Rojnameyên erebî: Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê însiyatîfeke Urdinê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine têkildarî însiyatîfeke Urdinê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, têkiliyên Tirkiye-Misirê û dosyaya diyarkirina sînorên Îsraîl-Lubnanê nivîsnadin.

Rojnameyên erebî: Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê însiyatîfeke Urdinê
3 cotmeh, 2022   07:07
NAVENDA NÛÇEYAN

URDIN AMADEKARIYA ÎNSIYATÎFEKE EREBÎ JI BO ÇARESERKIRINA ALZOIYA SÛRIYÊ DIKE

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El Ereb wiha nivîsî: “Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen Sefedî eşkere kir ku welatê wî amadekariya însiyatîfeke erebî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê dike. Ev yek li ser îhtimalên serkeftina xebatên Urdinê ligel astengiyên li ser erdê, pirsan bi xwe re tîne. Sefedî ji rojnameya TheNational re got, Urdin bi hevkariya dost û hevalbendên me banga roleke erebî ya giştî ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê dike.”

Sefedî behsa însiyatîfeke erebî kir ku dê Erebistana Siûdî û delwetên din jî bigire nava xwe û dê xwe bispêre biryarên Konseya Ewlehiyê ya NY`yê yên têkildar, da ku nexşerêyekê ji bo çareseriyê deyne holê û alîkariyên mirovî radestî Sûriyê bike. Sefedî destnîşan kir ku Urdin ji ber rewşa li ser sînorên xwe yên bi Sûriyê re, bi fikar e û got: “Pêdiviya me li başûr bi îstiqrarê heye, xeteriya qaçaxkirina madeyên hişbir ji bo me gefeke mezin e.”

Serokê Komeleya Urdinê ya Zanistên Siyasî Xalid Şinêkat jî dibêje, serkeftina hewldanên Urdinê girêdayî razîbûna aliyên proseya siyasî ya Sûriyê, dewletên herêmî û dewletên mezin ên aktîv e.

Çavdêr jî dibêjin ku derfetên çareseriyê ligel şer û mercên heyî li ser erdê pir kêm in, ku Îranê karîbû li Sûriyê împeratoriyeke aborî ava bike. Nexasim li başûr ku ew yek bi rêya çêkirin û qaçaxkirina madeyên hişbir pêk tê. Urdin, Erebistana Siûdî û welatên Kendavê jî sûkeke vê bazirganiyê dîtine. Ji lew re, dê çareseriyeke siyasî ku bandorê li hebû û berjewendiyên wê yên cuda li Sûriyê bike û di serî de bazirganiya madeyên hişbir qebûl neke, ku tê payîn di sala 2023`an de qezencên wê bigihêjin nêzî 10 milyar doldaran.”

ERDOGAN DÎSA LI DERIYÊ TÊKILIYÊN BI MISIRÊ RE DIDE

Girêdayî têkildarî Misir-Tirkiyê rojnameya Şerq El Ewsat nivîsî: “Ruxmî ku zêdetirî salekê di ser gera dawîn a di navbera rayedarên Misirê û Tirkiyê de derbas bû jî ku di Îlona 2021`an de li Enqereyê pêk hatibû û piştî wê tu pêşketin çênebûbû, lê belê serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan car din li deriyê têkiliyên bi Qahîreyê re dide û difikire ku dê ew têkilî li ser esasê berejewendiyên hevbeş bi pêş bikevin. Lê li gorî texmînan, tu pêşketinên berbiçav di vê çarçoveyê de nîn in.”

Li gorî ajansa Anadol, serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan got: “Têkiliyên me bi Erebistana Siûdî, Îmarat û Îsraîlê re li ser esasê berjewendiyên hevbeş bi pêş dikevin. Heman tişt bi Misirê re jî pêk tê.”

Wezîrê berê yê karê derve yê Misirê Mihemed El Erabî dibêje: “Têkiliyên Misir-Tirkiyê ji ber demekê ve bi heman rengî ne, tiştekî nû nîn e. Beriya salekê bi çi rengî bûn, niha jî wek wê demê ye.”

El Erabî ji rojnameyê re got: “Tu pêşketin di vê dosyayê de çênebûye, bi taybet ku dosyayên navendî yên di navbera her du aliyan de wekî xwe ne, ew jî girêdayî çalakbûna Tirkiyê li Lîbya, Sûriye û Iraqê ye, her wiha provokasyonên li rojhilatê deryaya Spî. Di van dosyayan de divê Tirkiyê hewldanên mezintir nîşan bide da ku tê de ewlehiya Misirê di ber çavan re derbas bike.”

DIYARKIRINA SÎNORÊN ÎSRAÎL-LUBNANÊ DI QONAXEKE ÇARENÛSÎ DE YE

Rojnameya El Beyan jî behsa dosyaya diyarkirina sînorên Îsraîl-Lubnanê kir û wiha nivîsî: “Pêr bi awayekî fermî Lubnanê pêşniyara nivîskî ya Amerîkayê ji bo diyarkirina sînorên deryayî bi Îsraîlê re wergirt. Bi vê yekê ev dosya derbasî qonaxa xwe ya dawîn bû. Beriya vê yekê ji gelek çavkaniyên têkildarî dosyayê piştrastkirin hebûn ku bidawîkirina lihevkirina DYA li ser kar dike êdî nêz bûye, ew di vê derbarê de cidî ye û hewl dide di zûrtiîn dem de vê dosyayê bi dawî bike.

Tê çaverêkirin ku ev pêşniyar bê nîqaşkirin. Tê destnîşankirin ku erêkirina Lubnanê li ser pêşniyara Amerîkayê an jî daxwaza pêkanîna hin guhertinan, tê wateya diyarkirina rûniştinên danûstandinên ne yekser li herêma Naqûra ya sînorî.”

(cx)