Li ser zimanê şahidekî trajedyaya "keştiya mirinê"

Trajediyaya keştiya mirinê ya ku li ser wê 60 koçberên lubnanî hebûn, dîsa nîqaşên têkildarî rewşên aborî yên zehmet ku lubnaniyan dijiya û hişt koçber bibin, vekirin. Lê belê gelo krîza aborî ya li Lubnanê sedema yekane bû, an jî hin sedemên din hene ku hişt ew ji welat koçber bibin?

Li ser zimanê şahidekî trajedyaya "keştiya mirinê"
8 cotmeh, 2022   05:21
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Bêhîvî û bêzariya xelkên Lubnanê gihiştiye asteke bilind. Ji ber vê rewşê hin kes neçar man ku tevahî milkên xwe bifroşin û tevî zarokên xwe xwe bavêjin keştiyên blastîkî yên xetere da ku sînorên derya, oqyanos û weletan derbas bikin û ji rewşa aloz a Lubnanê xilas bibin.

Ji ber netehmûlkirina rêwîtiya dijwar hinek neçar man zarokên xwe yên ji ber vê rewşê mirine biavêjin deryayê û cenazeyên hinan jî li beravên Lubnanê hatin dîtin. Lê têkildarî vî dîmenê dramatîkî tu refleksên fermî ji rayedarên Lubnanê ve nehat nîşandan.

Karesata herî dawî, karesata wê keştiyê bû ku ji beravên Lubnanê ber bi beravên Ewropayê ve bi rê ketiye. Ew keştî li hember bervanên Tertûrsê yên Sûriyê noq bû. Li gorî kesên ji wê karesatê rizgar bûne, di navbera 120 heya 150 kesî ji welatiyên lubnanî, sûrî û filistînî hebûn û berê xwe didan dewleteke ewropî.

Cîhad Meşlawî yek ji kesên ku ji "keştiya mirinê" filitîne, ji ANHA’yê re behsa bûyerê dike.

Cîhad Meşlawî wiha got: "Roja sêşemê 20’ê Îlonê dema birêketina keştiyê bû. Qaçaqcî saet di 8’an êvarî de telefonê min kir û got; here kesekî ji aliyê min ve li qada Til a li bajarê Terablusê bibîne û 7 hezar dolar ku pereyên qaçaqiyê ne bide wî. Em gihaştin mezreyekê û li wir kom bûn. Em 200 kes bûn, me li erebeya Pick-Up siwar kirin. Me dikir di hundirê erebeyê de bifetisin. Erebe ji mezreyê bi rê ket û gihaşt nuqteya Xezan, piştî herêma El Ebde. Li wir her 20 kes bi keştiyekê ji beravê ber bi keştiya text a biçû ve dibirin.ʹʹ

Meşlawî îşaret bi vê yekê kir ku di veguhastina welatiyan de  diyar bû ku keştî têra 200 kesî nake. Qaçaqcî ji 50 kesî xwest ku vegerin. Lê ew ber bi keştiyê ve dibezîn,  ji ber hin ji wan nêzî 3 mehan mane û nêzî 20 hezar dolar dane ku tevî malbatên xwe koçber bibin.

Meşlawî bal kişand ser barê mezin ê li ser keştiyê û wiha pê de çû: "Em zêdetirî 150 kesên mezin û nêzî 30 zarok  di keştiyê  debûn û bi me re jî 4 ton mazot, 800 tûrên nan û nêzî tonek ava vexwarinê hebû. Em li keştiyê siwar bûn. Piştre kaptan di keştiya dawî de tevî hevjîn û 4 zarokên wî jî anîn. Dema kaptan li keştiyê nihêrî, bi hejmara mezin matmayî ma û qebûl nekir li keştiyê siwar bibe û got; ez berpirsiyariya 150 kesî hilnagirim, dê di deryayê de bimirin û heta mirina xwe wan naxim stûyê xwe."

Li ser dema noqbûna keştiyê ku saet di 5’ê sibeha 21’ê Îlonê bi rê ketiye de Meşlawî ev yek got: "Saet di 9’an sibehê de jenartorê xirab bû û keştî di nîvê deryayê de sekinî. Pêl heta nêzî 4 metreyan rabû û di encamê de keştî qulibî. Ji nîvê şevê heta berbangê  em li ser keştiyê man. Ji 36 kesên min li ser keştiyê dîtine, em tenê 6 man. Zaroka dawî jî ku bi me re bû di sibehê de ji serma û tîna re mir, bavê wî hilgirtibû û piştî mir wî di nav avê de hişt."

Meşlawî qaçacî bi mafia ku bi sed hezaran dolaran werdigirin û welatiyan ber bi rêya mirinê ve birin wesif kir û wiha anî ziman: "Ne ji berjewendiya qaçaqciyan e ku kesek jî ji keştiyên mirinê rizgar bibe, da ku li ser tiştên çêbûne neaxive."

SEDEMA TRAJEDIYAYÊ

Pisporî deryayî û qanûnî parêzer Mihemed Osman wiha got: "Trajediyaya çêbûye ji ber xizantî û gendeliyê ye. Girtina biryareke wisa xeternak gelek aliyên wê hene."

Osman  îşaret bi qaçaxçîtiya mirovan û wiha domand: "Destpêkê divê em balê bikşînin ser qaçaxçîtiya mirovan. Ev qaçaxçîtî  karekî birêxistinkirî û plankirî ye, dişibin karên mafiya. Gelek kom beşdarî vî karî dibin û rolê di navbera xwe de parve dikin da ku hejmareke mezin a kesên ku dixwazin koçber bibin kom bikin û miqdarekî mezin a pereyan ji wan qezenc bikin. Hin ji wan agahiya li ser çûyînê radigihînin û belav dikin, da ku hejmareke mezin û bi awayekî nepen wergirin. Hin jî koçberan bi aştiya amadekarî û tedbîrên ewlehiyê îqna dikin û hin jî pereyên destpêkê (rabûnê) ji wan distînin, di dawiyê de jî cih û dema birêketinê tên diyarkirin û pereyên li ser lihevkirinê tên kirin tên dayîn.ʹʹ

Pisporî deryayî Mihemed Osman da zanîn ku 160 kes  li ser keştiya mirinê bûn û bi milyonan pere dan qaçaxan da ku wan veguhêzin beravên Îtaliya û wiha domand: "Bi hesabên deryayî yên hêsan, li ber çavan hejmara koçberan, taybetmendiyên teknîkî yên keştiyê, rûbera ku ji bo rêwîtiyê hewce dike, mîqdara sotemeniya ku ji bo gihîştina meqsedê hewce dike, rewşa hewayê û hewcedariyên mayî yên rêwîtiyê, hatine girtin ku bi hêsanî bigihîjin wê encamê, ew kiryareke xwekuj ne karekî qaçaqcîtiya mirovan e. Wan îhtîmala serkeftinê ger bi ji sedî yek be jî daye ber çavên xwe. Nîşaneyên li ser rastiya texmîn û hesabên me yên pîşeyî jî noqbûna keştiyê piştî 3 saetan ji rêwîtiyê bû û karesatek pêk hat."

KOÇBERIYA MEJÎ Û CIWANAN

Ya herî xeternak di koçberiya nû de, têgeha bi navê "koçberiya mejiyan e" anku welat ji kesên pispor ên bingehîn di hemû beşan de vala bikin; mînak bijîşkiyê. Lubnan piştî şer û vegerandina hin rolên xwe ku beriya nakokiyên şerê navxweyî yê çekdarî karî bi ser biketa. Ji wan beşan ku bi lez cihê xwe di nexşeya herêmî de bi ser ket, beşa tibî û nexweşxaneyan bû ku tê de pispriya zanistî û akademî hebû. Di heman demê de dewletên avahiyên nexweşxaneyan ava dikirin û karkerên wê ji welatên din werdigirtin.

Hêdî hêdî bijîşkên ji Lubnanê koçberî deverên cûda yên cîhanê dibin û li derfetên baş ên kar, îstîqrara malbatê û civakî digirin. Ji ber ku ev merçên li Lubnanê tune ne û asoyên çareseriya siyasî xuya nakin.

Lubnanê ji dema damezrandina wê ve rastî astengî û hebûnî yên dijwar hat û parçebûnên siyasî jî sazûmaniya dewletê lawaz dikir. Sedema temamnebûna sazûmaniya dewletê jî ev in; destwerdanên derve, tunebûna lihevkirinên li ser rêgezên nîştimanî, rola Lubnan di nakokiyên herêmî de û helwesta wê ji siyasetên derdor û nakokiyên dualî, tunebûna lihevkirinekê li ser yekalîbûna Lubnanê ji bo ji pirsgirêkan were bidûrxistin.

(fr)

ANHA