Li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildan berdewam in 

Îro jî li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê gel bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” li qadan bûn.

Li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildan berdewam in 
15 cotmeh, 2022   17:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî qetilkirina Jîna Emînî destpêkiribûn didome.

Îro jî li Kolêja Teknîkî û Pîşeyî ya Şerîetê ya li Tehranê xwendevanên jin kefî li serê xwe nekirin û dirûşmên ‘jin jiyan azadî’ bilind kirin. Li bajarê Hemedan jî xwepêşandan hebû û polîsan êriş kirin.

Tevî ku xetên înternetê lewaz in û bikaranîna torên medya dijîtal hatine sinordarkirin, lê di dîmenên ku hatin belavkirin de diyar dibe ku li cadeyên bajarê Erdebîl ê bakur rojhilatê welat jî xwepêşandan berdewamin.

Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Seqiz, Sine û Mihabadê jî carek din xwepêşandanan destpêkirin û dirûşma sereke ya xwepêşandanan ‘Jin jiyan azadiye’.

Îro li çend dibistanên bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê xwendevanên jin xwepêşandan lidarxistin. Her wiha li zanîngeha Tehran, Esfehan û Kirmaşan jî xwepêşandan hebûn.

Ajansa fermî ya ÎRNA ya Îranê ragihand ji destpêka xwepêşandanan ve sê endamên hêza Besîc (Cerdevan) li Tehranê hatine kuştin û 850 kes jî birîndar bûne.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî herî kêm 23 zarok “Ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve bi rengekî îllegal hatin kuştin.” Rêxistina Efûyê diyar kir ku qurbanî di navbera 11 û 17 salî de bûn.

Her wiha li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan ji 16’ê Îlonê ve li seranserî Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanan de 201 kes hatine kuştin