ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-10-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-10-2022
7 cotmeh, 2022   23:00

-Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şehîdê QSDʹê Ehmed Sebaxa (Ekaş) li goristana Şehîdan a navçeyê dispêrin axê, saet 09:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya salvegera 3ʹyemîn a dagirkirina Serêkaniyê, Komîteya Koçberên Serêkaniyê kampanyaya "Vegera ewle mafekî rewa ye" dest pê dike, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya salvegera 3ʹyemîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê şevbuhêrkeke helbestan bi navê "Em ê vegerin" li parka Xwendinê ya bajarê Hesekê li dar dixe, saet 18:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi diruşmeya "Bi rih Jiyan û Zeyneban" em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û serkeftinê misoger bikin" Kongra Star a Kantona Hesekê konferansa xwe li hola Serdem a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 09:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Îslama Demokratîk bi boneya rojbûna pêxember Mihemed civînekê li Mizgefta Hisên Bin Elî ya li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 18:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hin fermandar û şervanên ku beşdarî Berxwedana Rûmetê bûne, çend bîranînên berxwedana xwe bi bîr anîn û gotin: "Me bajarê xwe terk nekiriye, ji bo misogerkirina vegera  şêniyên me li malên wan, em hîn jî çekê hildigirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Tevî tecrîda mutleq, qirkirin, şer û polîtîkayên tunekirinê yên dewleta Tirk û hêzên navneteweyî jî rêber Abdullah Ocalan ji hewldanên xwe yên çareseriyê tawîz neda. Ev 19 meh e ji rêber Abdullah Ocalan tu agahî nayê wergirtin û destê wî yê aştiyê nayê girtin. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Trajediyaya keştiya mirinê ya ku li ser wê 60 koçberên lubnanî hebûn, dîsa nîqaşên têkildarî rewşên aborî yên zehmet ku lubnaniyan dijiya û hişt koçber bibin, vekirin. Lê belê gelo krîza aborî ya li Lubnanê sedema yekane bû, an jî hin sedemên din hene ku hişt ew ji welat koçber bibin? (BI WÊNE).

- Di ser tevgera leşkerî ya Rûsya li Ukraynayê re 8 meh derbas bûn. Lê hêviyên destpêkirina dan û standinên aştiyane kêm dibin, nexasim piştî ku Rûsyayê gaz ji ser Ewropayê qut kir, 4 herêmên Ukraynayê tev li axa xwe kir û gefên bikaranîna çeka nukleerî xwarin. Gelo rewş ber bi ku ve diçe? (BI WÊNE).

RAPOR

- Tevî nakokiyên siyasî yên di navbera dewletên wan de jî, gelek saziyên îstixbaratê yên navneteweyî û herêmî li hev kirin ku mezintirîn operasyona revandinê ya ji aliyê NATO'yê ve tê zanîn, pêk bînin û ji bo razîkirina Tirkiyê rêber Abdullah Ocalan hedef girt. Çûyîna rêber Abdullah Ocalan a Ewropayê û pêşwazînekirina wî, derew û durûtiyê demokratîkbûna Ewropayê û îdiayên wê yên parastina mafên mirovan eşkere kir. (BI WÊNE).

- Dagirkeriya Tirk di 3 salên dagirkirina kantonên Girê Spî û Serêkaniyê de, di warên jiyanî û xizmetguzariyê de encamên felaket û ziyanên mezin hiştine. Dagirkeriya  Tirk û çeteyên wê gelek sûcên şer pêk anîn. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Bijîşkekî beytarî da zanîn ku divê şênî rê û rêbazên pêşîlêgirtina nexweşiya pêldar (Brucellosisê) bişopîne. Her wiha hişyarî da ku dibe îsal belavbûna vê nexweşiyê di nav sewalan de digihêje asta herî jor. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA