​​​​​​​Di navbera artêşa Îsraîl û komên Filistînê de şer derket: Kuştî û birîndar hene

Hate ragihandin ku li parêzgeha Cenînê ya Filistînê di navbera artêşa Îsraîlê û komên çekdar ên Filistînê de şer derket. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûne.

​​​​​​​Di navbera artêşa Îsraîl û komên Filistînê de şer derket: Kuştî û birîndar hene
8 cotmeh, 2022   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku şahidan dane tora Al Ain a nûçeyan, di navbera artêşa Îsraîlê û komên çekdar ên Filistînê de şer derket. Heman çavkaniyan diyar kir ku piştî ku hêzeke mezin a artêşa Îsraîlê ket bajar û kampa Cenînê, filistîniyan bi keviran berdiv da.

Her wiha çavkaniyan ragihand ku hin komên çekdar ên Filistînê gule berdan hêzên Îsraîlê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, filistîniyek ku bi guleyên leşkerên artêşa Îsraîlê ji stûyê xwe birîndar bûbû, hate kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê li ser mijarê tu daxuyaniyên fermî nedan, lê radyoya ser bi artêşa Îsraîlê ve ragihand ku artêşa wan filistîniyek girtiye.

Bi vê  yekê, di nava kêmî 24 saetan de hejmara filistîniyên ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin qetilkirin, derket 3ʹyan.

Ji beriya çend mehan ve, operasyonên serdegirtinê yên Îsraîlê li bajar û kampên Filistînê dewam dikin. Piraniya operasyonan di saetên derengiya şevê de têne kirin, ji ber vê yekê şer li Dîfa ya rojava derdikevin.