Xalid Mihemed Xalid wefat kir

Bavê 2 têkoşerên Tevgera Rizgariya Kurdistanê û hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Xalid Mihemed Xalid di temenê xwe yê 65 salî de wefat kir.

Xalid Mihemed Xalid wefat kir
Xalid Mihemed Xalid wefat kir
Xalid Mihemed Xalid wefat kir
Xalid Mihemed Xalid wefat kir
Xalid Mihemed Xalid wefat kir
Xalid Mihemed Xalid wefat kir
Xalid Mihemed Xalid wefat kir
Xalid Mihemed Xalid wefat kir
1 cotmeh, 2022   08:30
QAMIŞLO

Kesayeta welatparêz Xalid Mihemed Xalid ê ji navçeya Amûdê duh (înê) di temenê xwe yê 65 salî de ji ber nexweşiyê wefat kir.

Kesayeta welatparêz Xalid Mihemed Xalid, bavê hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û 2 têkoşerên di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de ye.

Xalid Mihemed Xalid di salên 1980’yî de mala xwe ji kadroyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê re vekir.

Bi destpêka Şoreşa Rojava re nevî û kurê wî beşdarî nava refên Yekitiyên Parastina Gel (YXG) bû. Her wiha fermandarê Tabûra "Bavê Zinarîn" bû ku sînor ji êrişan diparast. Di sala 2014ʹan de neviyê wî Diyar Esed Cuma (Diyar Rustem) ku endamekî tabûrê bû, şehîd bû.

Xalid xebatên xwe di nava YPGʹê de jî dewam kirin heta sala 2015ʹan dema ku rewşa wî ya tenduristiyê xira bû.

ANHA