​​​​​​​Rojnameyên erebî: Siwêdayê pêşniyarên hikumeta Şamê red kirin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê da zanîn ku hikumeta Şamê pêşniyar kir ku li Siwêdayê navendeke "lihevkirinan" were vekirin û komên herêmî yên çekdar werin helandin, lê kêleka wê berpirsekî baskê ragihandinê yê Tevgera Rîcal El Keramê got ew nahêlin tu aliyekî projeya xwe li hesabê welatiyan pêk bînin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Siwêdayê pêşniyarên hikumeta Şamê red kirin
1 cotmeh, 2022   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

‛HIKUMETA ŞAMÊ ‘ÇARESERIYAN’ JI BO DOSYAYÊN LI SIWÊDAYÊ PÊŞNIYAR DIKE’

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsand: "Duh sibehê li naverasta bajarê Siwêdayê teqînek çêbû. Kesên nenas bombeyeke destan avêt nêzî navenda çandê ku roja pêncşemê tê de civînek di navbera şandeya hikumeta Şamê, şêxên durzî mîna Cerbo, Hemod El Henawî, kesayetên partî, serokên ol û civakê û nûnerên ji komên çekdr ên ji Siwêdayê de li dar ketibû. Şandeya hikumeta Şamê jî ji gerînendeyê rêveberiya îstîxbarata giştî ya Sûriyê Husam Loqa, wezîrê karên hundir Mihemed Rehmon, esfer û kesayetên siyasî pêk dihat. Di civînê de şêxê durzî Hikmet El Hecerî û rêveberê Tevgera Rîcal El Keramê ku yek ji komên herêmî yê navdar li Siwêdayê ye, amade nebûn.

Berpirsê Tora Siwêda 24 Reyan Marûf ji rojnameyê re got piştî banga hikumeta Şamê ji Siwêdayê re civîn hate lidarxistin. Da ku di civînê de dosyayên ewlehî nîqaş bikin, gilî û çareseriyan pêşkêş bikin. Şandeya hikumetê, pêşniyar kir ku navendekê "lihevkirinan" di çend rojan de li parêzgeha Siwêdayê ji bo kesên dixwazin rewşên xwe yên ewlehî çareser bikin, kesên neçûn leşkeriyê û yên revîne, were vekirin. Her wiha dema paşxistina leşkertiyê bidin kesên lihevkirin pêk anîne û wan ji cezayên qanûnî efû bikin, lê şert e ku piştî dema paşxistina leşkeriyê bi dawî bibe, leşkeriya xwe bikin.

Husam Loqa diyar kir ku divê komên herêmî yên çekdar werin helandin û çekên neruxsetkirî ji wan werin kişandin, desthilata dewletê li parêzgehê bi alîkariya civaka herêmê were aktîfkirin û rola zabîteya edlê ji saziya polîsan û ewlehiya cinayetê werin aktîfkirin, nuqteyên kontrolkirinê yên polîsan werin belavkirin, rola dadgeriyê were geşkirin û erebeyên nerêxistinkirî werin dîsîplînkirin.

Li hember wê, hin ji rûspiyê Siwêdayê di civînê de got kêmasî ji aliyê hikumetê ve hene, rola dewletê ya piştgiriya welatiyan tune ye. Dosyayên ewlehî yên li Siwêdayê asê mane, girêdayî rewşên ewlehî, aborî û debarê ne. Divê desthilata şaxê ewlehiyê were rakirin, dadgeheke zelal were dabînkirin û xebat li ser başbûna rewşên xizmetguzarî û debarê were kirin.

Li ser pêşniyarên şandeya hikumetê, berpirsê baskê ragihandinê yê Tevgera Rîcal El Keramê Ebû Teymor got tevger nahêle tu aliyek çi projeyê yan jî pêşniyarekê li dijî berjewendiyên welatiyan pêk bîne. Divê çare li ser asta Sûriyê be ku rewşên debar û aborî werin çareserkirin, girtî werin berdan û dest bi lihevkirineke nîştimanî ya giştî û rasteqîn li hemû Sûriyê bê kirin. Li kêlek wê jî divê şerê gendeliyê di saziyên dewletê were kirin, şaxên ewlehiyê destê xwe rake û xetereyên komên terorîst werin bidawîkirin.”

‛LI IRAQÊ JI BER XWEPÊŞANDANÊN ÎRO TEDBÎRÊN EWLEHIYÊ YÊN ZÊDE HENE’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Îtîhad El Îmaratî wiha nivîsand: "Li Bexdayê belavbûneke zêde ya hêzên ewlehiyê heye û pir hatin girtin.  Ew yek ji ber hesabên xwepêşandên îro ne. Ji ber îro boneya salvegera 3’yan a xwepêşandanên Cotmeha 2019’an e. Ew yek di demekê de pêk tê ku çareseriyên krîza siyasî dûrî rewşa heyî ne ku nakokî di navbera partî û blokên siyasî de rû didin.

Li Iraqê ji salekê ve krîza siyasî piştî hilbijartinên Cotmehê li dar ketine, dewam dike. Krîz di navbera Tevgera Sedr, komên siyasî û komên çekdar ên hevalbendê Çarçoveya Hemahengiyê de ne, pêk dihat.

Li gorî endamê komîteya navendî ya xwepêşandanan li Iraqê Haşim El Ceborî, tê texmînkirin ku girseya gel beşdarî xwepêşandanan bibin.

El Ceborî da zanîn ku piranî xwepêşandêr ên ku di Cotmehê de beşdarî xwepêşandanan bûne û dê girseya gel li naverasta Bexdayê li nêzî Herêma Kesk û Meclisa Dadgeriya Bilind kom bibin."

‛ŞÎE LIHEVKIRINÊ WEK HINCET BI KAR TÎNIN DA KU HILBIJARTINA SEROK BI PAŞ BIXIN’

Têkildarî Lubnanê rojanemya El Ereb wiha nivîsî: "Aliyên muxalif ên siyasî li Lubnanê metirsiyên xwe anîn ziman ku reşnivîsa "lihevkirinê" ku serokê Meclisa Nûneran û serokê Tevgera Emel Nebîh Berî israr dike ku ji bo lidarxistina civîna parlamentoyê ya hilbijartinên serokekî nû ji welat re şert be.

Aliyan muxalîf da zanîn ku her du komên şîe yên bi nûnertiya Hizbullah û Tevgera Emel bi serokekî xurt li derveyî wan be, qebûl nake. Bi wê re her du hewl didin kesayetekî nêzî xwe mîna serokê Tevgera El Merde Silêman Fireciyê ferz bikin."

(fr)