Komploya navneteweyî bû mijara panela însiyatîfa `Nûn a azadiya Ocalan` li Lubnanê

“Însiyatîfa Nûn a azadiya Ocalan” li herêma Bîqa ya Lubnanê têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan panelek li dar xist. Tê de li ser girîngiya felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji bo gel û jinên herêmê û pêwîstiya pêkanîna lêhûrbûnekê di fikrê wî yê rizgarkiriyê de nîqaş hatin kirin.

Komploya navneteweyî bû mijara panela însiyatîfa `Nûn a azadiya Ocalan` li Lubnanê
15 cotmeh, 2022   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Panel vê sibê li dar ket, tê de gelek çalakvanên jin ên rêxistinên jinan ên Lubnanê beşdar bûn. Di destpêka panelê de berdevkê Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan Sewsen Şoman axivî û behsa sedem û encamên komploya navneteweyî ya li dijî ronakbîr rêber Abdullah Ocalan kir û bihûrgulî, balkişand ser binpêkirinên hovane yên li dijî rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de tên kirin.

Piştre endama Komîteya Hişyarkirin û Perwerdeyê ya însiyatîfê Sewsen Mehmûd, îşaret bi fikr û felsefeya rêber Ocalan kir nexasim a têkildarî azadiya jinan û çawa ev fikr hêzên împeryalîst û kapîtalîst ên cîhanê, nerihet kir û di encamê de komplo plan kir.

Seroka Weqfa Jîn a Jinan Buşra Elî têkildarî felsefeya netewa demokratîk a ku rêber Ocalan pêşkêş kiriye, axivî û diyar kir ku ev proje, xwedî li azadiya jinan, biratiya gelan, çanda jiyana aştiyane ya di navbera gelên herêmê de derdikeve û got: “Rêber Ocalan di têkoşîna xwe de banga van rêgezan kir. Ji ber wê hêzên navneteweyî yên mezin, rêber Ocalan li pêşiya siyasetên xwe asteng dît, ji ber ku ew parçekirina civakê armanc dikin, nexasim gelên Kurd û Ereb. Ji ber wê komplo li dijî wî pêk anî.”

Di dawiya panelê de, li ser girîngiya felsefeya rêber Ocalan ji bo gelan û jinan, pêwîstiya pêkanîna lêhûrbûnê di firkê rizgariyê ya modern nîqaş hatin kirin.

ANHA