Piştî 3 salan ji dagirkeriya Tirk, sûcên wê li Serêkaniyê û Girê Spî

Dagirkeriya Tirk di 3 salên dagirkirina kantonên Girê Spî û Serêkaniyê de, di warên jiyanî û xizmetguzariyê de encamên felaket û ziyanên mezin hiştine. Dagirkeriya  Tirk û çeteyên wê gelek sûcên şer pêk anîn.

Piştî 3 salan ji dagirkeriya Tirk, sûcên wê li Serêkaniyê û Girê Spî
8 cotmeh, 2022   00:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzîkbûna 3'yemîn salvegera dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve dikeve 9’ê Cotmehê, ajansa ANHA’yê bal kişand ser sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê piştî dagirkirinê li herêmê pêk anîne û herêm kirine baregeha alozî, tunebûna ewlehî û îstîqrarê.

 Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, di encama êrişên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de 429 welatî hatin qetilkirin û birîndar bûn, ji wan 14 jin bûn. Lê rêxistinê rewşên tecawîzkirinê yên li dijî zarokan û jinan bi sedema nixumandina çapemeniyê nikarî belge bikirana.

KOÇBERKIRINA ŞÊNIYAN

Di van 3'ê salan de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên ku dagir kiribûn, sûcên herî hovane li dijî welatiyan pêk anîn, di nav de kuştin, koçberkirin, talankirina milkan û kiryarên din ên ku li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ne. Her wiha kiryarên guhartina demografîk, bi rêya koçberkirina şêniyên resen û bicihkirina malbatên DAIŞ’ê û malbatên çeteyan li şûna wan pêk tînin.

Dagirkeriya Tirk zêdetirî 100 hezar şêniyên Girê Spî bi darê zorê koçber kirin. Niha jî li bajarên Reqa, Tebqa û gundewarên wan belav bûne, di şert û mercên zehmet ên jiyanî û aborî de dijîn. 6 hezar û 450 ji wan li kampa Girê Spî ku ji aliyê meclisa kantonê ve li nêzî gundê Til El Simen ê li gundewarê bakurê Reqayê di 22'ê Mijdara 2019'an de hatiye avakirin bi cih bûne.

Her wiha zêdetirî 200 hezar kesên ji Serêkaniyê jî hatin koçberkirin. Ew niha li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê yên Hesekê bi cih bûne û yên din jî li cem malbatên xwe yên li bajar û bajarokên herêma Cizîrê bi cih bûne.

Dagirker û çeteyên wê dest danîn ser hemû mal û milkên koçberên kantonê û gundewarê wê ji xanî, zeviyên çandiniyê û hwd.

Zirar û ziyanên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ku pêk anîne, gihişt mal û milkên giştî jî. Hemû zeviyên ku li depoyên Dehlîz, Sexrat, Şergirak û hwd ên Girê Spî hatibûn depokirin talan kirin. Heman tişt li Serêkaniyê jî pêk hatin û bi armanca birçîkirina gel veguhastin hundirê Tirkiyê ji wê zêdetir jî bi dehan dibistan hatin girtin û kirin baregehên leşkerî.

Hemwextî koçberkirina bi darê zorê, dewleta Tirk a dagirker bi hezaran kes ji malbatên çeteyên xwe anîn kantonê û li malên koçberên ku bi darê zorê hatin koçberkirin, bi cih kirin. Ajansa me 6 hezar penaberên sûrî ku dewleta Tirk ji xaka xwe ber bi kantona dagirkirî ve şandine û li navenda kantonê, bajarok û gundewarên wê; Silok û Hemam Tirkmen bi cih kirine, şopandin. Tirkiyê bo kantona dagirkirî belge kir. Da ku wan li avahiyên mêtîgehiyê ku komeleyên Şîşanî û Qeterî li xakên koçberan ên li taxên rojavayê kantonê ava kirine, bi cih bikin.

Her wiha li bajarê Serêkaniyê jî zêdetirî hezar û 400 çeteyên DAIŞ’ê tevî malbatên xwe û 400 çeteyên DAIŞ’ê yên Iraqî bi malbatên xwe re hatine bicihkirin.

SÛCÊN GIŞTÎ

Li gorî hejmara revandiyên ku ji aliyê Weqfa Hevdestî "Teazir" ya qurbaniyên Serêkaniyê û Girê Spî ji dema dagirkirina wê di 9'ê Cotmeha 2019'an de û heta dawiya Tîrmeha 2022'yan, belge kirine, herî kêm gihiştiye 478 kesan, di nav wan de 64 jin û 36 zarok hene.

Li gorî weqfê herî kêm 293 bûyerên îşkenceyan li girtiyên di girtîgehên van koman de hatine tomarkirin, di heman demê de herî kêm 5 kes ji ber îşkenceya ku li wan hatiye kirin, jiyana xwe ji dest daye.

Ajansa me revandina 9 şêx û rûspiyên eşîrên Elbû Esaf li bajarokê Elî Bacliye yê gundewarê Girê Spî belge kir. Di nav wan de temenmezinekî bi nexweşiya penceşêrê hebû. Li aliyekî din û di demên cuda de, 15 jin jî hatine revandin, yek ji wan zarokek 40 rojî pê re hebû û tevî ku li ber ji yek şêx û rûspiyê herêmê geriyaye jî, lê ew hate revandin.

Li gorî çavkaniyên ku cih û navên jinan wergirtine, 9 ji wan jinên hatine revandin ji bajarokê Hemam Tirkem bûn, yek ji bajarokê Silok, 4 ji bajarokê Elî Bacliye û yek ji wan ji gundê Heweyce bû. Ew ji eşîrên Teyî, Elbû Esaf, El Meşhûr û herdû eşîrên Tobal û Bakîrat ên Tirkmen bûn.

Jin di qonaxên cuda de hatin revandin, 3 ji wan di 7'ê Cotmeha 2021'an de ji bajarokê Hemam Tirkmen hatin revandin û navên wan wiha ne; Şama Feysel El Ebdullah, Teyma Îbrahîm El Eswed û Xewla Yasîn El Mela. Her wiha 2 jin jî di 25’ê Tîrmeha heman salê de hatin revandin, ew jî Emîna El Hebîb a ji eşîra Teyî ya Ereb û ji bajarokê Silok e, ya din jî Ebîr Hisên El Îsa ji eşîra Elbû Esaf ji bajarokê Tirkmen e.

Di 10’ê Tebaxa heman salê de, MÎT'a Tirk û çeteyên wê Maya Xelef El Xelîl tevî zaroka wê ya 40 rojî ya ji eşîra El Bakîrat û Rewda Ebid El Ehmed a ji eşîra El Tobal revandin. Piştî wê jî di Îlonê de dagirker û çeteyên wê 4 jinên ji bajarokê Elî Baceliye revandin. Ew jin jî ev in; Zelxa El Hisên ji eşîra El Ehwes, Fatme El Kiûd ji eşîra Cês û Ewş Ehmed El Iwêd a ji eşîra Elbû Esaf.

Di Îlona par de, li bajarokê Silok 3 jinên ku li benda dora xwe ya derbasbûna klînîka bijîşkekî ji bajarok bûn, bi erebeyeke "Bîk ap" hate revandin. Ji wan jinan Seher Mihemed El Xelûf a ji eşîra El Mûradat a Hemam Tirkmen a kantona dagirkirî hate naskirin.

 Di 1'ê Cotmeha heman salê de MÎT'a Tirk Kefa El Erîf a ji gundê Hewêceyê tevî zarokê wê, hevjîn û bavê wê revandin. Ev bûyera duyemîn e ku jinek tevî pitika xwe tê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê jî di bîlançoyekê de ku dawiya par amade kiribû, hezar û 614 gilî li ser desteserkirina xaniyên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî tomar kiribûn. Her wiha hezar û 243 gilî li ser dizîna kel û pelên xaniyan, 18 gilî li ser desteserkirina kargehên pîşesazî, 190 gilî li ser talankirina dikanan, 99 gilî li ser desteserkirina zeviyan û cihên mirîşkan, 326 gilî li ser desteserkirina amûrên veguhestinê û giliyên li ser desteserkirina rûberek ji 51 hezar û 463 donim erdê çandiniyê, tomar kiribûn.

Li herêmên dagirkirî dem bi dem teqîn, şer û pevçûnên navxweyî di navbera komên çete de rû didin û di encamê de sivîl jiyana xwe ji dest didin û ziyanên madî digihêjin malên wan.

Hin sûcên ku çeteyan pêk anîne, li gel raya giştî xwedî girîngiyek bûn; ji wan jî li Girê Spî pêk hatin. Ew jî dema çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser paşxaneya dora kirîna nan li pêş firinê li hev nekirin, gule yekser avêtin, di encamê de 3 welatî li pêş firina El Humsî di 3’yê Cotmeha 2021’ê de birîndar bûn.

Her wiha bûyereke din çêbû, ew jî dema ku 2 çeteyan li ser motorsîkletekê li taxa El Ebra ya bajarê Serêkaniyê 30'yê Hezîrana derbasbûyî, zêrkerê bi navê "Hemade El Berhawî" li ber deriyê mala wî kuştin û çenteyekî tijî pere û zêr ku di destê wî de bû dizîn.

Her wiha li Serêkaniyê jî di 2’yê Tîrmeha derbasûyî de, çeteyên "Firqeya El Hemze" ya dewleta Tirk a dagirker, ciwanê bi navê Hemîd Hamid El Xilêf ji ber ku qebûl nekir "dondirma"bê pere bide çeteyan, ew gulebaran kirin. Ev yek jî bû sedema gelek bertekên bi hêrs.

Li bajarê Serêkaniyê jî bûyera qetilkirina zarokê Iraqî Yasîn Reed El Mehmûd rastî bertekên tund hat. Ew zarok ji aliyê endamekî çeteyên "Siqûr El Şemal" ve hatibû revandin û beriya ku di 15'ê Îlonê de wî qetil bike, îşkence û destdirêjî li wî kiribû.

Di 5’ê Cotmeha îsal de, komên çete zarokek ji bajarê Derayê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ber bi bajarê Serêkaniyê ve hatibû sirgûnkirin, revandin û li hemberî berdana wî 20 hezar dolar fîdye ji xizmên wî xwestin.

LI NÊZÎ ENIYÊN ŞER HEDEFGIRTINA SIVÎLAN

Dagirkeriya Tirk rojane herêmên nêzî eniyên şer dike hedef û ev yek dibe sedema ziyan û windahiyên mirovî û madî. Topbarana li eniyên şer ên Eyn Îsa û gundewarê rojavayê Girê Spî bû sedema şehîdbûna 27 welatiyan û birîndarbûna 77 welatiyên din. Di nav wan de kesên ji malbatekê hebûn û di van komkujiyên ku ji aliyê dagirkeriyê ve pêk hatin de şehîd bûn; komkujiya gundê El Sefawiye û El Hedriyat û 2 komkujiyên gundê Dibis û Siweyd û mezreya Qirtac ên gundewarê navçeya Eyn Îsayê.

Her wiha li Girê Spî 113 malên wêranbûyî hatin belgekirin. Li kêlek wê jî piştî hedefgirtina yekser, wêrankirina malan û şewitandina bi hezaran hektarên çandiniyê 5 gund; Seyda, Mielek, Hoşan, Sewan û Erîda ji şêniyan vala bûn.

Li pêş hejmarek mezin a sûcên pêk hatine, li kêlek wê gelek sûc ji ber bêdengî û nixumandina komên çete nehatine belgekirin.

(hs)

ANHA