​​​​​​​Amadekariyên Kongreya Kesayet û Hêzên Demokratîk gihiştine ku?

Di encama hewldanên Meclisa Sûriya Demokratîk de ku piştî kongreya xwe ya 3`yemîn dest pê kirine, komîteyek ji bo lidarxistina Kongreya Kesayet û Hêzên Demokratîk hate avakirin. Riyad Derar eşkere kir ku encamên ji kongreyê tên xwestin, avakirina formeke berfireh ji bo demokratan ku cihê xwe di hemû civînên bê de digire, danîna çareseriyên erênî ji bo pirsgirêka girêk a Sûriyê dûrî mudaxeleyên derve ne.

​​​​​​​Amadekariyên Kongreya Kesayet û Hêzên Demokratîk gihiştine ku?
14 cotmeh, 2022   03:27
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Ji dema damezrandina wê ve di sala 2015'an de û heta îro, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hewl dide rêzên opozîsyona demokratîk li Sûriyê bike yek. Vê jî bi destpêkirina çendîn însiyatîfan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ku roj bi roj girantir dibe, pêk tîne. Aloziya ku her diçe girantir dibe encama destwerdanên derve ye, di serî de ya dewleta Tirk a dagirker ku beşeke mezin ji axa Sûriyê dagir kiriye, ew jî ji ber bêdengiya hikumeta Şamê û ya bi navê Îtîlafa Sûriyê ku girêdayî dagirkeriya Tirk e.

Wek encama Kongreya 3`yemîn a MSD`ê ku di Tîrmeha 2018'an de hate lidarxistin, pêwîstî bi lidarxistina diyalogê di navbera aliyên sûrî de ku baweriya wan bi çareseriya demokratîk û aştiyane û bidawîkirina kirîza Sûriyê heye, hat dîtin. Ew jî piştî têkçûna kongre û civînên ku di bin sîwana hêzên derve de hatin lidarxistin. Ji ber vê yekê, meclisê dest bi organîzekirina civînan li gel hêz û aliyên siyasî, akademîsyen, kesên serbixwe û çalakvanên civaka sivîl li hundir û derve kir.

MSD`ê bi dirûşma "Diyaloga Sûrî-Sûrî hevdîtin û avakirin e" sê kongre li hundirê Sûriyê li dar xist. Du ji wan li Eyn Îsa û yek jî li Kobanê dawiya sala 2018'an bû. Piştre li derve komxebat di 30'ê Hezîrana 2019'an de li Parîs paytexta Fransa, paşê jî li Viyana û Almanyayê li dar xistin. Tê de hêz û kesayetiyên welatparêz û demokrat beşdar bûn. Beşdaran mijarên; nexşerêya çareseriya kirîza Sûriyê, tecrubeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çawaniya lidarxistina kongreyeke nîştimanî ji bo kesayet û hêzên opozîsyona demokratîk, gotûbêj kirin.

Têkildarî mijarê hevserokê MSD`ê Riyad Derar ji ANHA'yê re axivî û bal kişand ser komxebat û kongreyên ku meclisê li derve lidarxistine û got: "Piştî Kongreya 3`yemîn a MSD û her sê kongreyên ku li hundirê Sûriyê hatin lidarxistin, me çend kongre li derve jî li dar xist. Rêjeya amadebûnê heya radeyekê kêm bû, neamedbûnek bi hicet û hinek bê hicet hebû, wek nebûna vîzeyê û hebûna hin hêzên opozîsyonê li Tirkiyê."

KONGREYAN NÊRÎNEKE SÛRÎ YA HEVBEŞ AVA KIR

Riyad Derar teqez kir ku di kongreyan de nêrîneke sûrî a hevbeş a di mijara destûrê, nasnameya nîştimanî û mijarên têkiliyên navbera hêzên demokratîk ên opozîsyonê de hebû û wiha lê zêde kir: "Girtina derî li pêşiya beşdarbûna hêzên opozisyonê li hundir, hişt ku em derbasî derve bibin û li paytextên Ewropayê komxebatan li dar bixin. 6 komxebat hatin organîzekirin û girseyeke mezin a opozîsyonê tev li wan bûn."

Piştî çend komxebatên li derve, ji bo beşdarbûna girseyeke mezin a opozîyona sûrî yên li derveyî MSD`ê û beşdarbûna wan di xêzkirina siyaseta çareseriyê li Sûriyê de, fikira temamkirina xebatê hat. Derar got: "Di encama komxebatên ku li Ewropayê hatin lidarxistin, ji bo lidarxistina Kongreya Kesayet û Hêzên Opozîsyona Sûriyê yên Demokratîk, komîteyeke amadekar hat avakirin."

Derar diyar kir ku belavbûna pandemiya koronayê bandor li komxebatên li derve kiriye û wiha pê de çû: "Lê Komîteya Amadekar xebatên xwe yên şêwrê bi hêzên siyasî re domand. Ji bo lidarxistina kongreyê îsal, belgeyên girîng hazir kir, lê ji ber gelek sedeman kongre hat derengxistin. Ev derengxistin bi rastî ji bo me kêrhatî bû, ji ber ku me êdî hêzên demokratîk ên çalak diyar kirin ku dixwazin hevkar bin."

Derar amaje bi rewşa hin komên opozîsyona Sûriyê kir û diyar kir ku gelek kom tevî îdiaya beşdarbûn û helwestên demokratîk dikin, lê ew xwedî nêrînên taybet in ku naxwazin van nêrînan bi aliyên din re parve bikin û ev li gotinên xwe zêde kir: Gelek kom dixwazin biryar di destê wan de be û ji bo egerên tekakesî di nav de piştgiriya derve heye kongreyan li dar bixin. Em dixwazin hêzên opozîsyonê kom bikin û formekê ava bikin ku dikare li hember hemû civînên têkildarî Sûriyê li dar dikevin û li gel hegemoya îslamî û partiyên netewperest bibe bersive. Her du alî jî naxwazin çareseriyeke demokratîk li Sûriyê pêk were. Rejîm jî di heman fikrê de ye. Ji ber wê, demokratan ev erk danî ser milê xwe da ku bi rêya tecrubeya xwe ya demokratîk hemû demokratan kom bikin û tev li çareseriyan bikin."

TEMAMKIRINA XEBATÊ

Ji bo temamkirina hevdîtinên şêwrê ku MSD`ê di dema borî de lidarxisitbûn, meclisê destpêka sala 2022'yan çend kongre li hundirê Sûriyê û komxebat jî li derve, li dar xistin. Li paytexta Siwêd, Stockholmê ji bo temamkirina amadekariyên "Kongreya Kesayet û Hêzên Demokratîk" 3 komxebatên şêwirê li dar xistin.

Komxebatên ku li derveyî Sûriyê hatin lidarxistin, bi beşdariya kesayetiyên welatparêz û demokrat ên sûrî yên navdar bûn di nav de Dr. Semîr El Teqî û Dr. Nemrûd Silêman ku li Amerîkayê dixebitin û di karê siyasî û muxalefetê de navdar in. Her wiha Dr. Mihemed Hebeş ku bi nêrînên xwe yên reformxwaz û demokrat ku ruhê Îslama demokratîk temam dike, tê naskirin jî beşdar bû. Di heman demê de ronakbîr û siyasetmedar Ratib Şebo jî hebû.

Di komxebatên derve de, mijara dewleta Sûriyê û pirsgirêkên heyî, nenavendî û pêwîstiya wê, her wiha rewşa Sûriyê ya piştî Adara 2011'an, pêwîstiya destpêkirina çareserkirina pirsgirêkên tevlihev, nîqaşkirina têgeha sîstema nenavendî weke dergehekê ji bo çarçoveyeke nîştimanî ya demokratîk a li ser welatîbûna wekhev û misogerkirina mafên hemû pêkhateyan ava bûye, hatin gotubêjkirin.

CIVÎNÊN STOCKHOLMÊ Û ENCAMÊN WAN

Derar her wiha ev agahî jî parve kirin: "Di destpêka sala 2022’yan de amadekariyên civîna Stockholm 1 hatin kirin, piştî wê 3 civîn li pey hev, 2 li Stockholmê û yek jî li Brukselê di encama hin rewşên navneteweyî de hatin lidarxistin. Hemû civîn gihiştin encama ku tê xwestin û di encamê de dest bi avakirina komîteya amadekar a ji bo lidarxistina Kongreya Kesayet û Hêzên Opozîsyona Demokratîk hat kirin. Ev komîte ji her du komîteyên ku beşdarî civînên berê bûne; Komîteya Şêwirmendiyê û Komîteya Amadekar in. Divê Komîteya Amadekar komîteyan şaxî ava bike da ku dest bi amadekariyên ragihandinê bikin û bi hêzên opozîsyonê, ciwan, jin û bazirganan re têkiliyan deynin."

Derar her wiha bi vî rengî behsa encamên civînên Stockholmê kir: "Me gelek belgeyên girîng têkildarî nasnameya sûrî, pêşkêş kirin ku Sûriyê di dawiyê de ji bo hemû pêkhateyên wê ye. Her wiha me diyar kir ku karê me pêkanîna yekitiya Sûriyê û sûriyan e û gihandina wan a nasnameyeke siyasî ya hevbeş e ku wan bigihîne hev. Di heman demê de nêrînan der bar destûrê de deynin ku dikarin bibin bingeha civîneke nîştimanî ya civakî û dikare hemûyan pabendî wê bike. Her wiha nêrîn û têgehên têkildarî nenavendîbûnê û birêvebirina herêman bi rêya rêveberiyên demokratîk, li gel parastina navendê, wezaretên wê yên serdest mîna parastina, derve û darayî bi baldarî binirxînin. Ev rêbaza dewletên pêşketî û serkeftî ye ku li seranserî cîhanê pergala nenavendî ya federal li dar e û dikare welat li ser mijarên jiyanî yên hevbeş kom bike."

HEVDÎTINÊN LI HUNDIR

Piştî komxebatên derve, hevdîtinên şêwirê li hundirê Sûriyê di rojên 5 û 6'ê Tebaxê de li bajarê Helebê, bi beşdariya 35 kesayetên ji parêzgehên cuda yên Sûriyê, di bin navê "Sûriye ber bi ku ve!!" de hatin lidarxistin. Gotûbêj li ser têgeha nasnameya nîştimanî ya ekbûyî ya Sûriyê û têgeha nenavendîbûnê hate kirin. Beşdaran tekezî bi pêwîstiya pêkanîna xîtabeke siyasî û çapemenî ya nû ku xwedî li têgeha nasnameya nîştimanî ya komker a modern derdikeve, kir. Her wiha destnîşan kirin ku divê ev xîtab bibe banek ku pirrengiya olî, çandî, mezhebî û netewî û heta beşî li Sûriyê li ser bingeha welatîbûna azad û dildar di bin sîwana xwe de kom dike. Her wiha teqezî bi pêwîstiya avakirina sîwaneke siyasî ya nîştimanî ya komkar a opozîsyona demokratîk li Sûriyê kirin ku bi çareseriya aştiyane ya ji bo kirîza Sûriyê bawer in.

Di 2 û 3'yê Îlonê de MSD`ê komxebateke şêwirê li bajarê Reqayê bi beşdariya 50 delegeyên ji kesayetên welatparêz, partiyên siyasî, hiqûqnas û rêxistinên civaka sivîl li dar xist. Naveroka wê li ser pêwîstî û giringiya çareseriya siyasî li Sûriyê, giringiya pêkhatina nasnameya nîştimanî ya sûrî ya yekbûyî û têgeha nenavendîbûnê bû.

Beşdaran tekezî li ser giringî û pêwîstiya çareseriyeke siyasî li gor biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY), pêwîstiya komkirina hêzên sûrî û nîştimanî yên demokratîk û peydakirina nêrîneke zelal û lihevkirî, kirin ku di her çareseriyeke siyasî de di pêşerojê de bibe xwedî giraniyeke bi bandor. Her wiha li hev kirin ku modela Rêveberiya Xweser bi erênî û nerêniyên wê lêkolîn bikin û wê wek destpêk ji Sûriya paşerojê re bi awayekî ku sûrî li ser li hev bikin, bê pêşxistin.

Meclisê her wiha di 16 û 17’ê Îlonê de li bajarê Qamişlo bi amadebûna 80 delegeyên ji herêmên curbecur ên Sûriyê, komxebateke şêwirê li dar xist. Beşdaran bi dirêjî behsa çareseriya siyasî kirin û tekezî li ser têkçûna xebata siyasî li gor rêça wê ya derve kirin ku ji dema daxuyaniya Cinêvê heta Komîteya Destûrî. Ji ber ku hêzên opozîsyona demokratîk a herî girîng hatin dûrxistin, rêveberiya siyasî ya her du aliyan çi rejîm yan jî opozîsyona sûrî tune bû, her aliyek bi ajandeyên derve yên nenîştimanî ve girêdayî bûn. Beşdarên komxebatê, diyar kirin ku divê hêzeke siyasî were avakirin ku tev li çareseriya siyasî bibe, dikare armacên sûriyan a pêkanîna guhertina demokratîk pêk bîne, doza kurd wek dozeke sûrî ya nîştimanî û çareserkirina wê wek pêwîstiyeke girîng a pêvajoya nîştimanî a demokratîk dibînin.  

ARMANCÊN KU JI KONGREYA KESAYET Û HÊZÊN DEMOKRATÎK TÊN HÊVÎKIRIN

Riyad Derar di dewama axaftina xwe de got: "Em gihiştin destpêka rêya pratîk a pêkanîna kongreyê. Di vekirina rê de rola MSD`ê hebû. Îro jî bi amadebûna hêzên beşdar ên gelek hêz û kesayetên çalak, pêwîst e ku bi karê xwe yê siyasî û civakî yê Sûriyê rabe."

Li ser encamên ku ji kongreyê tên hêvîkirin, Riyad Derar got: “Armanc, avakirina formeke komkar a demokratan e. peydakirina desteka navneteweyî, cihê xwe di hemû civînên bê de bigire, çareseriyên erênî  ji bo kirîza sûrî re deyne dûrî mudaxeleyên derve.”

Hêzên ku ji bo konferansê hatine vexwendin, hêzên demokrat in ku dirûşm û armancên demokratîk bilind dikin, bi çareseriya aştiyane ya demokratîk û guhertina demokratîk a desthilatê bawer dike, xwedî li projeyên adil ji bo hemû sûriyan derdikeve bi rêya hevrikiya demokratîk di navbera hêz û partiyan de.

Riyad Derar di vî warî de ev xal diyar kirin: “Hêz hene ku derfetên wan hatin caribandin û me derfeta tevlêbûna wê di çareseriya siyasî de nirxand. Em hewl didin têkilî bi wan hêzan re deynin ku di baweriya me de heta niha bi bin ketine.”

Li ser cih û dema lidarxistina Kongra Kesayet û Hêzên Demokratîk, Riyad Derar ev agahî parve kirin: "Werşeyeke kar a 4`an li pêşiya me heye wê di dawiya Mijdarê de li dar keve. Ewê dema herî nêz û cihê li darxistina kongreyê diyar bike."

(hs)

ANHA