEWLETA TIRK TÊK BIÇINʹ

Emîn Elîko destnîşan kir ku armancên dewleta Tirk a dagirker ew e ku cîhanê li gor hişmendî û pîvanên xwe saz bike û got,  êrişên wê ne tenê li dijî PKK’ê, lê belê li dijî hemû gelên azadîxwaz in.

Elîko bang li saziyên civaka sivîl û partiyên demokrasîxwaz û kesayetên ku bi mirovahiyê bang dikin kir ku sûcên hovane yên dewleta Tirk teşhîr bikin. Her wiha got, armanca van sûcan ew e ku osmaniyê vejîne û bi rêya dagirkirina Kerkûkê heta Helebê Mîsaqê Millî pêk bîne.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Emîn Elîko di dawiya axaftina xwe de got: “Gel gerîla ye, gerîla jî gel e, gerîla ji tevahiya cîhanê re bi fedakarî û berxwedana xwe da xuyakirin ku ew rizgarê yekane ya gelên bindest e.”

(mh)

ANHA