​​​​​​​Şervanên Berxwedana Rûmetê: Serêkaniyê ji dagirkeran re namîne

Hin fermandar û şervanên ku beşdarî Berxwedana Rûmetê bûne, çend bîranînên berxwedana xwe bi bîr anîn û gotin: "Me bajarê xwe terk nekiriye, ji bo misogerkirina vegera  şêniyên me li malên wan, em hîn jî çekê hildigirin."

​​​​​​​Şervanên Berxwedana Rûmetê: Serêkaniyê ji dagirkeran re namîne
8 cotmeh, 2022   01:49
HESEKÊ

9'ê Cotmehê  salvegera 3ʹyemîn a êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî ye. Ev êriş bûn sedema koçberbûna 300 hezar kesî û şehîdbûna 136 kesên din, di nav wan de rojnamevan û 14 jin ku 7 jê bûyerên qetilkirinê ne. Di nav de bûyera qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û hejmarek endamên  Heyva Sor a Kurd û tîmên tenduristiyê jî hene. Her wiha 293 kesên din ku 74 ji wan jin in birîndar bûn.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi berxwedaneke lehengî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hatin bersivdan. Ew berxwedan bi "Berxwedana Rûmetê" hate binavkirin. Di vê berxwedanê de gelên herêmê li hemberî cebilxaneya leşkerî ya pêşketî ya artêşa Tirk a dagirker û çekên qedexe yên navneteweyî jî di nav de, destaneke nû di dîroka berxwedanê de nivîsandin.

Şervanên ku beşdarî vê destana lehengiyê bûne, bi nêzîkbûna  salvegera 3'yemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Serêkaniyê û Girê Spî bîranînên xwe vegotin.

Yek ji fermandarên ku beşdarî Berxwedana Rûmetê bûye, Demhat Serêkaniyê ye. Demhat Serêkaniyê di destpêka axaftina xwe de hemû şehîd bi bîr anî û got, Serêkaniyê, ew bajarê berxwedêr e ky di sala 2019’an de hêza dagirker û çeteyên wê şikenandin.

ʹVEBIJÊRKA ME BERXWEDAN BÛʹ

Demhat Serêkaniyê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di 9’ê Cotmeha 2019’an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tundî êrişî bajarê Serêkaniyê kirin. Şervanên ku li bajêr man, vebijêrka wan berxwedan bû û bi biryar bûn ku bimînin û bajarê xwe biparêzin û teslîmî dagirkeriyê nebin. Her şervanekî berxwedaneke dîrokî raber kir."

Demhat Serêkaniyê destnîşan kir ku wan bi moralekî bilind, bi çekên xwe yên sivik û bi ruhê fedaî li hemberî zihniyeta şovenîst û teknîka leşkerî ya modern û çekên kîmyewî şer kirin.

'DÎROK ŞAHIDÊ BERXWEDANA ME YE'

Demhat Serêkaniyê diyar kir ku dîroka şahidê cenga wan a li hemberî duyemîn mezintirîn hêza NATOʹyê ye û ev li axaftina xwe zêde kir: "Dîrok şahidê şerê me ye. Me şerê hêza duyemîn a herî mezin a NATO'yê kir. Tevî ku wan balafirên bêmirov ên biçek û balafirên şer li bajarekî biçûk bi kar dianîn, me berxwedaneke mezin nîşan da.

Em bi biryar bûn ku heta nefesa dawî em bimînin û li ber xwe bidin, bi vî ruhî jî em ê vegerin. Erê em ketin sala 4'an, lê me bajarê xwe berneda û heta îro jî em çeka berxwedanê hildigirin û çavên me hê jî li ser rêya veger û rizgarkirina wê ye da ku em wek berê bi aramî bijîn."

'EM BI SOZA VEGERÊ VE GIRÊDAYÎ NE Û DIVÊ CIWANÊN ME ÇEKAN HILGIRIN'

Demhat Serêkaniyê bang li ciwanan kir ku çekê hilgirin û heta rizgarkirina hemû bajarên dagirkirî li ber xwe bidin û tev li nava refên QSDʹê bibin. Demhat Serêkaniyê wiha dom kir: "Divê ciwanên me tev li nava refên hêzên me bibin û rastiya dagirkeriyê û tiştên ku bi ser gelê me dike bizanin. Divê berxwedanê bikin, çeka serkeftinê hilgirin û ji bo azadkirina her bostek vê xakê biçin eniyên şer."

Şervan Goran Serêkaniyê jî diyar ku ew bi berxwedana ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hate nîşandan, serbilind e û wiha got: "Em dikevin sala 4ʹemîn a dagirkirina Serêkaniyê û birînên me dîsa vedibin. Tevî vê yekê em hîn jî bi berxwedana şervanan a ku li wî bajarê biçûk nîşan dan, serbilind in. Di vê berxwedanê de bi dehan şervanên ku bajarê xwe nehiştin û rêya şehadetê hilbijartin, şehîd bûn."  

Goran Serêkaniyê îşaret pê kir ku ruhê qehremantî û berxwedana ku di Berxwedana Rûmetê li hemberî dewleta Tirk a dagirker de hate nîşandan berdewam dike û diyar kir ku şervanên QSDʹê bi israr in ku tola hevrêyên xwe yên şehîd hilînin.

Goran Serêkaniyê wiha lê zêde kir: "Îro em dibînin ku şervanên beşdarî Berxwedana Rûmetê bibûn, hê jî çekên xwe hilgirtine û soz didin ku li ser rêya hevrêyên xwe yên şehîd bimeşin, li dijî dagirkeriyê bisekinin û tola hevrêyên xwe yên şehîd hilînin. Berxwedana me ya îro ya li hemberî dagirkerî û çekên wê yên nûjen, ji ber girêdana me ya bi vê xakê ve ye û parastina wê erka me ye."

'ÇAVÊ ME LI RIZGARKIRINA BAJARÊ ME YE'

Şervan Goran Serêkaniyê destnîşan kir ku ew û hevrêyên xwe yên QSDʹê dê têkoşîna xwe bidomînin û heta rizgarkirina herêmên Sûriyê yên dagirkirî, di serî de herêma Serêkaniyê ye, berxwedanê ranewestînin. Goran Serêkaniyê her wiha got: "Em ê teslîm nebin, li her tax û gundê Serêkaniyê me li ber xwe da û çekên me hê jî di destê me de ne. Heta ku em bigihêjin armanca kesên ku canê xwe feda kirin, em ê dest ji wan çekan bernedin. Îro çavên me li veger û rizgarkirina bajarê me û herêmên din ên dagirkirî ne."

Goran Serêkaniyê herî dawiyê ev peyam da dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê: "Wê Serêkaniyê ji dagirkeriyê re nemîne û divê hûn vê baş bizanibin. Ev der xaka me û ya bav û kalên me ye. Em rê nadin ku ew li ser bimînin."

(hs)

ANHA