Dagirkeran stasyona kehrebeyê ya Til Temirê kir hedef

Hêzên dagirker stasyona kehrebeyê ya navçeya Til Temirê kir hedef, di encamê de kehrebe li ser navçeyê qut bû.

Dagirkeran stasyona kehrebeyê ya Til Temirê kir hedef
1 cotmeh, 2022   08:08
HESEKÊ

Nûçegihanê me ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um El Kêf ê dikeve rojavayê navenda navçeya Til Temir û stasyona kehrebeyê ya 66 K.V kirin armanc. Di encamê de stasyon ji xizmetê derket û kehrebe li ser navçeyê qut bû.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku dagirker bi zanebûn zêdetirî 30 carî stasyon kiriye hedef da ku şêniyan neçarî koçberiyê bibe.

ANHA