Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê: Tevahiya Sûriyê di bin metirsî û gefên dewleta Tirk de ye

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet hedefgirtina hevserokên Nivîsgeha Edaletê, Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero şermezar kir. Meclisê diyar kir ku ev êrişên hovane yên li dijî gelê herêmê bê hesab namînin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê: Tevahiya Sûriyê di bin metirsî û gefên dewleta Tirk de ye
28 îlon, 2022   09:37
ŞEHBA

Îro bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek da.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî Silêman û Îbrahîm Kêngo daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Piştî hevdîtinên Erdogan ên bi aliyên navneteweyî û herêmî re, êrişên li dijî herêmên me zêde bûn. Gelek sivîl û zarok, her wiha fermandar û şervanên ku li kêleka Koalîsyona Navneteweyî şerê terorîstên DAIŞ'ê kirin, şehîd bûn. Duh Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, şehîdbûna hevserokên Nivîsgeha Edaletê, birêz Zeyneb Mihemed û birêz Yilmaz Şero ragihand. Her du hevserok di gera xwe ya kar a li navendan de, bi rêya balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk hatin hedefgirtin û şehîd bûn.

Zêdebûna nû ya êrişên sîstematîk ên li ser gelê me û herêmên me; berdewamiya şerê qirkirinê yê ku hemû nirx û pîvanên exlaqî û qanûnî derbas dike ye. Ew wek tawanên şer û jenosîda sîstematîk a li dijî gelê me tên dîtin û nîşaneya lûtkeya terora sîstematîk û rûyê din ê DAIŞ'ê û terora wek wê ne.

Tişta ku Erdogan bi pêkanîna çalakiyên leşkerî bi awayekî din anî ziman, ji aliyê her kesî ve tê fêmkirin. Wî terora xwe ferz kir bêyî ku rêgiriyek ji van hemûyan re hebe. Ev zêdebûna metirsîdar a êrişên li dijî sivîlan, encamên xirab radixe ber çavan ku dê bibe sedema kaosek zêdetir û rewşeke nû û wêranker li ser Sûriyê û gelê wê.

Em vê dagirkeriyê şermezar dikin. Ev binpêkirin, hedefgirtin û operasyonên dijminatî yên li dijî herêm û gundên me û li dijî gelê me bê hesab derbas nabin. Em bang li Koalîsyona Navneteweyî û saziyên pêwendîdar dikin û di serî de Neteweyên Yekbûyî ku helwestên lezgîn û zelal nîşan bidin ku vê hovîtî û êrişa hovane ya dewleta Tirk a li ser me bi dawî bike.

Hincetên pûç û vala yên dewleta Tirk ji bo ku êriş û dagirkeriya xwe ya li dijî herêmên me yên bi ewle, rewa bike ye. Ji ber vê yekê metirsiyên vê dagirkeriyê roj bi roj zêde dibin û ev yek jî piştrast dike ku Sûriye û tevahiya herêmê di bin metirsî û gefên dewleta Tirk de ne. Divê gelê herêmê der barê vê yekê de têgihiştî be û erka xwe ya welatparêziyê pêk bîne.”

(hs)

ANHA