ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-10-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-10-2022`YAN
3 cotmeh, 2022   23:00

Fermandarên QSD`ê û rûspiyên êlên ereb ên herêma rojhilat a kantona Hesekê re dicivin da ku geşedanên leşkerî nîqaş bikin saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Fîlmê Kobanê li navenda Çand û Hunerê ya Minbicê tê pêşandan saet di 10 :00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li “herêmên bêçek”, bi taybet Idlibê, Rûsya û hêzên hikumeta Şamê rageşoyê zêde dikin. Hemwextî wê daxuyaniyên têkildarî lihevanîna Şam û Enqereyê hene. Li aliyekî din helwesta dewleta Tirk ji şerê Rûsya û Ukraynayê re ne zelal e. Gelo nîşaneyên vê rageşiyê çi ne û lihevhatina ku behsa wê tê kirin gihaştiye çi astê? (BI WÊNE)

Di Îlona borî de çeteyên dewleta Tirk a dagirker û MÎT`a wê 75 welatî revandin, 19 hezar darên daristanan birîn û 17 hezar darên zeytûnan jî desteser kirin. Her wiha guhertina demografiyê didomînin û pê ve girêdayî 2 mêtingehên nû li kantona Efrînê ya dagirkirî ava kirin. (BI WÊNE)

Şandeyeke hikumeta Şamê di civîna xwe ya li gel rûspiyên bajarê Siwêdayê de pêşniyara "vekirina navendeke lihevhatinan" û "rakirina komên xwecih ên li herêmê" kir. Ev yek wek "çareseriyekê" ji bo dosyayên li herêmê ye ku gelê bajêr nerazîbûna xwe der barê wan de nîşan da. Li gorî siyasetmedaran bersiv bi teqandina bombeyekê li ber avahiya navenda çandê ku civîn tê de bû, hat. Ev jî wek delîlekî li ser redkirina gelê Siwêdayê ji pêşniyarên "dubarekirî" yên çareseriyên hikumeta Şamê re ye. (BI WÊNE)

ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana ‘Arîn Keziyên Aştiyê’ ya Şanoyê ya Duyemîn dê 5'ê Cotmehê li ser Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê dest pê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Çalakiya fedaî ya li dijî navenda polîsan a navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê ya di 26'ê Îlonê de û nîqaşên piştî wê, hê jî di rojevê de ne. HPG’ê ev çalakiya fedaî girt ser xwe. Hêjayî gotinê ye ku ev şêwazê çalakiyê ji ber karakterê şer ê serdemê derketiye holê. Wek çalakiya Zîlanê (Zeynep Kınacı) ya 30’ê Hezîrana 1996’an li Dêrsimê ye. Wekî tê zanîn, di salên 1990'î de  çeteyên şerê taybet Dogan Guneş, Mehmet Agar û Tansu Çiller ku serokên artêş, polîs û hikumetê bûn, konsepteke şer a tunekirinê dabû destpêkirin.

JIN

Ji Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta bi Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, jinên ku hemû cureyên tunekirin û zordestiyê red kirine bi “Jin, Jiyan, Azadî” bang kirin û hewl dan pergalên dîktator hilweşînin û civakên azad û demokratîk ku mafê jinan tê de parastî bin, ava bikin.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her sal mûnê ya zivistanê amade dikin ku li herêmê çandeke kevnare ye. Li gel dorpêçkirina herêmê ji gelek aliyan ve, girîngiyeke zêde ya mûnê heye ku bi taybet di zivistanê de sebze kêm dibin.

ANHA