24 SALÊN KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ – 3

24 SALÊN KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ – 3
7 cotmeh, 2022   23:26
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Tevî tecrîda mutleq, qirkirin, şer û polîtîkayên tunekirinê yên dewleta Tirk û hêzên navneteweyî jî rêber Abdullah Ocalan ji hewldanên xwe yên çareseriyê tawîz neda. Ev 19 meh e ji rêber Abdullah Ocalan tu agahî nayê wergirtin û destê wî yê aştiyê nayê girtin.

Rêber Abdullah Ocalan, Komploya Navneteweyî wek destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dinirxîne. Komplo ket sala xwe ya 25’an. Dema ku rêber Ocalan 9'ê Cotmeha 1998'an ji Rojhilata Navîn hate derxistin, Komploya Navneteweyî dest pê kir û qonaxa yekem a komployê di 15'ê Sibata 1999'an de dema ji Sefaretxaneya Yewnanistanê ya li Kenyayê hate revandin û radestî Tirkiyê hate kirin, bi dawî bû. Desthilata AKP/MHP'ê xwest qonaxên wê yên din temam bike û bi polîtîkayên xwe yên êrişên qirkirina siyasî, şer, tecrîd û tepisasndinê her tim Komploya Navneteweyî rojane kir. Di her pêvajoyê de gel, bi taybet jî gelê Kurd, bi tecrîd û îzolasyoneke giran tehdît kirin. Lê belê gelê Kurd û gelên din tevî rêber Ocalan ev 23 sal e bi berxwedan û biryardariyeke mezin planên komplogeran pûç dikin.

Me rûdanên ji destpêka Komploya Navneteweyî heta niha, berhev kirin.

* Rêber Ocalan ku 19 salan li Sûriyê ma, dema ku dewletan zext li Sûriyê dikirin û îhtîmala êrişa dewleta Tirk çêbûbû, got “Ez naxwazim Sûriye ku ev 19 sal e malovaniyê ji min re dike, ji ber min di bin zextê de be. Ev yek dê bêrûmetî be" û di 9'ê Cotmeha 1998'an de neçar ma ji Sûriyê derkeve. Bi vê yekê re Komploya Navneteweyî dest pê kir.

* Di şeva destpêkirina Komploya Navneteweyî de, Mehmet Halît Oral li Mereşê di girtîgehê de bedena xwe da ber agir û protestoyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" dest pê kirin. Ev çalakî belavî her derekê bû ku Kurd lê dijîn û zêdetirî 100 kesî heta 15'ê Sibata 1999'an bi dirûşma “Hûn nikarin roja me tarî bikin” li dijî Komploya Navneteweyî agir berda laşê xwe.

* Tevî ku rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê derket jî, Lihevkirina Edeneyê piştî 11 rojan hat îmzekirin (20 Cotmeh 1998).

* Li dijî çalakiyên xweşewitandinê, rêber Ocalan gelek caran bang kir ku dawî li kiryarên bi vî rengî were. Li hemberî belavbûna çalakiyan, di 19'ê Mijdara 1998'an de rêber Ocalan dîsa bang kir; "Ez dixwazim demildest dawî li çalakiyên wiha bê ku bi xweşewitandinê dawiyê li jiyana xwe tînin.”

* Di 23’yê Çileya 1999'an de di encama Kongreya 7’an de damezirandina Hêzên Parastina Gel (HPG) a li şûna ARGK'ê bi dirûşma "HPG artêşa fedaî ya rêber Apo ye" hat îlankirin.

* Piştî ku 4 meh di ser destpêkirina komployê re derbas bûn, rêber Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de hat revandin û dîl hat girtin.

* Di 16’ê Sibata 1999’an de, dema rêber Ocalan birin Îmraliyê, parêzerên wî serlêdana pêşîn bi notaya lezgîn li Dadgeh Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kir.

* Di 17’ê Sibata 1999'an de Îmralî wek herêma bêçek a xwedî statuya qada leşkerî hat îlankirin. Girav bû "girtîgeha yekkesî".

* Parêzerên rêber Ocalan; Britta Boehler, Ties Prakken û Victor Kappeile di 17’ê Sibata 1999’an de ji bo ku muwekîlê xwe bibînin çûne Tirkiyê. Her sê parêzer piştî 6 saetan li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê hatin destgîrkirin û hatin dersînorkirin.

* Di 22’yê Sibata 1999’an de 16 parêzerên ku malbata rêber Ocalan diyar kirin, serî li Dadgeha Ewlehiyê ya Neteweyî (DGM) dan û beşdarî mehkemeyê bûn.

* Buroya Hiqûqê ya Asrinê di sala 1999'an de ji aliyê parêzerên ji bajarên cuda ve hat avakirin.

* Di hefteya yekemîn a dîlgirtina rêber Ocalan a li Tirkiyê de 63 kesan li dijî Komploya Navneteweyî bedena xwe da ber agir.

* Parêzerên rêber Ocalan di 25’ê Sibata 1999’an de çûn Îmraliyê.

* Heyetek ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkence û Pêkanînên Xirab a Ewropayê (CPT) di 2’yê Adara 1999'an de serdana Îmraliyê kir.

* Di 5'ê Adara 1999'an de PKK’ê encama kongreya xwe ya 7’an de bi sernavê "Kongreya Serkeftinê Bersiva li Komploya Navneteweyî ye" ji raya giştî ya Kurd û cîhanê re ragihand.

* Dewleta Tirk di 31’ê Gulana 1999’an de dest bi "darizandina" rêber Ocalan kir. Piştî 9 rûniştinan, dadgeriyê cezayê îdamê di 29’ê Hezîrana 1999'an de aşkera kir. Ev dîrok, dîroka bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî bû. (29 Hezîran 1925)

* Rêber Ocalan di 2’yê Tebaxa 1999’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî û bang li gerîlayên PKK’ê kir ku ji 1’ê Îlona 1999’an ve vekişin.

* Li ser banga aştiyê ya rêber Ocalan, Konseya Serokatiyê ya PKK’ê di 17’ê Tebaxê de ragihand ku dest bi vekişînê kirine û şer bi dawî kirine. Di dema vekişînê de bi dehan gerîla di kemînên leşkerên Tirk de şehîd ketin.

* Rêber Abdullah Ocalan cara pêşîn di 5’ê Tîrmeha 1999’an de bi parêzeran re hevdîtin pêk anî.

* Di 2’yê Tebaxa 1999'an de rêber Ocalan xwest agirbest bê domandin û hêzên çekdar ji nava sînorên dewleta Tirk vekişin û komên aştiyê bên Tirkiyê wek nîşana niyeta baş. Yekemîn koma aştiyê ya ji 8 kesan pêk dihat, di 1’ê Cotmeha 1999'an de ji Qendîlê hat û koma duyemîn a aştiyê jî di 29’ê Cotmeha 1999'an de bi 8 kesan re ji Ewropayê hat. Endamên koman yekser hatin destgîrkirin.

* Dewleta Tirk a dagirker di 15’ê Tebaxa 2000'î de êrişeke nû bir ser nêzî 100 konên koçeran ku li ser deşta Kendakolê li ser deşta Qaşmûkê û Geliyê Avxwarê yên di navbera Xinêrê û Lolanê de. Li vir 30 kes hatin qetilkirin.

* Tevî pêvajoya agirbestê ya li dijî hêzên dewleta Tirk jî artêşa Tirk a dagirker roja 4’ê Gulana 2000'î dest bi êrişa dagirkeriyê kir û Heftanîn kir hedef.  Artêşa dagirker tevî desteka PDK'ê jî piştî 4 rojan neçar ma vekişe. Dewleta Tirk di 15’ê Tebaxa 2000'î de bi balafirên şer bombe li herêmên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê barandin û hêzên YNK'ê êrişî çeperên gerîla kir.

* Li avahiya DMME’yê ya li Strasbourgê, bi serokatiya dadgerê swêdî Elisabeth Palm di 21’ê Mijdara 2000' an de "Danişîna Ocalan" dest pê kir.

* Nobeda 'Azadî ji Rêbertî re' 1'ê Sibata 2004'an dest pê kir û heta 1'ê Gulana 2004'an dewam kir. Bi sed hezaran îmzeyên ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatin komkirin bi rêya kampanyayê radestî meclisa Tirkiyê hatin kirin.

* Rêber Ocalan di 21’ê Adara 2005’an de di pîrozbahiyên Newroza Amedê de projeya Konfederalîzma Demokratîk aşkera kir.

* Civîna Lijneya Giştî ya Sêyemîn a KONGRA GEL di 4'ê Gulanê-21'ê Gulana 2005'an de pêk hat. Di civînê de Konfederalîzma Demokratîk wek Peymana Koma Komalên Kurdistanê hat qebûlkirin.

* Rêber Ocalan di 11’ê Gulana 2005’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîbû. Rêber Ocalan ragihand ku ji navberê derketiye û tercîha şer an jî aştiyê ji Tevgera Azadiyê re hiştiye.

* Dewleta Tirk di 1’ê Hezîrana 2005'an de rêziknameyên ku wek "qanûnên Ocalan" tên zanîn xist meriyetê. Bi wan re, pratîka  hevdîtinên rêber Ocalan ên bi parêzeran bike, ji hêla karmendekî ve ku ji hêla dadgehê ve hatiye tayînkirin, tê guhdarîkirin û dest bi tomarkirina dengan kir. Pratîka rojê 23 saetên di odeyeke yekkesî de bimîne, dest pê kir. Rojê 24 saetan ji hundir û derve bi rêya kamera û paceyan hate çavdêrîkin û ji piraniya pirtûkan bê par kirin. Li gel ku tu rayeya wê ya hiqûqî nebû jî nameyên tijî heqaret û gefên giran, danê. Nameyên ku ji derve hatine şandin jî nedan.

* Havva Keser bi Mehmet Ocalan re di Mijdara 2005’an de çûbû Îmraliyê û ji ber ku bi rêber Ocalan re bi kurdî diaxivî, ji hêla rayedarên Tirk ve hatin hişyarkirin. Rêber Ocalan ji birayê xwe re got "Dema hûn hatin hevdîtinê hûn ê bi kurdî biaxivin, heke hûn ê bi kurdî neaxivin, neyên" û berê xwe da rayedar û got "Hûn nikarin kurdî qedexe bikin."

* Di şeva 1-2’yê Sibata 2006'an de, ji ber girankirina tecrîd û sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê, endama Konseya Leşkerî ya HPG û YJA STAR'ê Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) li herêma Heftanînê agir berda bedena xwe û got "Ez dixwazim li dor girava Îmraliyê bibim find."

* Di 24’ê Adara 2006'an de nêzî 2 meh piştî çalakiya şehîd Viyan Soran, jineke Yewnan Elefteriya Fortulakî li Atînayê li dijî komployê bedena xwe da ber agir.

* Dewleta Tirk di sala 2008'an de li Îmraliyê rêbazên îşkenceyê xistin dewrê. Bi darê zorê porê rêber Abdullah Ocalan hate jêkirin û ji bo ku çûk lê venenişin, darên li dora hucreyê birîn.

*Di 17’ê Gulana 2005’an de bi beşdariya 213 delegeyên ji 4 parçeyên Kurdistanê û Ewropayê navê Kongra-Gel di çarçoveya gotinên rêber Ocalan de wek Koma Civakên Kurdistanê (KCK) hat guhertin.

* Ji sala 2006’an ve li girtîgeha Îmraliyê tecrîd ku wek ‘îşkenceya spî' tê naskirin, bûye sîstematîk. Li hemberî vê yekê Kurdên li dehan welatan çalakî li dar xistin.

* Di 1’ê Adara 2007'an de parêzeran li ser mûyê serê rêber Ocalan lêkolîn kir û aşkera kirin ku bi jehrê ketiye.

 * 11’ê Nîsana 2007'an li bajarê Strasbourg ê Fransayê 18 siyasetmedarên Kurd dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir. Nêzî 500 kesî piştgirî da. Grevên birçîbûnê yên dorveger ên bi peyama "Bi jiyanê re tê bikoşin" a rêber Ocalan di roja 39'an de bi dawî bû.

* Di 4’ê Gulana 2007’an de, Yaşar Buyukanit û Erdogan li Qesra Dolmabahçeyê ya Tirkiyê hatin ba hev û li ser înkar û tunekirina Kurdan li hev kir. Piştre, di 17’ê Cotmeha 2007’an de, bi piraniya dengan tevgera şer a nû ya ku ji meclisa Tirkiyê re hatibû şandin, hat qebûlkirin.

* Di 2’yê Kanûna 2007'an de artêşa Tirk a dagirker bi hewan, obûs û katyûşayan êrişî herêma Zapê kir. Şeva 16’ê Kanûnê, êrişa hewayî ku zêdetir 50 balafirên şer tev lê bûn, li ser Qendîl û Zapê pêk hat. Dagirker 19‘ê Kanûnê neçar man vekişin.

* Artêşa dewleta Tirk a dagirker di 2’yê Sibata 2008'an de bi bombekirina herêma Zapê ku Navenda Biryargeha HPG'ê lê bû, dest bi pêleke êrişê kir. Di 29’ê Sibata 2008'an de dagirkeran di encama derbeyeke giran de vekişiyan. Destana Zapê wek "Siwar hatin, peya çûn" kete nava rûpelên dîrokê.

* Di Tîrmeha 2008’an de porê rêber Ocalan ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi darê zorê hat tiraşkirin. Ev yek di dema hevdîtina parêzeran a 4'ê Tîrmeha 2008'an de aşkera bû. Di heman salê de di hucreyê de bi zorê li erdê dirêj kirin û gefa kuştinê lê hate xwarin.

* Li ser banga rêber Ocalan KCK'ê biryar da ku ji 13’ê Nîsana 2009’an ve encamên siyasî yên ku piştî hilbijartinên herêmî yên 29’ê Adarê derketine hole, li ber çavan bigire.

* Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên di 14'ê Nîsana 2009'an de dest pê kirin, rêveberên DTP, BDP, şaredar, sendîkavan, xwendekar, jin û parêzvanên mafên mirovan hatin girtin.

* Di 23’yê Gulana 2009’an de kampanyaya "Heke gotina ‘birêz Ocalan’ sûc be, ez vî sûcî dikim" dest pê kir. Di vê çarçoveyê de bi sedan kes hatin girtin, bi hezaran kes hatin darizandin, ceza û cezayên pereyan hatin dayîn û lêpirsînan dest pê kir.

* Di 29’ê Tîrmeha 2009'an de wezîrê karên hundir ê Tirk Beşîr Atalay got wan li ser pirsgirêka Kurd dest bi pêvajoyeke demokratîk kiriye û diyar kir ku pêşniyara wan a çareseriyê nîn e û ew ê ji bo vê yekê nêrînên hemû aliyan bigirin.

* Rêber Ocalan di 15’ê Tebaxa 2009’an de "Nexşerê”ya xwe ya ji 156 rûpelan pêk tê, pêşkêşî îdareya girtîgehê kir. Di nexşeryê de çareserî li ser 10 prensîbên bingehîn hat diyarkirin, li piştî 1 sal û nîvekê gihaşt ber destê raya giştî.

* Piştî mehekê ji daxuyaniyê, rêber Ocalan got "Di siyaseta demokratîk de astengiyeke cidî heye" û ji bo ku rê li ber pêvajoyê veke bang kir ku "Komên Aştiyê" bên Tirkiyê.

* Di 19’ê Cotmeha 2009’an de Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk ku ji 4 jê zarok ji 34 kesan pêk tê, ji Kampên Penaberan ên Qendîl û Mexmûrê di dergeha Xabûrê re derbasî Tirkiyê bûn. Di encama dijwarbûna helwesta dewleta Tirk de, hatina Koma Aştiyê ya Ewropayê nehat.

* Dewleta Tirk di 6’ê Nîsana 2010'an de der barê 30 endamên Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk de ku 490 sal cezayê girtîgehê dixwazin doz vekir.

* KCK'ê diyar kir ku di 1’ê Hezîrana 2010'an de hemû gavên rêber Ocalan û wan ji bo aştî û çareseriya demokratîk avêtine, xitimîne û ji aliyê AKP'ê ve bê bersiv hatine hiştin û ragihand ku wan pêvajoya bêçalakîtiyê ya di 13’ê Nîsana 2009'an de bi awayekî yekalî îlan kiribû, qedandiye.

* Bi destpêkirina muzakereyan re rêber Ocalan du meh şûnde bang kir û KCK’ê ji 13’ê Tebaxê heta 20’ê Îlona 2010’an agirbest îlan kir. Piştre di dema hilbijartinên giştî yên Tirkiyê yên 12’yê Hezîranê de, KCK'ê jî biryara xwe ya bêçalakîtiyê heta 15’ê Hezîranê dirêj kir. Rêber Ocalan ji dewleta Tirk re got "Piştî 15’ê Hezîranê dê tu taloqkirin û dirêjkirin çênebe. Ev zelal e. 15’ê Hezîranê dema dawîn e."

* Di 16’ê Îlona 2010’an de, di hevdîtina li gel parêzerên de, rêber Ocalan bûyerên hatine serê Kurdan wek qirkirin bi nav kir û diyar kir ku ji ber ku muxatabê xwe nedîtiye, ew vekişiyaye û berpirsyarî dê li ser KCK'ê be.

* Di Cotmeha 2010'an de dewleta Tirk li ser tesfiyekirina Tevgera Azadiyê û PYD'ê, bi Sûriyê re peymaneke nû amade kir. Peymana 'Konseya Hevkariya Stratejîk a Astbilind' ku ji aliyê wezîrên hikumeta AKP'ê ve beriya muzakereyê hat amadekirin, ji aliyê serokwezîrê wê demê yê Sûriyê Muhammed Nacî Îtrî û serokwezîrê hikumeta Tirk Erdogan ve di 21'ê Kanûna 2010'an de li Serokatiya Daîreya Serokwezîriyê ya Tirkiyê hat îmzekirin.

* Rêber Abdullah Ocalan di 6’ê Tîrmehê de di hevdîtina xwe ya li gel parêzeran de gotibû ku 15’ê Tîrmehê ya ku ji bo vekişîna ji pêvajoyê hatibû dayîn, wateya xwe nemaye û ji bo avakirina "Konseya Aştiyê" bi heyetê re li hev kirine.  Rêber Ocalan hişyarî da ku heke pirsgirêk were eglekirin, çareseriya demokratîk nikare bi pêş bikeve û dibe ku şer û pevçûn dijwartir bibin.

* Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 14’ê Tîrmeha 2011'an de li Amedê Xweseriya Demokratîk îlan kir.

* Rêber Ocalan di 18’ê Tîrmeha 2011’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî û wiha got: "Ez dixwazim tişta pêwîst bikim. Ji ber vê yekê ez gelekî bi zelalî bang li serokwezîr dikim; ji bo ku bi rola xwe rabim, divê amûrên pratîk pêşkêşî min bikin."

* Di 27’ê Tîrmeha 2011’an de rêber Ocalan di hevdîtina xwe ya li gel parêzeran de got: “Tiştên ku ez bikim, qediyan. Ji niha û pê ve divê derfetên tenduristî, ewlekarî û tevgera azad ji min re bên peydakirin da ku rola xwe bidomînim.”

* Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta sala 2019’an hevdîtinên parêzeran bi hincetên "keştî xirabe ye", "muxalefeta hewayê", "keştî di tamîrê de ye" û "keştî ji tamîrê vegeriyaye, lê ji ber ku belgeyên pêwîst tune ne ku ji Îdareya Lîmanê bê wergirtin" an jî "betlaneya fermî" hatin. astengkirin. “Operasyonên KCK’ê” gelekî zêde bûn.

* Ji wê demê ve hemû parêzerên ku di navbera salên 2010-2011'an de bi rêber Ocalan re hevdîtin kirine, di 22’yê Mijdara 2011’an de hatin destgîrkirin û 36 parêzer hatin girtin. Parêzer nêzî 30 mehan girtî man û piştre serbest hatin berdan.

* AKP'ê di 28’ê Kanûna 2011'an de li Roboskiyê qetilkirina zarokan pêk anî. 17 zarokên ku ji xizm û birayan pêk tên, li ber çavên tevahiya cîhanê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin.

* Di 3’yê Çileya 2012'an de saet di 08.00'an de hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat çûn girava Îmraliyê û bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Ev yek di pêvajoya Îmraliyê ya 14 salan de jî bû yekemîn.

* Di 1’ê Adara 2012'an de 15 endamên Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî ku siyasetmedar, parêzer û rojnamevan jî di nav de bûn, li ber Dêra St. Maurice a li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi daxwaza azadiya ji bo rêber Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Girtiyên PKK û PAJK'ê ji bo şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên rêber Abdullah Ocalan û mafê parastina bi zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê pêk bê, di 12’yê Îlonê de li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.

* Çirûska destpêkê ya şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012'an de li Kobanê vêket û DAIŞ ku dewleta Tirk şand Rojava, derba xwe ya destpêkê xwar.

* Çalakiyên greva birçîbûnê encam girtin. Birayê rêber Ocalan Mehmet Ocalan di 17’ê Mijdarê de têkildarî hevdîtina xwe daxuyanî da. Tenê rojek piştî ku rêber Ocalan banga bidawîkirina grevên birçîbûnê kir, grevên birçîbûnê bi dawî bûn û "maseya çareseriyê" ji nû ve hate danîn.

* Di 17’ê Mijdara 2012’an de 5 girtî bi navê "başkirinê" de sewqî girtîgeha Îmraliyê kirin.

* Serokkomarê Tirk Erdogan di 29’ê Kanûna 2012’yê de di TRT’ê de axivî û bêyî ku navê rêber Ocalan aşkera bike, got: "Em bi Îmraliyê re hevdîtinê dikin.”

* Di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber Konseya Ewropayê ‘Nobeda Azadiyê’ ya demdirêj dest pê kir. Çalakî hê jî didome û tê plankirin ku heta rêber Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, bidome.

* Di 9’ê Çileya 2013'an de şoreşger û pêşengên jin Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) li Parîsê hatin qetilkirin.

* Rêber Ocalan di 15’ê Çileya 2013’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anî û di 2’yemîn salvegera Komkujiya Parîsê de komkujî wek Komkujiya Dêrsimê ya duyemîn bi nav kir.

* Di 23’yê Sibata 2013’an de heyeta ku ji cîgira serokê koma BDP'ê Pervîn Buldan, parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û parlamenterê Amedê Altan Tan pêk dihat, çû Îmraliyê.

* Di 21’ê Adara 2013’an de, nameya rêber Ocalan di pîrozbahiya Newroza Amedê de hat xwendin ku zêdetirî milyonek kes beşdar bûbû. Di nameyê de wiha hate gotin: "Îro serdemek nû dest pê dike. Ji pêvajoya berxwedana çekdarî, derî li pêvajoya siyaseta demokratîk vedibe. Em hatine wê astê ku divê çek bê deng bibin û fikr biaxivin. Ev yek ne ji bo destjêberdana ji têkoşînê, destpêkirina têkoşîneke cuda ye."

* Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê yê wê demê Murat Karayilan di 23’yê Adara 2013'an de got: "Em bi awayekî fermî û vekirî agirbestê îlan dikin."

* Cîgirê serokwezîrê Tirk Bulent Arinç di 3’yê Nîsana 2013’an de ragihand ku Komîsyona Mirovên Aqilmend ku ji 62 kesan pêk tê, hatiye erkdarkirin.

* Kovara Time di 18’ê Nîsana 2013’an de rêber Ocalan xist lîsteya xwe ya "100 kesên herî bibandor ên cîhanê".

* Rêber Ocalan di 26’ê Tîrmeha 2013’an de bi heyeta HDP'ê re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku heke hikumeta AKP'ê heta Cotmehê gavekê neavêje dê agirbest xira bibe.

* Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayılan ku di 25'ê Nîsana 2013'an de bi gelek rojnamevanên ji çapemeniya Kurd, Tirk û cîhanê re di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku hêzên gerîla dê ji 8’ê Gulanê ve bêyî şert û merc vekişin.

*Di 9’ê Îlona 2013'an de Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ragihand ku wan vekişîna gerîla rawestandiye û destnîşan kir ku di mijara demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd de tu gav nehatine avêtin.

* Di 21’ê Çileya 2014'an de li Rojava Xweseriya Demokratîk hat îlankirin.

* Di 18’ê Adara 2014’an de DMME’yê di 18’ê Adara 2014’an de biryar da ku îtirazên ji bo domandina cezayê muebbetê yên girankirî, li dijî qedexekirina îşkenceyê ne û biryar da ku di vî warî de sererastkirinên qanûnî çêbin.  

* Rêber Ocalan di 5’ê Tebaxa 2014’an de ji ber ku di "Pêvajoya Çareseriyê" de muzakere pêk nehatin, aciziya xwe anî ziman û hişyarî da hikumeta AKP’ê.

* Di 18’ê Tebaxa 2014'an de peykerê fermandar Mahsûm Korkmaz ê li Licê, ji aliyê leşkerên Tirk ve rastî êrişê hat û Mehdîn Taskin ê 24 salî hat qetilkirin.

* Di 11’ê Tîrmeha 2014’an de Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li ser pêşniyara rêber Ocalan bi awayekî fermî hat damezirandin.

* Dewleta Tirk a dagirker di 15’ê Îlona 2014'an de berê çeteyên DAIŞ'ê da Kobanê û êrişan dest pê kir.

* Di 2-3’yê Cotmeha 2014'an de heyeta HDP'ê û birayê wî Mehmet Ocalan bi rêber Ocalan re hevdîtin pêk anîn û ji bo Kobanê banga seferberiyê kirin û di wê demê de wiha hat gotin: "Divê heta dawiyê li dijî DAIŞ'ê berxwedan hebe. Gelê me yê Kobanê dê heta dawiyê li ber xwe bide. DAIŞ li ku derê be bila bibe, li ku derê Kurd hebe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê tawîzê nedin DAIŞ'ê. Mafê kesî nîn e ku hewl bide gel tune bike. Kurdên li her derê dijîn divê li dijî vê polîtîkayê rawestin. Divê li dijî DAIŞ'ê berxwedaneke mezin nîşan bide. Heke îro ev berxwedan nebe, sibe dibe ku dereng be.”

* Di 6-7-8’ê Cotmeha 2014'an de gelê Kurd ji bo Kobanê dest bi berxwedanê kir.

* Di 6’ê Cotmeha 2014’an de rêber Ocalan ji bo ku di "Pêvajoya Çareseriyê" de gavên nû biavêje heta 15’ê Cotmehê dem da hikumeta AKP’ê.

 * Di 30’ê Cotmeha 2014’an de MGK’ê yek ji civînên herî dirêj ên dîroka xwe (10 saet) pêk anî û biryara pêkanîna "Plana Têkbirinê" da.

* Di 23’yê Çileya 2015'an de heyeta HDP'ê bi rêveberên KCK'ê re hevdîtin kir.

* Piştî banga rêber Ocalan, Kobanê ku Erdoganê faşîst digot 'ha ket, ha dikeve', di 26-27’ê Çileya 2015'an de bi ruhekî mezin ê berxwedan û seferberiyê hat azadkirin.

* Di 28’ê Sibata 2015'an de ji aliyê rayedarên dewleta Tirk û Heyeta Îmraliyê ve li Qesra Dolmabahçeyê metna mutabaqata ji 10 xalan pêk tê, ji raya giştî re hat ragihandin.

* Serokkomarê Tirk Erdogan di 20’ê Adara 2015'an de yekem daxuyaniya xwe ya ku dê pêvajoya 2 salan bi dawî bike, da û got ew bi Heyeta Şopandinê re eleqedar nabin.

* Di pîrozbahiya Newroza Amedê ya 2015'an de nameya rêber Ocalan hat xwendin. Rêber Ocalan got: "Bi pêkhatina lihevkirineke li ser rêgezên deklerasyonê, ez pêwîst û dîrokî dibînim ku PKK ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya ev nêzî 40 sal e li dijî Komara Tirkiyê dimeşîne, kongreyekê li dar bixe û stratejî û taktîkên xwe yên siyasî û civakî li gorî ruhê serdema nû diyar bike."

* Di 17’ê Adara 2015’an de, 5 girtiyên nû li şûna yên berê veguhastibûn, şandin girtîgeha Îmraliyê. Di 27’ê Kanûna 2015’an de 2 girtî veguhastin girtîgehên din û Hamîlî Yildirim, Omer Hayriî Konar ve Veysî Aktaş hê li Îmraliyê girtî ne.

* Pakêta "Ewlekariya Hundir" a hikumeta AKP'ê ku di 5’ê Nîsana 2015’an de rasterast pêvajo kir hedef, di 27’ê Adarê de ji aliyê meclisa Tirkiyê ve hat qebûlkirin û di 5’ê Nîsanê de ket meriyetê.

* Rêber Ocalan di hevdîtina dawîn a 5’ê Nîsanê de ji Heyeta Îmraliyê re got: "Dibe ku ev hatina we ya dawîn be. Dibe ku hûn careke din neyên vê derê. Ji bo meşandina vê diyalogê ne ew qasî cidî ne."

* Di 7’ê Hezîrana 2015'an de HDP'ê di hilbijartinan de ji sedî 13 deng standin. Li hemberî vê serketina tevgera siyasî ya Kurd, AKP'ê konsepta şer ji nû ve da destpêkirin.

* Di 24’ê Tîrmeha 2015'an de, li gorî civîna MGK'ê û biryarên hikumeta AKP'ê, êrişeke berfireh li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê hat kirin. "Pêvajoya çareseriyê" ya di sala 2013'an de dest pê kir, bi awayekî fermî qediya.

* CPT’yê di malpera xwe ya fermî de ragihand ku di 28-29’ê Nîsana 2016'an de serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye.

* Di 2’yê Tebaxa 2015'an de li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex û Geverê qedexeya derketina derve ya yekemîn hate îlankirin û bi mehan dewam kir. Di wê pêvajoyê de bi sedan kes hatin qetilkirin û cih û warên sivîlan hatin bombekirin.

* Piştî pevçûna hundirîn a dewleta Tirk a 15’ê Tîrmeha 2016’an, Dadgeriya 1’emîn a Bursayê bi biryara li dijî girava Îmraliyê re hemû derfetên ragihandinê asteng kirin. Tecrîd û îzolasyon girantir bûn.

* Di 15’ê Tîrmehê de piştî ku îdîayên "hewldanên" li dijî Îmraliyê di medyaya Tirk de derketin, li Kurdistanê, li metropolên Tirkiyê û dîasporayê gel çalakî li dar xistin. Di encama berxwedana gel de destûr hat dayîn ku rêber Ocalan di 11’ê Îlona 2016'an de bi Mehmet Ocalan re hevdîtineke kurt bike.

* Di hewldana derbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an de, girava Îmraliyê ku rêber Ocalan lê dîl hatibû girtin, ji hewa ve hate gulebarankirin.

* Polîsên AKP'ê di sala 2016'an de li Cizîrê di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê de di çarçoveya "Plana Têkbirinê" de pitika 6 mehî Arîn jî di nav de, 76 zarok qetil kirin.

* Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li herêma Efrînê dest bi êrişên dagirkeriyê kir. Di 18’ê Adara 2018'an de dagirkeran bajarê Efrînê dagir kir.

* DYA’yê di 6’ê Mijdara 2018’an de li dijî pêşengên PKK'ê Murat Karayılan, Cemîl Bayık û Duran Kalkan xelata pereyan danî.

*Di 7'ê Mijdara 2018'an de greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdê dabû destpêkirin, di demeke kurt de li hemû girtîgehan belav bû. Grevên birçîbûnê ku bi rengekî alternatîf li girtîgehan dest pê kirin, piştî demekê gav bi gav veguherîn grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger. Di encama grevên birçîbûnê û çalakiyên rojiya mirinê de parêzeran 5 hevdîtin bi rêber Ocalan re pêk anîn (02.05.2019, 22.05.2019, 12.06.2019, 18.06.2019, 07.08.2019). Piştî banga rêber Ocalan grevên birçîbûnê û rojiya mirinê di 26’ê Gulanê de hatin bidawîkirin.

* Di 21’ê Adara 2019'an de Baxoz, xaka dawîn a di destê çeteyên DAIŞ'ê de li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hate rizgarkirin. Bi vî rengî DAIŞ li herêmê bi temamî têk çû.

* Wezîrê dadê yê Tirk Abdulhamît Gul di 24’ê Gulana 2019'an de ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku tu eleqeya wan bi pêvajoya çareseriyê re tune ye û got: "Nirxandina pêvajoya çareseriyê ne rast e. Ti eleqeya xwe bi hilbijartina Stenbolê re nîn e. Bi biryara dadgehê re astengiya hiqûqî ya li pêşiya hevdîtinê hat rakirin. Hevdîtineke bi dê çarçoveyê de ye.”

* 28’ê Gulana 2019'an cara yekem li dijî herêma Xakûrkê “Operasyona Pençe”dest pê kir û bi nav û êrişên cuda dewam dike.

* Di salvegera 21'an a Komploya Navneteweyî de (9'ê Cotmeha 2019'an) dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî kir. Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD'ê de hat ragihandin ku agirbesta di navbera dewleta Tirk û DYA’yê de, herêma di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de digire nava xwe û wê êvarê (17 Cotmeh) saet di 22:00’an de ketiye meriyetê.

* Di 27’ê Sibata 2020’an de li girava Îmraliyê şewat derket.

*Piştî vê nûçeyê, ji bo ku ji rêber Ocalan xeber were standin li gelek cihan gel daket qadan û çalakiyên cuda pêk hatin. Rêber Ocalan di 3’yê Adara 2020’an de bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî.

* Ji ber pandemiyê têkiliya bi telefonê ya rêber Ocalan a di 27’ê Nîsanê de, piştî 21 salan cara pêşîn di çarçoveya mafê telefonê de pêk hat. Di vê hevdîtinê de rêber Ocalan rewşa Îmraliyê ya ku nayê texmînkirin wiha anî ziman: "Ez niha baş im, ez nizanim dê di siberojê de çi biqewime."

* Artêşa Tirk a dagirker di 15'ê Hezîrana 2020'an de bi navê "Operasyona Pençe-Eylo" de bi awayekî hemwext Şengal, Mexmûr, Zap, Heftanîn, Avaşîn, Qendîl û Derabî bombebaran kirin.

*Di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera dewleta Tirk a dagirker, PDK û hikumeta Iraqê de ji bo tunekirina vîna êzidiyan, li ser Şengalê peymaneke komployê hate îmzekirin.

* Di 10’ê Sibata 2021’an de li herêma Garê "Operasyona Pençe-Eylo-2" dest pê kir. Artêşa Tirk û hikumeta AKP'ê derbên giran xwarin.

* Di 25’ê Adara 2021’an de piştî îdiayên têkildarî jiyana rêber Ocalan ên di çapemeniyê de, 3-4 deqeyan bi birayê xwe re bi telefonê axivî.

* Dewleta Tirk a dagirker di 16’ê Nîsana 2021'an de mala rêber Ocalan a li gundê Elpelûrê yê Kobanê ku dema di sala 1979'an de derbasî Rojava bû 40 rojan lê mabû, bombe kir.

* Artêşa Tirk a dagirker di 24’ê Nîsana 2021' an de bi navên "Pençe-Birûsk" û "Pençe-Beledî" li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êriş pêk anîn.

* Di çarçoveya "Operasyona Pençe-Eylo" de ku 15’ê Hezîrana 2020'an dest pê kir; Şengal, Mexmûr, Zap, Heftanîn, Avaşîn, Qendîl û Dêrabî bi balafirên şer hatin bombekirin.

* Piştî 21 salan, di 7’ê Nîsana 2020an de, rêber Ocalan cara pêşîn bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan r eaxivî. Di 25’ê Adara 2021’an de bi rêber Ocalan re axaftina bi telefonê ya duyem û dawîn hat kirin. Ev hevdîtin bi 3-4 deqeyan hat sînordarkirin.

* Di operasyona dagirkeriyê de ku 10’ê Sibata 2021'an dest pê kir, zêdetirî 40 balafir, bi dehan helîkopter, balafirên bêmirov ên bêçek û biçek, gelek leşker û hêzên taybet hatin bikaranîn. Artêşa Tirk a dagirker ku tevî êrişên xwe jî bi pêş ve neçû, 13’ê Sibatê di saetên şevê de neçar ma ku bireve.

* Di 26’ê Nîsana 2021'an de yekemîn rûniştina doza "Doza Komploya Kobanê" ya li dijî siyasetmedarên Kurd li Enqereyê dest pê kir.

* Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di civîna xwe ya 30’ê Mijdarê-2’yê Kanûna 2021’an de biryarên DMME’yê yên têkildarî rêber Abdullah Ocalan û her wiha Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan ku cezayên muebbetê yên giran lê birîne, nîqaş kirin û heta dawiya Îlona 2022’yan ji Tirkiyê bersiv xwestin.

* Di 20’ê Tîrmeha 2022'yan de dewleta Tirk li Zaxoyê komkujiyek pêk anî. Di encama êrişa bi topan de 8 jê zarok, 9 kesan jiyana xwe ji dest da, 23 kes jî birîndar bûn.

* Ji 14’ê Nîsana 2022'an ve li dijî êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ku herêmên sînorê Başûrê Kurdistanê ne, ji aliyê gerîlayên azadiyê ve berxwedaneke dîrokî tê meşandin.

* Di 3’yê Cotmeha 2022’an de CPT’yê da zanîn ku di 20-29’ê Îlona 2022’yan de serdana Tirkiyê kiriye û ragihand ku ew çûye Girtîgeha Îmraliyê.

* Di 4’ê Cotmeha 2022'yan de Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bang li CPT'yê kir ku di zûtirîn demê de encamên serdana xwe ya Îmraliyê ji raya giştî re ragihîne.

ANHA