​​​​​​​Di topbarana li ser gundekî Til Temirê de 4 welatî birîndar bûn

Di topbarana li ser gundê Til Leben ê rojavayê navçeya Til Temirê de 4 welatî birîndar bûn.

​​​​​​​Di topbarana li ser gundekî Til Temirê de 4 welatî birîndar bûn
3 cotmeh, 2022   19:45
HESEKÊ

Nûeçgihanê me ragihand ku di topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Til Leben ê rojavayê navçeya Til Temirê de 4 welatî birîndar bûne. Ew li nexweşxaneya navçeya Til Temirê têne dermankirin.

Nûçegihanê me navê her çar birîndaran bi dest xistin ku wiha ne: Qusey Musa El Feqîr, Ebid El Mecîd El Ferec, Necim Abdullah Hebîb û Hac Îbrahîm Feqîr.

ANHA