Semîra Mûbeyed: Şam û Enqere bingeha damezirandina Sûriyeke nû asteng dikin

Di rojên dawî de der barê dosyaya Sûriyê de hevdîtin di navbera hêzên navneteweyî û herêmî de çêbûn. Siyasetmedar Semîra Mûbeyed diyar kir ku di van "bazaran" de berjewendiyên gelê Sûriyê tune ne û Şam û Enqere li ser astengkirina damezirandina dewleta nû ya Sûriyê hemaheng in.

Semîra Mûbeyed: Şam û Enqere bingeha damezirandina Sûriyeke nû asteng dikin
28 îlon, 2022   05:17
NAVENDa NÛÇEYAN – YEHYA EL HEBÎB

Pêncşema borî, di navberên civîna asayî ya 77ʹan a lijneya giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ku li New Yorkê pêk hat, hevdîtin di navbera dewletên sposerên Astanayê û şandeya hikumeta Şamê û şandeyên dewletên Ereban de pêk hatin.

Her wiha hevdîtinên dualî di navbera wezîrê karên derve yê Şamê Feysel Miqdad û hempîşeyên wî yên dewletên din mîa Rûsya, Iraq, Urdin, Îran, Hindistan, Ermenistan, Malî û Îmaratê de pêk hatin.

Wezîrên karên derve yên dewletên sponserên Astanayê (Rûsya, Îran û Tirkiyê) jî civînek bi mijara dosyaya Sûriyê li dar xist.

Her wiha wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, yê Îranê Hisên Emîr û yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî ku wêne kişandin, civiyan. Civîn ji çapemeniyê re girtî bû.

HEWLDANÊN PÊKANÎNA BERJEWENDIYAN

Siyasetmedar û akademîsyena sûrî Dr. Semîra Mûbeyed ev hevdîtinan ji ANHAʹyê re nirxand.

Dr. Semîra Mûbeyed got bi gelek civînan hewl dan tevgerên di xeta siyasî ya Sûriyê de li kêleka bûyereke navneteweyî wek civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî nîşan bidin, lê bi rastî ew ji vî sînorî derneketin û nikarin wek civînên giring ên têkildarî biryarên girîng ji bo pirsgirêka Sûriyê bên nirxandin.

Semîra Mûbeyed anî ziman ku ev dewlet rasterast dixwazin destkeftiyên xwe li ser xaka Sûriyê misoger bikin û kaxezên siyasî yên di destê wan de ne wek kartên fişarê di dosyayên din de ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin û tu têkiliya wan bi avakirina dewleta nûjen a Sûriyê û pêkanîna daxwazên gelê wê re nîne.  Semîra Mûbeyed got: "Ji ber vê yekê em nikarin bi tu awayî xwe bispêrin tiştên ku ev dewlet dikarin ji bo Sûriyê pêşkêş bikin, ji ber ku tiştên di deh salên borî de qewimîn nîşana wê yekê bû ku kes nikare şaş bixwîne ku berjewendiya Sûriyê bi temamî ji van çarçoveyan tune ye.”

ʹBEŞDARBÛNA ÎTÎLAFÊ CIHÊ ŞERMEZARIYÊ YEʹ

Semîra Mûbeyed îşaret bi beşdarbûna "Îtîlafa Sûriyê" di civînên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de kir û ev tişt anî ziman: “Cihê şermezariyê ye ku îtîlaf ji aliyê rêxistineke navneteweyî ya ku ji bo pêkanîna ewlehî û îstiqrarê ji bo Sûriyan dirûşmeya xebatê hildide ve, were vexwendin. Ji ber ku ev alî an ku îtîlaf xeteke îdeolojî û leşkerî nîşan da ku dûrî îmkana pêkanîna rewşek aram ji bo Sûriyê ye. Her wiha îtîlaf ji sazûmanî û xeta rejîma Esed a ku bi sûcên mirovî tawanbar e, ne dûr e. NY hîn jî şaş dibîne ku aliyên şer di pêşerojê de aktor in, di heman demê de ji bilî wêrankirin, alozî û paşveçûn û jihevxistina civakê di hemû astan de cihê wan nemaye.”

ʹLI SER ÊŞA GELÊ SÛRIYÊ BAZARAN DIKINʹ

Di hevdîtnên navneteweyî yên di pêvajoya aloziya Sûriyê de çêbûne, bi taybet civînên Astanayê, rengê bazar û lihevirinan li ser hesabê gelê Sûriyê derket pêş.

Di encamên civînên Astanayê de Rûsya û dewleta Tirk a dagirker herêmên di bin serweriya xwe de bi hev re diguhertin. Dewleta Tirk ferman dida çeteyên xwe ku herêmên ku dagirkirine radestî hikumta Şamê bikin, li beramberî wê Rûsya destûr da dewleta Tirk ku herêmê dagir bike. Li ser vê yekê dewleta Tirk Efrîn dagir kir, li beramberî wê hikumeta Şamê serweriya xwe li Xûtaya Şamê vegerand. Her wiha dewleta Tirk Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û li beramberî wê hikumeta Şamê gundewarên Heleb û Idlibê kontrol kirin.

Dr. Semîra Mûbeyed wiha axivî: "Ji destpêkê ve ev civîn ji bo bazariya li ser êşa Sûriyan bû. Sedema vê yekê eşkere ye ku aliyek tune bû ku daxwazê piraniya gelê Sûriyê yê ku ji ber şerê çekdarî û îdeolojî ziyan dîtine, hilde. Wan dewletan herêm di nav xwe de parve kirin û ber bi xirabiyê ve birin, rewşa heyî encamên van bazaran in."

ʹJI BO ASTENGKIRINA AVAKIRINA DEWLETA SÛRIYÊ YA NÛ HEMAHENGÎ HEYEʹ

Di nîqaşên dewletên sponserên Astanayê de mijara hewldanên vegera têkiliyên Şam û Enqere li ser hesabê herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûn.

19ʹê vê Îlonê, cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ragihand ku welatê wî banga normalîzekirina têkiliyên Enqere û Şamê dike.

Bogdanov got: "Em behsa danîna peywendiyan di navbera her du aliyan de dikin. Niha di asta leşkerî û îstixbaratê de têkilî di navbera her du aliyan de çêdibin û em piştgiriya vê civînê dikin û wan teşwîq dikin."

Beriya çend rojan jî wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad hebûna dan û standinên li gel Enqerê têkildarî vegera têkiliyan derewand.

Miqdad ragihand ku di asta her du wezaretên derve yên her du dewletan de tu pêwendî tune. Her wiha got, nepabendîbûna Tirkiyê li gorî lihevkirinên Astanayê li pêşiya çareserkirina aloziya Sûriyê kelem e.

Roja Îna borî, rejîma Tirk li ser zimanê serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin "plana peywendiyên siyasî" bi hikumeta Şamê re derewand. Lê îşaret pê kir ku peywendî di navbera her du hikumetan de li ser asta îstîxbaratan hene.

Dr. Semîra Mûbeyed ev li axaftina xwe zêde kir "Hikumetên herêmî, di nav de rejîma Esed û hikumeta Tirkiyê hewl didin her bingeheke damezirandina dewleta Sûriyê ya nû asteng bikin. Ev yek di hemahengiyên li ser ʹlihevkirinʹ û guhertina demografîk de xuya dibin ku dikevin çarçoveya sûcên li dijî gelên xwecehî. Lê ev hewldan binkeftî ne, ji ber ku sûriyên li herêmên ji derveyî serweriya rejîmê kar û barê xwe bi xwe bi rêve dibin, girêdayî serdestiyê û hewldanên guhertinê ne. ev yek ji aliyekî ve li Bakur û Rojhilatê sûriyê ye, li aliyê din jî tevgera sivîl a li seranserê Sûriyê ye. Ji bo sekna li hemberî hewldanên rejîma heyî yên jinûve xwe sazkirinê, divê em bi alavên siyasî yên sûrî ve girêdayî bin û nêrîneke nûjen ji bo Sûriyê, di çaçroveya biryarên navneteweyî û ferzkirina berjewendiyên sûrî di ser her tiştî re  deynin."

ʹSÛRIYAN BER BI KOÇBERÎ Û MIRINÊ VE DIBINʹ

Li gel bazarên navneteweyî yên li ser hesabê gelê Sûriyê, diyardeya sûriyên ku di rêwîtiya penaberiyê de mirin, zêde bû. Herî dawî di beravên Sûriyê de 94 kes mirin.

Ji sedemên koçberiyê, aloziya debarê li herêmên hikumeta Şamê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qutkirina avê li ser herêmê ku rewşeke zuhabûn bi xwe re anî û bandoreke neyinî li qada çandinî û sewalderiyê kir.

Dr. Semîra Mûbeyed got: "Hewldan hene ku bi rêya tengavkirinê sûrî neçarî koçberiyê werin kirin û wan ber bi mirineke ve bibin da ku banga mafên xwe nekin. Hemû hikumetên ku beşdarî vê tengavkirinê dibin, di van sûcên li dijî gelê Sûriyê de cih digirin, di serî rejîma Esed e ku modela herî nabiz a hikumetan e û sedema koçberbûna nîvê gelê Sûriyê û xizankirin  nîvê din. Rewş gihiştiye vê astê ku her sûriyek bi xilaskirina xwe û zarokên xwe ve bifkire. Bêyî bidawîkirina sîstemên heyî yên felaketî û bêyî avakirina dewletekê ku karibe bijî û bide, ev rewş çareser nabe."

ANHA