Berhem Salih: Divê êrişên Tirkiye û Îranê werin rawestdandin

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih diyar kir ku bombebarên Îran û Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê metirsîdar in û nayên qebûl kirin. Berhem Salih destnîşan kir ku serweriya Iraqê binpê dikin û divê êriş werin rawestdandin.

Berhem Salih: Divê êrişên Tirkiye û Îranê werin rawestdandin
1 cotmeh, 2022   07:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomariya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Serokkomarê Iraqê Berhem Salih pêşwazî li  Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Eracî kiriye.

Daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomariya Iraqê de wiha tê gotin: “Herdu aliyan derbarê êrişên Îranê yên li ser çend deverên Herêma Kurdistanê ku bûne sedema hejmarek şehîd û birîndaran de gotûbêj kirin.”

Li gorî daxuyaniyê,  Berhem Salih diyar kiriye ku bombebaranên Îranê metirsîdar in, nayên qebûlkirin û binpêkirina  serwerî, ewlehî û aramî welat e.

Berhem Salih bal kişandiye li ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û wiha tîne ziman: “Bombebaranên berdewam ên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin û binpêkirina serweriya Iraqê ye. Ji ber wê jî divê rê li wan bê girtin.”

Di daxuyaniya daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomariya Iraqê de wiha tê gotin: “Herdu aliyan teqezî li ser wê yekê kirin ku divê ev mijar bi asta herî bilind a welatên cîran were şopandin. Ji ber ku ev pêşhateke metirsîdar e. Divê pirsgirêkên ewlehiyê bi diyalog, şopandina hevpar û rêyên dîplomatîk bên çareserkirin.”