Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bîlançoya 10 rojan a êrişên dagirkeriya Tirk eşkere kir

​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bîlançoya 10 rojan a êrişên dagirkeriyê yên li ser navçeya Eyn Îsa û Girê Spî eşkere kir û soz da ku ew ê bersiva hemû êrişên dagirkeriya Tirk bidin û planên wê yên dagirkirina xaka Sûriyê têk bibin.

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bîlançoya 10 rojan a êrişên dagirkeriya Tirk eşkere kir
15 cotmeh, 2022   11:27
EYN ÎSA

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer bi daxuyaniyekê bîlançoya 10 rojan a êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsa û Girê Spî eşkere kir.

Wîsam El Omer ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû cûre çekên giran û sivik êrşiên xwe li ser eniyên şer ên derdora navçeya Eyn Îsa, bajarokê Hîşa, gundên Fatsa, Xalidiyê, Hoşan, Gultep û depoyên genim ê Qizelî giran kirine.

Wîsam El Omer diyar kir ku di encama êrişan de li gundên Fatsa û Gultepê hejmarek mal û mizgefta gundê Fatsayê hilweşiyan.

El Omer îşaret pê kir ku ne tenê malên şêniyan rasterast bûn hedef, heman demê pompa avê ya gundê Fatsa û kabilên kehrebeyê hatin hedefkirin, di encamê de kehrebe li ser navenda navçeyê û gundewarên wê qut bû.

El Omer destnîşan kir ku hemwextî salvegera sêyemîn a êrişên dagirkeriyê yên li ser kantona Girê Spî ku 9ʹê Cotmeha 2019ʹan dest pê kirin, êrişên girantir bûn.

Wîsam El Omer daxuyand ku dagirkeriya Tirk ji vê topbaranê armanc dike ku şêniyan bitirisîne da ku wan neçarî koçberiyê bike û di encamê de projeya xwe ya dagirkirina xaka Sûriyê temam bike û bike navenda ewle ji bo çeteyên DAIŞʹê. El Omer kuştina serçeteyekî DAIŞʹê ji aliyê Koalîsyona Navneteweyê ve li nêzî bajarokê Hemam Tirkeman ê dagirkirî bi bîr xist.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer soz da ku ew ê bersiva hemû êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bidin û planên wê yên dagirkirina xaka Sûriyê têk bibin.

ANHA