​​​​​​​Tevgera Sedr ragihand ku tev li hikumeta nû nabe

Wezîrê Sedir ragihand ku wê Tevgera Sedr tev li hikumeta nû ya Iraqê nebe.

​​​​​​​Tevgera Sedr ragihand ku tev li hikumeta nû nabe
15 cotmeh, 2022   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Salih Mihemed Iraqî ku weke wezîrê serokê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr tê nasîn der barê tevlîbûna tevgera wan ya ji bo hikumeta nû ya Iraqê de, li ser twîttera xwe peyamek belav kir.

Salih Mihemed di peyama xwe de got; “Em bi zelalî ji endam û alîgirên xwe re dibêjîn ku em bi ti awayî tevlî vê hikumeta nû nabin. Her kesê bi navê me bixwaze tevlî kabîneyê jî bibe, bi ti awayî nûnertiya me nake, em ê xwe jê qut bikin û ji derveyî xwe hesab bikin. Pêşniyara me ew e ku Iraq nebe koleyê bernameya derve.”