Kargeha Roj di hilberandina madeyên paqijiyê de gaveke bikalîte ye

Kargeha Roj a madeyên paqijiyê beşeke mezin ji hewcedariya bazara xwecihî peyda dike da ku di vî warî de cûreyeke xwetêrkirinê pêk bîne û derfetên kar peyda dike.

Kargeha Roj di hilberandina madeyên paqijiyê de gaveke bikalîte ye
3 cotmeh, 2022   05:54
QAMIŞLO – ÎSAM EBDULLAH

Sîstema aboriya komînal xwe dispêre pêkanîna xwetêrkirinê di hemû waran de, da ku dev ji dahatûyên derve berdin û berhemên herêmî li sûkên herêmê belav bikin, derfetên kar peyda bibin û madeyan bi buhayeke guncaw li gorî debara welatiyan dûrî keysbazîkirina hin bazirganan dabîn bikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi damezrandina Rêveberiya Xweser re, girîngî li ser pêkanîna xwetêrkirinê di gelek waran de hate dayîn.

VEKIRINA KARGEHAN ABORIYA CIVAKÊ GEŞ DIKE

Li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo, Komîteya Aborî ji bo dabînkirina beşeke mezin ji pêwîstiya bazara herêmê bi madeyên paqijiyê, dest bi vekirina kargeheke madeyên paqijiyê kir.

Kargeh di 2021'ê de hat vekirin. Ev kargeh li ser veguhertina 20 madeyên xam ji bo çêkirina sabûna avî, madeya firaxşûştinê, klor û gulava erdê dixebite.

Li gorî çavdêrên kargehê, enerjiya berhema kargehê, digihêje 5 ton sabûna avî. Ew jî li gorî daxwazên ku ji bazara navxweyî digihêjin kargehê û 3 rojan ji bo berhemanîna wê heya gihiştina qonaxa pêçanê, didome. Her wiha rojane 3 ton klor, mîqdareke nediyar a madeya firaxşûştinê û  gulava erdê berhem dide.

Di kargehê de 14 karkerên jin û mêr, her wiha endazyareke çavdêr û rêvebereke jin kar dikin.

Endezyara petrokîmya Fatme Faris ku çavdêriya kargehê dike û ji Zanîngeha Rojava derçûye têkildarî mijarê  diyar kir ku bo çêkirina 5 hezar û 250 qutiyên piçûk ên 900 ml ji sabûna avî, 3 roj pêwsît in.

Fatme Faris îşaret pê kir ku di kargeha Roj de destpêkê herî zêde daxwaza klorê û paşê ya madeya firaxşûştinê tê kirin.

Endezyar Fatme Faris wiha pê de çû: "Kargeh rojê 3 ton klor berhem dide. Ji bo ku klor li ser çerm şewatê çêneke, di hilbijartina madeyan de em baldar in. Di heman demê de li sabûna firaxşûştinê û sabûna avî hinek made tên zêdekirin da ku mîqdara kef û bêhnê jî zêde bibe û encamên baş werin bidestxistin."

Fatme Faris destnîşan kir ku ji bo rêgirtina li kufikbûna berhemên xwe, ew madeyên taybet bi kar tînin. Ew made jî têkelek ji madeyên kîmyawî û dezenfektekirî ne da ku bandor û kalîteya berhemê biparêzin.

Fatme Faris diyar kir ku ew madeyên nû li ser berheman zêde dikin da ku kalîteya wan bilindtir bikin ku ev yek jî dihêle welatî hîn zêdetir wan bikirin. Bi vê re jî hewl didin berhemanînê zêde bikin.

Der barê ava ku di kargehê de tê bikaranîn, endezyar Fatme Faris ev tişt anî ziman: "Av tê parzûnkirin da ku rêjeya xwê tê de nîşan bide û ji bo ku were piştrastkirin ku bekteriya tê de tune ne. Ji ber ku eger ew hebin, dê bi demê re zirarê bidin berhemê."

Gerînendeya Kargeha Rojm, Sena Mihemed jî di axaftina xwe de da zanîn ku berhemên wan li bazarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi buhayekî kêmtir ji yên ku ji derve derbas dibin, tên firotin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Tevî ku kargeh nû ye jî, daxwazek baş a welatî û bazirganan li ser berhemên wê heye."

(hs)

ANHA