Di êrişa artêşa Îranê li ser baregehên Hizbên Rojhilat de 2 kesan jiyana xwe jı dest da

Rêveberê Parastina Şaristanî ya navçeya Koyeyê ragihand ku di êrişa balafirên Îranê yên li ser baregeha Demokrat ya li Koyeyê de, heya niha 2 kes jiyana xwe jı dest dane û 7 kes jî birîndar bûne.

Di êrişa artêşa Îranê li ser baregehên Hizbên Rojhilat de 2 kesan jiyana xwe jı dest da
28 îlon, 2022   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Roj News`ê balafirên bi çek û bê mirov yên rejîma Îranê baregehên her sê hizbên Komeleya Rojhilatê Kurdistanê yên li herêma Zirgiwê ya nêzî Silêmaniyê û navçeya Koyeyê bombebaran kirin. Di êrişa li Koyeyê de 2 kesan jiyana xwe jı dest dane û 7 kes jî birîndar bûn.

Rêveberê Parastina Şaristanî yê Koyeyê Goran Ehmed Simaqe der barê mijarê de ji Roj News re axivî û got; “Heya niha du kesan jiyana xwe jı dest dane û 7 birîndar ji baregeha Demokrat gihandine nexweşxaneya Koyeyê. Hinek kesên din ên birîndar jî hê jî li cihê bûyerê mane û hewl didîn wana jî rizgar bikin.”

Heya niha der barê êrişên rejîma Îran yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û dijî hizbên Rojhilatê Kurdistanê de, ji rayedarên hikumeta Başûrê Kurdistan û Iraqê ti daxuyaniyek nehatiye belavkirin.