​​​​​​​Panorama hefteyê: Erdogan çeteyên Tehrîr El Şam ji bo nêzbûna bi hikumeta Şamê re bi kar tîne

​​​​​​​Şopdarên rewşa Sûriyê gotin ku serokê dewleta Tirk a dagirker destûr daye çeteyên "Tehrîr El Şam" da ku bi lez bajarê Efrînê kontrol bike û bi vê yekê rûpeleke nû bi hikumeta Şamê re veke. Her wiha muzakereya girêdayî enerjiyê ya di navbera dewleta Tirk û hikumeta Debîbe de bû mijar nîqaşan, heman demê hişyarî hene ku ev yek Lîbyayê ber bi şerkî navxweyî ve bibe û dagirkeriya Tirk a li Lîbyayê bisepîne.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Erdogan çeteyên Tehrîr El Şam ji bo nêzbûna bi hikumeta Şamê re bi kar tîne
16 cotmeh, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, muzakereya enerjiyê ya di navbera dewleta Tirk û hikumeta Debîbe de, her wiha binkeftina parlamantoya Lubnanê di hilbijartina serokkomarekî nû de mijarên rojanameyên erebî yên hefteya borî bûn.

ʹGELO ERDOGAN BINGEHA ŞERÊ HEYET TEHRÎR EL ŞAM Û VEKIRINA RÛPELEKE NÛ BI ESED RE DATÎNE?’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: “Heyet Tehrîr El Şam bi lez dest danî ser bajarê Efrînê û ew ji destê komên piştgiriyê bi awayekî eşkere ji Tirkiyê digirin, derxist. Vê yekê bi xwe re pirs derxistin holê ku çima Enqere li hember van geşedanan bê deng e, gelo ev tevger bi perspektîfên wê ne yan jî xwest jê hin armancan pêk bîne.

Çavdêrên rewşa Sûriyê dibêjin ku Heyet Tehrîr El Şam (komeke radîkal e û di lîsteya rêxistinên terorîst de ye) eger ne di berjewnediya Enqereyê de bûya, nikarîbû bi lez vê serkeftinê pêk bîne. Her wiha destnîşan kirin, dibe ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan rê daye vê tevgerê da ku di qonaxa yekemîn de bale bikişîne ser hêza vê rêxistinê û piştre bi hêz li hemberê bisekine da ku rûpelek nû bi serokê Sûriyê Beşar Esed re veke, ku dê Heyet Tehrîr Şam bibe dijminekî hevbeş ê wan.

Çavdêr dibêjin ku Tirkiye niyeta xwe ya peywendî danîna bi Esed re venaşêer û amade ye di oxira wê de Heyet Tehrîr Şam bide, ku girêdayî El Qaîdeyê ye. Ev yek dê li hember tevlêkirina komên din ên opozîsyonê ji lihevkirinên bi Esed re be, nexasim ligel lihevkirina Tirkiye-Rûsya li ser sekinandina li hember şepêlên wekî terorîst tên binavkirin.”

‛MUZAKEREYA ENERJIYÊ NÎQAŞÊN LI SER ROLA DEWLETA TIRK LI LÎBYAYÊ ZÊDE KIRIN’

Li ser muzakereya lihevkirinê ya der barê enerjiyê de di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Debîbe de rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Li Lîbyayê nîqaşeke qanûnî û siyasî ya mezin der barê muzakereya lihevkirinê de ku di vê dawiyê de bi dewleta Tirk re li ser enerjiyê hatiye îmzekirin heye. Alîgiran diyar kir ku ew yek dikeve ximzeta berjewendiyên welat, lê muxalîfan hişyarî li ser pêkanîna nakokî û şerekî navxweyî yê li Lîbyayê da. Siyasetmedar û şopînerên kar û barên Lîbyayê analîz, bandorên vê gavê û îsbatkirina hebûna dewleta Tirk li qada Lîbyayê eşkere kirin.

Gelek siyasetmedaran diyar kir ku îmzekirina mîna van muzakereyan rewşa dewleta Tirk ku lîstikvanê sereke li dîmena Lîbyayê geş dike. Her wiha endamê Kongreya Nîştimanî yê berê Ebdulmunim El Yesîr got êdî li gel Enqere biryar heye ku bigihîne çi hikumetê li Terablusê û kontrol bike. Mixabin rêbazên gelek hêzên siyasî bûn alîkar ku Enqere di vê rewşê de kûr bibe.

El Yesîr eşkere kir ku dê dewleta Tirk li ser rewşa wiha berdewam bike, bixebite, da ku destkeftiyên zêde bi rêya bihêzkirina milîsên çekdar ên alîgirê hikumeta Debîbe yan jî çêkirina sîxurên xwe li Lîbyayê qezenc bike û zextê bike ku hilbijartinên gışti pêk bên, da ku tevgera îslama siyasî ya alîgira wê û Debîbe encaman kontrol bike."

‛LUBNAN CAREKE DIN DI HILBIJARTINA SEROKKOMAR DE BI BIN DIKEVE’

Li ser rewşa Lubnanê rojnameya Îtîhad El Îmaratî wiha nivîsand: "Duh, cara duyemîn parlamentoya Lubnanê di hilbijartina serokekî nû ji welat re, li gel parçebûnên kûr û tunebûna lihevkirinekê li ser kesê li şûna serokê niha Mîşêl Ewn bigire, bi bin ket.

Rûniştin bi sedema temambûna mafê qanûnî li dar neket, wê jî hişt serokê parlamentoyê Nebîh Berî rûniştinê hetea 20’ê Cotmehê taloq bike."

ANHA