​​​​​​​Hejmara qurbaniyên karesata Bartinê derket 40`î

Di kareseta kana komir ya li navçeya Amasra ya Bartinê pêk hat de hejmara qurbaniyan derket 40’î. 

​​​​​​​Hejmara qurbaniyên karesata Bartinê derket 40`î
15 cotmeh, 2022   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Amasrayê ya Bartinê, li Midûriyeta Miesese ya Amasra ya Saziya Komira Kevir a Tirkiyeyê, di kana komir de “teqîna grîzûyê” çêbû. Di teqîna ku dema 110 karker dixebitîn pêk hat de, hejmara karkerên jiyana xwe ji dest dan zêde bû.

Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê ragihand ku têkildarî karesatê 4 mufettîşên kar, Serdozgeriya Komarê ya Bartinê jî diyar kir ku lêpirsîn daye destpêkirin û 3 dozger hatine peywîrdarkirin.

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, li herêma madenê ku saet di 11.40’an de teqîn pêk hatibû daxuyanî da çapemeniyê û da zanîn ku piştî ragihandina mirina 26 karkeran xwe gihandine cenazeyên 14 karkerên din jî û hejmara karkerên jiyana xwe ji dest dane derketiye 40’an.