Rewşa Lîbyayê ber bi ku ve diçe?

Tevî nakokiyên her du hikumetan li ser desthilatê, tê gotin ku niyetên avakirina hikumeteke nû li Lîbyayê hene. Hemwextî wê nûnerekê nû yê Neteweyên Yekbûyî li Lîbyayê hat erkdarkirin. Gelo rewşa dawî ya Lîbyayê çi ye?

Rewşa Lîbyayê ber bi ku ve diçe?
5 cotmeh, 2022   06:01
QAHÎRE- MUHSIN EL MESRÎ

Endamê parlamentoya Lîbyayê Elî El Tikbalî li ser Twitterê got dibe ku di dema bê de hikumeta sêyemîn li Lîbyayê were avakirin û suprîzên din jî hebin.

Hemwextî wê Lîbya li benda hatina nûnerê nû Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji Senegalê Ebdullah Batilî ye da ku bi fermî dest bi erkê xwe bike.

Ev demek e nakokî di navbera du hikumetên Lîbyayê de li ser desthilatê hene ku her yek xwe wek xwediyê rewa yê yekane dibîne. Li Terablusê hikumeta "Wehda El Weteniya" ya bi serokatiya Ebdulhemîd El Debîba heye, her wiha hikumeteke din li rojhilatê Lîbyayê bi serokatiya Fethî Başaxa heye.

Di Sibata borî de, parlamentoya Lîbyayê Başaxa ji bo serokatiya hikumetê erkdar kiribû, lê El Debîba li ser postê xwe maye û qebûl nake ku desthilatê radest bike.

Tevî îtîraza NY’yê li ser zimanê sekreterê wê yê giştî li ser erkdarkirina hikumeta Başaxa, lê NY’yê bi rêya şêwirmendê taybet ê sekreterê giştî yê kar û barên Lîbyayê Stephanie Williams, xetên peywendiyan bi her du aliyan re vekirî hiştin.

Hebûna her du hikumetan aloziya Lîbyayê kûrtir kir, nemaze ku alîgirên herêmî û navneteweyî yên her du aliyan hene.

ŞIKANDINA ÎMKANA SIYASÎ

Lêkolînerê siyasî yê lîbyayî Ehmed Erabî diyar kir ku îhtîmala avakirina hikumeteke nû ji bo şikandina serhildana siyasî heye û tekez kir ku gotin li ser avakirina hikumeteke nû bi desteka Qahîreyê, dewletên rojavayî û hin aliyên lîbyayî hene.

Erabî ji ANHAʹyê re axivî û got: "Tevî ku hin çavkaniyan fermî fikira hikumeta nû derewandin, lê em nikarin lihevkrinên di bin maseyê yên di navbera serokê parlamentoyê Eqîle Salih û serokê meclisa bilind a dewletê Xalid El Meşrî de yên bi pîrozahiya Tirkiyê-Misir-Qeterê dûr bixin."

Erabî destnîşan kir ku hilbijartina nûnerê nû yê Lîbyayê Ebdullah Batîlî li şûna yê amerîkî Stephanie Williams gelek pirs li ser asta serketina nûnerê nû di çareserkirina aloziya Lîbyayê de ku ev derdora 12 sal in dewam dike, an jî gelo wê wekî yên berê xwe bike an wê tiştekî nû bi xwe re bîne, derxîne holê.

Ehmed Erabî da zanîn ku Batilî ku dê di nava çend rojan de bigihêje paytext Trablusê û dest bi karên xwe bike, berî niha erkê serokê nûneratiya NY li Komara Afrîkaya Navîn girtibû û berê jî wek serokê Komîteya Lêvegera Stratejîk ji bo karê şandeya NY’yê li Lîbyayê xebitî.

Erabî hêvî kir ku civîna Ereban a bê ya li Cezaîrê vala neçe û serokên Ereb xetereya rewşa Lîbya, bakurê Afrîka, berav û dewletên derdora Lîbyayê û veguhertinên navneteweyî yên kûr hîs bikin ku destpêka vekişîna DYAʹê li navenda aloziyê ye ku li pey xwe valahiyeke ewlehî li gelek nuqteyên germ ên cîhanê bi xwe re bîne û dibe ku komên terorîst û tundraw hewl bidin van valahiyan dagirin.

Lêkolîner Erabî îşaret pê kir ku civîna Cezaîrê piştî kongreya Berlînê 2 tê ku 23ʹyê Hezîranê hatibû lidarxistin, sererastkirina busleya aliyên lîbyayî da ku dema hilbijartinên li Lîbyayê careke din neyê taloqkirin. Her wiha da zanîn ku hta niha nayê zanîn ku dê kî nûnertiya Lîbyayê di civîna Ereban de bike, lê tê texmînkirin ku serokê hikumeta "Wehda El Weteniya" Ebdulhemîd El Debîba û wezîra karên derve Necla El Menqûş beşdar bibin.

BANDORA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî yê misirî Mistefa Selah jî ji ANHAʹyê re axivî û got: “Dema li xwezaya nêrîna navneteweyî ya rewşa Lîbyayê dinêrin, em dibînin ku rewşek bêrêzî ji şert û mercên herêmê û navneteweyî yên derdorê re heye.”

Her wiha diyar kir ku ev rol di berjewendiya komek lihevkirinên herêmî û navneteweyî de paş ketin bêyî  ku prensîb û armancên NY’yê li ber çavan nayên girtin.

Selah diyar kir ku ji bilî wê yekê jî, NY rastî bandora hin hêzan hatiye ku bûye sedema lawazbûna rol û mekanîzmayên wê di çareserkirina krîzê de, ku di hinek rewşan de bûye yek ji sedemên kûrbûna aloziyê.

Mistefa Selah bal kişand ser vê yekê ku tê çaverêkirin ku ev rewş berdewam be, sedemên vê yekê lawazbûna amûrên rêxistinê û nehesibandina wan ku ji ber zêdebûna destwerdana derve, parçebûna navxweyî û hebûna du hikumetan ku ji wan di asta navneteweyî de naskirî ye û ya din jî ji aliyê parlamentoya Tebreqê ve hatiye hilbijartin, derketine. Her wiha diyar kir ku ev yek jî bandoreke neyinî li îmkanên rêxistinê ya ji bo diyarkirina amûrên xwe di birêvebirina vê yekê de kiriye, ev dîmen û rola wê di berjewendiya hin welatên din de paşketin.

TEVGERA NÎŞTIMANÎ

Çalakvanê siyasî yê lîbyayî Ebdullah El Dîbanî jî da zanîn ku rewşa Lîbyayê tevgereke nîştimanî ya xurt ji fermandarên lîbyayî tenê, ne destwerdanên navneteweyî, an erebî an jî biyanî dixwaze.

El Dîbanî ji ANHAʹyê re destnîşan kir ku guhertin divê ji îradeya nîştimanî ya Lîbyayê be ku hewl bide welat ber bi yekitî û yekbûna saziyên wê û pêkanîna berjewendiyên nîştimanî yên civakî ve bibe ku mafê hemûyan li wan vegerîne .

El Dîbanî diyar kir ku divê xebat li ser avakirina peymaneke civakî were kirin ku hemû lîbyayî li ser jiyana aştiyane li hev bikin û hemû aliyên civakî, aborî û siyasî werin nivîsandin da ku rê li ber nakokî û şerê navxweyî were girtin

Çalakvanê lîbyayî NYʹyê tawanbar kir ku rewşa siyasî ya Lîbyayê bi rêve dibe û hewl dide merhleya demkî wekî wî bihêlin û dema wê dirêj bike, ji ber ku ev merhele xizmeta berjewendyên dewletên vetoyê yên Konseya Ewlehiyê dike, nemaze li gel nakokiyên di navbera hêzên mezin de li ser îstiqrara Lîbyayê.

Ebdullah El Dîbanî îşaret pê kir ku nûnertiya Lîbyayê di civîna li Cezaîrê wê bi beşdarbûna serokê meclisa serokatî, ne bi hikumetên Başaxa an jî El Debîbe be.

ANHA